Array
(
)
Array
(
    [id] => 234
    [kat_id] => 12
    [menu_id] => 23
    [publish] => 1
    [duyuru] => 0
    [popup] => 0
    [social_media] => 1
    [pg_home] => 0
)
Array
(
    [0] => 1
    [1] => 
)
Weşan

Enstîtuya Diyarbekirê bo Lêkolînên Siyasî û Civakî lêkolîna xwe ya dawî weşand 
 
Pirtûka lêkolîna Dr. Nesrîn Uçarlarê, bi nave Tu tişt ne li cihê xwe ye Li piştî pevajoya pevcunan daxwazên edalet û rûbirûbûna bi rabihuriyê re ku di naveroka Edeleta Veherîner û Avakirina Aşitiyê ku sala berê me dest pê kiribû bi nirxandina encamên Lêkolîna Edeleta Pevajoya Qonakguhertina Bingeha-Civakî bi weşana DÎSAyê re weşandibû.
 
“Tu tişt ne li cihê xwe ye” 
Li piştî pevajoya pevcunan daxwazên 
edalet û rûbirûbûna bi rabihuriyê re 
 
DiSA, Nesrîn UÇARLAR
  
Di pêşberîhevbûna paşerojê de rewşa mexdûr, şahîd, yên ku sax mane çi ne? Rewşa
Fail, berpirsiyaran, yên ku bûne temaşevan, yên ku nizanin – yên ku dizanin lê xwe li nezaniyê datînin çi ne? divê pêşberîhevbûnê de bîr, şîn girtin, efû kirin, rik (kîn) û xeydanbûn dostaniya sîyasî çawa dixebite? Pêşberîhevbûn, efû kirin û li hev kelal kirin çawa pekan e? ev xebatek e ku bersiva van pirsan, kontrolkirina tecrûbeya teorî û pratîkê, li Muş, Bedlîs, Wan, Culamerg, Şirnex, Mêrdîn, Elihê û li Amedê dike.
 
“Êdî tiştê çû çû, êdî dem çû”.
Ev peyvên jînikeke ji Wanê ye ku mere wê berî 20 salan, di salên 90î de li kuçê hatiye kuştin. Kesên wiha ku eşa bi peyvên giranbuha jî tînin zimên hene, û yên ku zêmara dibêjin jî hene.
Pêşberîhevbûna şer, mirin, îşkence, mîrasa bi wendabûna salên 90î, ev rasterast tenê ne yê mexdûran, lê divê yê hemû însanan bî. Ev lêkolîn etuteke bingehîn li ser dijwarî, derfet û amrazên vê xebatê ye. Xebateke him teorîk him jî pratîk ku derfettên rewşa xebatê vedikole. Pîştî demên lihevxistinê çareserî çawa tê bidestxistin? Têgehên edeleta cezaker û veherîner kîjan deriyan ji me re vedikin? Mafê heqîqatê çima “heq”eke?

Ji bo dîtina nivîsên dî bitikîne