Array
(
)
Array
(
    [id] => 252
    [kat_id] => 12
    [menu_id] => 23
    [publish] => 1
    [duyuru] => 0
    [popup] => 0
    [social_media] => 1
    [pg_home] => 0
)
Array
(
    [0] => 1
    [1] => 
)
Weşan

Lêkolîna Pedogojîya Perwerdeya li Pêşdibistanan

Par 21 kitêbên wêneyî yên Seta Gulgulîskên Zarokanhatibû amadekirin ku li gelek pêşdibistanan ew wek meteryalên perwerdekirinê têne bi kar anîn, bi vê lêkolînê kêmayîyeka wê setê hat temamkirin. 
Ji aliyê dî ve bi kar anîna berhemên çanda devkî di perwerdeya bi bingehê zimanê zikmakî ya pirzimanî de, mijarek e ku xebat jê re divê.
Lêkolîna Pedogojiya Perwerdeyê ji aliyekê ve li bersiva vê pirsê digere: ‘’Gelo meteryalên bi berhemên çanda devkî hatîn amadekirin bi kîjan rêbazan bêne bi kar anîn dê alîkariya hînbûna zimanî ji bo zarokan bike?
Ji aliyê dî ve ji Tîrmeha 2015ê ve pêvajoya aştiyê sekiniye û pevçûn çêdibin em li vê bersivê digerin ka em ê çawa alîkariya psîkososyal bidin zarokan. Me ji bo perwerdekarên pêşdibistanan, şêwirmendên psîkolojiyê û pisporên xizmetên civakî bernameya sertîfîkadayinê çêkir.
Di bernameya Pedogojiya Perwerdeyê de perwerdekirina perwerdekaran, ji bo bikaranîna Seta Gulgulîskên Zarokan çêkirina rêbera perwerdekaran û ji bo Kurdistana pevçûn lê hene minaqeşeyên li ser modelên perwerdeya bi bingehê zimanê zikmakî ya pirziman, hene.
Bi lêkolînan plan û semîner li ser tecrûbeyên li Tirkiye û dinyayê hatin amadekirin. Di beşa didoyê ya xebatan de çavdêrî li şeklê perwerdeya kurdan ji sedsala 19. heta niho hat kirin û li ser  psîkanalîtîka modelên perwerdekirina wan hat xebitîn.
 
Bernameya  Semînera DISAyê ya di 12ê Hezîranê Roja Yekşemê de ev e
9:00 – 12:00 Arian Naamat (Zanîngeha Zaxoyê): 
1. Pêşkêşkirina tecrûbeyan: Bernameya piştgiriya psîkososyal a ji bo zarokên li Dihokê
2. Pêşkêşkirina gotarê: Psîkanalîz, Exlaq û Perwerde
3. Nirxandina Seta Gulgulîsken Zarokan
13:00 – 14:00 Ramazan Pertev (Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê):
Heta sedsala 20. sîstemên perwerdekirinê yên kurdan, pêngavên guherîna di nêrîna wan de.
 

 
 

Ji bo dîtina nivîsên dî bitikîne