Array
(
)
Array
(
    [id] => 3
    [kat_id] => 7
    [menu_id] => 26
    [publish] => 1
    [duyuru] => 1
    [popup] => 1
    [social_media] => 1
    [pg_home] => 0
)
Array
(
    [0] => 1
    [1] => 
)
Bang
Me, li 8ê Hezîrana 2013ê, li Salona Resepsîyonan ya Sûmerparkê panela xwe ya ‘’Eşkerekirina Rastiyan û Edeta Pêvajoya Qonaxguhertinê’’ çêkir.

files/images/oglesby.jpgDr. Gustavo Palmayê ko yek ji mêvanên me bû ji ber binasên bûrokratîk û birêvebirîyê du rojan li ser hev li balafirgeha La Aurorayê jê re destûr nehat derêxistin û ji ber wê yekê wî nekarî bê, lê belê wî nameyeka piştgirîyê û spasîyê ji me re rêkir.

Panela me bi axiftina Nesrîn Uçarlarê dest pê kir ko ew Pispora Têkilîyên Navneteweyî ye wê li ser edaleta pêvajoya konaxguhertinê, axift. Nesrîn Uçarlarê gotinên xwe bir ser rapora komîsyonekê ya li salên 97-û-98ê li Guatemalayê hatî nivîsîn.  Ev rapora henê bi şahidîya 8.000 kesan hatiye nivîsîn, ew 12 cild in û ew rapor binas û encamên şerî û qirkirina hatî kirin zelal dike.

Li wê rapora berbehs behsa şîna bi hezaran kesan hatiye kirin û li wê raporê ev gotina ‘’ bêyî ko edalet hebe ji bo wan kesên mayîn lihevhatin çênabe’’ ji ber ko ‘’ heta edalet neyê ew kesên mirîn dê di gora xwe de rihet nebin.’’

Li Raporê yek ji wan tiştên ecêp jî ew e ko li pêvajoya berbehs ne bi tenê du alî hene û binê gotinê hatiye daxdan ko ev pêvajo rayên xwe digihîne derdoreka berfireh û yek ji wan tiştên ecêb jî ew e ko hatiye dîyarkirin hinek kuştinên bi organîzeyî hatîn kirin jî mirov dikare wek kirkirinê bibîne.

 

 

Li wê raporê pêşniyarên hatîn diyarkirin jî ev in:

  • Divê serhatiyên mexdûran bên parastin ( çêkirina monomentan, dîroka devkî, bi nav kirina cih û deran)
  • Divê hemî alî rêjê ji hev bigirin
  • Divê pêvajoya demokrasîyê bê xurtkirin.
  • Divê ji bo tekîpkirina pêkanînên raporê komîsyonek bê çêkirin.

Raportûra Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Komîsyona Zelalkirina Rastîyan û akademîsyena Zanîngeha ArizonaProf. Dr. Elisabeth Oglesbyê digel nîşandana meteryalên wêneyî axaft. Prof. Oglesbyê ji beriya panelê digel rayedarên PAD(BDP) û PEB(AKP)ê axift û wê ji bo bersivdana hinek pirsan dîyar kir ko gelek tiştên nêzîkî hev yên di navbera pêvajoya aştiyê ya Guatemalayê de û problemên wan de hene.  files/images/oglesby3.jpg

Oglesbya ko bi xwe bûbû şahideka deiweya qirkirina nijadî, got ko xebatên wan ên liser guhertina  bîrên di hişande hene û wê ev yek bi wêne û girafîkên di raporê de hetîn bikaranîn nîşan da. Wê nexşeya El Picheyê jî nîşan da ko dihat îdiakirin ko nijadî li wê derê hatiye kirin.  Li raporê grafîka herî ecêb jî ew bû ko %93yê binpêkirina mafê mirovan dewletê kiriye, %3 gerîllayan kirine û %4ê binpêkirina mafên mirovan jî ne eşkere ye ka kê kirine.

Oglesbyê dîyar kir ko her çende barkirin û ajotina xelkên Mayayan li salên 60  û 70yê dest pê kiribin jî qetilkirinên komî yên wan li salên 80yê zêde bûne. Wê got ko li salên 1982-83yê di bin fermandariya General Efrain Rios Monntî ‘’şerê xelaskirina kesan’’ dest pê kiriye û 600 gund jî hatine şewitandin. Li vê pêvajoya ko jê re ‘’şerê ji nû ve avakirinê’’ tê gotin, cerdevan û dewrîyeyên sivîl dibûn navbeynkar û welê dikirin ko xelkên Mayayê ji konên mihaciran biçin xanîyên dewletê çêkirî yên gundên dewletê.

Her zelam mecbûr bûn ko biçe di nêv van hêzên çekdar de. Hêzên cerdevanan li bajaran ne xurt bûn. Ew li herêma Mayayan xurt bûn. Hinekên ji wan bûn wek axa û petronan jî. Li nik cerdevanan çekên sivik hebûn ji ber ko qîma dewletê li wan jî nedihat.

Sîstema(pergala) cerdevanîtîyê li nik Mayayan li sala 1982yê hat çêkirin. Li salên 86-87ê protestoyên li dijî cerdevanan dest pê kir. Her çende bi zordariya dewletê be jî bi destên cerdevanan gelek tiştên binpêkirina mafên mirovan li ser cerdevanan bûn mal û ew bûn alaveka ji bo paqijkirina çalakîyên îdeolojîk.

Ew ji Mayayan bûn. Bêtehsîrkirina wan ne ji ber wê yekê bû ko ew cerdevan bûn ji ber wê yekê bû ko ew ji Mayayan bûn. Ew ne gelekê bi dewletê ve girêdayî bûn lê belê ew bi fermandarên xwe ve girêdayî bûn. Ew ketin di nêv kiriyarên tecawizkirinê, tecawizkirina komî û karên weke wan. Artêşê çavên xwe li van kiriyarên cerdevanan neqandin. Lê piştgiriya nêvneteweyî li pişta mihaciran bû. Ew kesên mihacir li sala 96ê dîsa vegerandin gundên xwe. Ev bû wek ceribandineka lihevhatinê(aştîyê). Her çende peymaneka aştîyê nehatibe îmzekirin jî pêvajoya bêçekkirinê dest pê kiribû.  Ji ber hinek cerdevanên ko nedixwestin ew bêne bêtehsîrkirin hinek li hev ketin çêbûn. Pêvajo di bin kontrola artêşê de bû. Sîstemeka navendparêz hebû û bi wê zincîreka fermandar û berfermanan hebû.

Li gor Profesora ji 23 saliya xwe ve li Guatemalayê dixebite, pêvajoya eşkerekirina rastiyan ne tişteka formalîte ye, ne tişteka welê ye ko tol pê bê hildan lê pêvajoyeka welê ye ko berxwedaneka bihevreyî ye ko ew hewldaneka aştîyeka rastîn e. Li wî welatê ko 9 milyon kes lê dijîn û gelek caran derbeyên eskerî lê hatine kirin şerekê welê qirêjo hat kirin ko ji sed hezaran zêde kes pê mirin. 40.000 kes bêyî dadkirin hatin kuştin, %81ê bêserûşûnkiriyan bi destên dewletê hatin bê serûşûnkirin %12ê wan jî wan kesên pramîlîter yên serhildanên dijber û %3yê wan jî bi destên gerîllayên ji çar hêzên cida pêk tên yên URNGyê hatin bê serûşûnkirin.

Artêşê bi komîsyona rastiyan re hevkarî nekir. DYEyê(D. Y. Emerîkayê) jî nehênîtîya hinek belgeyên dema şerî rakirin. Artêşê û hêzên parastinê, bi awayekê ne-fermî milyonek kesên paramîlîter ko ew bi hejmara mirovan  ji çarê yekê hemî hêzên çekdar in(piştî bêçekkirina wan, 6 salan ya li sala 1984ê) kiş kirin û cesaret da wan ko wan bi çete û xwediyên erdan yên xweyîyên çekên modern re şer kirin.

Jibermayîyên cerdevanîyê bûn ev:

  • Halên zordariya civakî
  • Artêşê zordariyên mezin dikirin, kiriyarên wek hilavistin(sêdarkirin) lînç û h.p cerdevanan kirin.
  • Kiriyarên ti têkiliya wan bi edaleta Mayayan ve neyî hatin kirin.

URNGyê welê kir ko endamên wê agahî dan komîsyonê û li 21 komên Mayayan yên piştgirên wan agahî dan komîsyonê lê belê wan kesên fermandarên URNGyê bi xwe, xwe hinekê ji agahîdanê dûr kirin.

files/images/oglesby4.jpgKomîsyona Rastiyan bi paşniyarkirina sê kesên dewlet, saziyên sivîl û gerîllayan bijartî dest pê kir. Bi sedan kesên pispor, arşîvkar, dadnas, karkerên xizmetên civakî, anîmatorên civakê, pisîkolog û dîroknasan jî arîkariya wan sê kesan kirin. Li destpêkê ji bo karbidestîya wan sê kesan gelek kengeşî çêbûn. Ew kesên mafên wan yên civakî hatîn binpêkirin û komikên herêmî li dijî wê yekê bûn ko ew komîsyon dikare li arşîvên hemî saziyan binêrin. Komîsyonê destûr nebû ko failan eşkere bike lê wê dikarî saziyan eşkere bike. Ev kêmayî piştî ko komîsyonê karên xwe xelas kirin, bi deiwekirina parêzeran hinekê hat telafî kirin. Heta ko piştî 15 salan dadgeheka qirkirina nijadî jî hat çêkirin. Li gor Profesora Antropolog komîsyon eşkere dike ko karên wê ne ‘’le’inetkirina rojên borî ye û xeman paşguh dike’’ lê belê ew eşkere dike ko destpêkek heye. Li komîsyonên bi vî awayî her kes nikarin her tiştên ew dixwazin bi dest biêxin. Bi vê nêrînê rexne li komîsyonê hatin kirin. Hatibû hizir kirin ko komîsyon dê 6 mehan bixebite. 4 caran karkirina komîsyonê hat dirêjkirin. Hinek rê-li-ber-girtinên wek ‘’navên taybet û ew kesên fail nikare bê eşkerekirin’’ û ‘’ev rapor nikare bibe delîleka de’iweyan’’. Ji milekê ve vê tevliheviyê welê kir ko komîsyon zêdetir motîve bibe ko mekanîzmayê fêm bike. Ji bo ko mirov paşxaneya qirkirinên civakî fêm bike qedrê raporê bêguman tê ber çavan.

Oglesbya ko li dema xebitînê bûbû şahida kuştina hempîşeya wê Gustavo Palmayê û hevala wan Myrna Mackê dîyar kir ko li pêvajoya berbehs jin serkêş in. Ew jinên ko li dema şerê qirêjo tecawiz li wan hatibû kirin, mirovên wan hatibûn kuştin, her dîsa wan jinan pêl tirsên xwe kirin û hatin ber deriyê komîsyonê. Li cihên ko komîsyonên fermî lê nebûn wan bi xwe komîsyonên xwe yên eşkerekirina rastiyan çêkirin. Oglesbyê got ko li Diyarbekirê ji bo azadkirina jinan xebatên xurt têne kirin û ji vê yekê wê gelek tişt ji xwe re girtine.

Yek ji wan tiştên ko komîsyona rastiyan şeq jê hatiye der ew e ko sûç û hovîtî ne bi tenê bi navkirine ka li ser kurbaniyan kir lê belê wê analîza têkiliya aborî û civakî jî kir. 100 paradîgma hatine analîskirin. Li gor serhatiyên dîrokî hatiye dîyarkirin ko heger mirov bibêjin ‘’mexdûrî’’ ne rast e ji ber ko her tiştên hatine seran serhatiyeka cida ye. Bi vê xêrê, li dema şerî ew daristanên hatîn şewitandin,  derêxistina berhemên binax û çêkirina bendavan jî weke kiriyarên xerakerên ekolojîyê hatin eşkerekirin û reforma axê hatiye çêkirin.  Çêkirina rapora rastiyan ji bo paşxaneya bîra dîrokî bû gava pêşiyê.

Gava dî ya mihom gihandina van encaman ya ji bo civakê ye. Li Guatemalayê gelek kesan hay ji vê raporê heye. Ev rapor ji bo çêkirina hişê kolektîf gavek e. Gihandina civakê ya vê raporê gelekê mihom e. files/images/oglesby2.jpg

Komîsyona rastiyan welê kiriye ko ew kesên zerera wan bûyîn tezmînata zereraxwe standine.

Oglesbyê li piştî panelê li ser serhatiyên xwe pirs ji guhdar û bînerên panelê kirin û guhdariya bersivên wan kirin û paşê ji Diyarbekiriyan re sipas kir.

Ji bo panela DISAyê piranîya kesên hatîn jin bûn û endamên avakarên DISAyê Dr. Necdet Ipekyüz, Prof.Dr. Şemsa Özar, Al. Doç. Dr. Vahap Coşkun û Şah Ismail Bedirhanoğlu, serokê Baroyê yê berê Emin Aktar, parlamenterên Galip Ensarioğlu û Sezgin Tanrıkulu, Pispora Çandan ya Balyozxaneya Emerikayê Susan Wilson,  serokê Baroyê Tahir Elçi, û nivîskara Rojin Canan Akın û gelek kesên ji rêxistina  AKPyê û DTKyê, ji KAMERê, xweyîyên xelata 2013ê ya azadiya hizirî-xebatkarên weşanxaneya Aramê yên ko ji ber çapkirina hinek kitêbên wan bi salan e doz li wan tê kirin û ji 150 saziyên sivîl endamên wan hatibûn.