Array
(
)
Array
(
    [id] => 82
    [kat_id] => 12
    [menu_id] => 23
    [publish] => 1
    [duyuru] => 0
    [popup] => 0
    [social_media] => 1
    [pg_home] => 0
)
Array
(
    [0] => 1
    [1] => 
)
Weşan

Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê: Zimanê Dayikê û Pirzimanî Perwerdehiyê de

files/images/IMG_0791.jpgMe  (DİSA), di vê rêya Kula Ziman vekirî de, da ku li nav civakê nîqaşên derdorên akademîk geştir bibin û hişyarbûna li ser vê mijarê zêdetir bibe,  di meha 11ê ya sala 2010ê de, 6 belavokên duzimanî bi kurdî û tirkî, bi navê Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê dest bi belavkirinê kir. Di van belavokan de, mijarên mîna modelên pewerdekirinê yên pirzimanî yên berbelav, vejiyandina zimanê kêmîneyan û ji bo perwedeya bi zimanê dayikê girîngiya gihandina mamosteyan hatine îzahkirin û her wiha bersivên zanistî ji bo pirsên li ser pirzimaniyê; yên perwedekirinê, yên siyasî û yên civakî hatine dayin.

Da ku bê eşkerekirin ka taybetî û pêdiviyên xwendekaran çi ne û ka li gor wan taybetî û pêdiviyan çi modelên perwerdekirinê dê kêrhatî bibin, me di sala 2011ê de dû komxebat pêk anîn. Her wiha me li ser bikaranîna zimanê dayikê di perwerdeyê de, bi Prof. Dr. Susan Malone û Prof. Dr. Carol Benson, ku gelek xebatên UNICEFê pêk anîne û bi xelk û dewletan re li ser modelên bi bingehê zimanê dayikê perwerdeya pirzimanî xebitîne, û Dr. Najmalddin Araz Abdulla, ku pisporê mifredatê ya Hiqûmeta Herêma Kurdistanê ye,   nîqaşên kûr û hûr pêk anîn tevî beşdarbûna hinek mamoste û akademisyên ku ser zimanê dayikê lêkolînan dikin li Tirkiyê. 

Me du raporên analîzê weşandin wek encama hinek nîqaşên ji van rêzekomxebatan. Rapora me ya bi serenava Zayenda Civakî, Perwede û Zimanê Dayikê, nêrîneke nû datîne ber nêrîna li ser zayenda civakî û zimanê dayikê. Rapora din jî bi navê Perwedehiya Dînamîk a Pirzimanî û Pirzaravayî ser Bingehê Zimanê Dayikê (Bi tikîne ji bo raporê) derket ku di wê de, li gor pêdivî û taybetiyên xwendekarên kurd yên li Tirkiyeyê dijîn çar modelên pewerdekirinê hene. Di 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Dinyayê de, di civîna danasînê ya me amadekirî de me gengeşîya van pêşnîyar û modelan kir. Li gor lêzêdekirin û pêşniyaran halê paşiyê yê vê raporê hat amade kirin.files/images/IMG_0806.jpg

Roja 6ê Cotmehê, bi civîna Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê: Zimanê Dayikê û Pirzimanî Pewerdehiyê de me ev xebata xwe pêşkêşî civakê kir. Di vê raporê de bi çaveke rexneyî li perwerdehiya pirzimanî ya ser bingehê zimanê dayikê hatiye nêrîn û bi taybetîyên zarokên kurd yên civakî, zimanî, rêya pewerdebûnê, û taybetiyên wan yên siyasî û daxwazên malbatên wan tên vekirin ji bo nîqaşên berfirehtir û hinek pêşniyarên ji bo pewerdekirina van zarokên kurd hatine bilêvkirin.

Ji vir, em çar modelên perwerdehiyeke pirzimanî û pirzaravayî ya ser bingehê zimane dayikê pêşniyar dikin ku her yek ji van têkiliyên psîkozimanî û civakî yên navzimanî ber çava digire her wiha cudahiyên zaravayî û devokî jî ji bîr nake. Ser de jî, di vê xebatê de, profîla heterojen a civakezimanî ya xwendekarên kurd ji aliyê fakterên mîna zayenda civakî, çînî û baweriyên olî ve tê nîqaşkirin. Her wiha ev xebat gazî feraseteke nû a perwerdehiyeke pirzimanî dike ku mijara xwende-nivîsendetiyê bi çavekî rexneyî dibîne dixwaze şexs û civakên rexneyî/vegûherîne rabin bi saya vê feraseta perwerdehiya nû.

Bi van hestan, ev xebat 4 modelan pêşniyar dike:

Modela 1ê, ji bo xwendekarên tenê kurdî dizanîn an jî gelek kêm tirkî dizanin; Modela 2yê, ji xwendekarên ku ji zaroatiya xwe ve  hem kurdî hem jî tirkî seh kirine û van her du zimanan jî dizanin; Modela 3 û 4ê jî ji bo wan xwendekaran e ku ber sedemên cuda zimanê xwe yê dayikê, kurdî, berdane û êdî tenê tirkî xeber didin e.

files/images/IMG_0864.jpgPiştî rûniştina yekem, ya ku me berhemên xebatên xwe pêşkêş kirin, me rûniştina duyê pêk anî. Ji bo wê rûniştinê parlamenterên partiyên siyasî, yên di Lijneya Lihevhatina Qanûna Bingehîn de hatibûne vexwandin. Ser navê AKPGalip Ensarioğlu got ku di van 5 salên dawî de kurd li ser mijara pewerdehiya bi zimanê dayikê bûne yek deng, divê ev yek di civaka Tirkiyeyê de baş bê fehmkirin, pewerdehiya bi zimanê dayikê mafekê demokratîk û insanî ye û kurd jî vê yekê venagerin. Wî got ku ew jî tê de, ti kurd dê ti caran dest ji vî mafê xwe bernedin û ev yek divêt ti caran neyê ber bazarê jî. Ensarîoglu ev gotinên henê li axaftina xwe zêde kir: li Stenbolê dibistanên rûm û ermeniyan hene ku bi zimanê wan ê dayikê perwerdeyê didin û ji bilî wan jî hinek dibistan bi zimanê frensî û ingilîzî perwerdeyê didin, lê dema mesele tê ser kurdan tê gotin ko ‘’ew ne kêmîne ne.’’ Wî got ku her çende kurd ne kêmîne bin jî mafê kêmîneyan jî ji bo kurdan nayê dayin. Heger kurd neteweyek bin, hejmara wan gelek bin, hemwelatiyên hevmaf bin, divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê qebûlkirin.

Ji milê dî ve, Altan Tan ku ser navê BDPê hatibû dîyar kir ku binasê pirsgirêka pewerdehiya bi zimanê dayikê ne zanistîye lê sîyasî ye. Altan Tan eşkere kir ku ew endamên dî yên Lîjneya Lihevhatina Qanûna Bingehîn jî perwerdehiya bi zimanê dayikê mecbûrî dibînin lê ew nikarin vê yekê li polîtîkayê partiyên xwe zêde bikin. Wî got ku êdî ragirên rojhilata navîn hatine guhertin û di demekê ku minaqeşeyên qanûna bingehîn tê kirin de, pêkanîna daxwaza pewerdehiya bi zimanê dayikê nayê bi paş de dan, nemaze Tirkiyeyê ew dem nîne ku vê yekê bi paş de bide.files/images/IMG_0848.jpg

Atilla Kart ku bi ser navê CHPyê hatibû vexwandin bi peyameka nivîskî diyar kir ku ji ber karekê ji Navenda Giştî [ya partiya wî] ne mûmkin e ko ew were civînê û ji bo vê yekê ew xemgîn e.

Em hêvî dikin ko bernameya me ya Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê, dê ji bo nîqaşên zanistî yên ji bo çêkirina paşerojeke pirzimanî û pirçandî perspektîfeka nû veke û ev bername dê ji bo hemî neteweyên ko perwerdehiyeke ser bingehê zimanê dayikê dixwazin bibe piştgiriyeke erênî. 

Ji bo dîtina nivîsên dî bitikîne