Array
(
)
Array
(
    [id] => 33
    [kat_id] => 6
    [menu_id] => 6
    [publish] => 1
    [duyuru] => 0
    [popup] => 0
    [social_media] => 1
    [pg_home] => 0
)
Array
(
    [0] => 1
    [1] => 
)

Bernameya Lêkolîna li ser Zimanê Zikmakî û Pedogojîyê: Bi vê bernameyê lêkolîn li ser pirsgirêkên ku bi nebûna perwerdeya bi zimanê zikmakî çêbûne  û polîtîkayên perwerdeyê hatine kirin. Ji bo çêkirina  modelên perwerdeya bi bingehê zimanê zikmakî, ya pir-ziman pêşniyar hatine dayin.
Enstîtûya me bi lêkolîna li ser zarokên ku nikarin di dewra sosyalbûnê (civakîbûnê) de û di perwerdeya giştî de zimanê xwe yê zikmakî baş bikin û encamên hîyerarşîya di nava zimanan de eşkere dike. Ji bo jiyaneka pir-ziman li rêyên pedogojîk digere.
Beşên vê lêkolînê ev in: Di navbera nifşan de guherîna zimanê zikmakî, ji bo perwerdeyê amadekirina berhemên edebiyata devkî ya zarokan û lîstikên zarokan, modelên pir-ziman û pir-çand, teşvîqkirina ji bo afrînerîya berhemên çandî, ya zarokên mayîn di travmaya (sahma) civakî de.


Kordînatorê Bernameye

 - Atalay GOÇER
   atalay.gocer@disa.org.tr

Bernameya Lêkolîna li ser Edalet û Avakirina Aştiyê: Di vê bernameyê de dane û agahiyên li dinyayê wek »çareseriya pevçûnan« tê binavkirin li gor rastiyên herêmê hatine eşkerekirin û agahî û daneyên li gor wê yekê hatine amadekirin.
Di bernameyê de analîz û dan-ber-hevî ji bo wan lêkolînan hatiye kirin ku ew lêkolîn edaletê wek serastkirina hiqûqê (dadê) û aştiyê jî wek lihevkirinekê dibînin û vê rêyê jî wek rêyeka nişûvî û evrazîyên wê heyîn nîşan didin.
Beşên bernameyê ev in: Danîna çekan û bêçekbûn, saziyên nî-çekdar (paramîlîter) û paralel, parastina xelkê sivîl, rûbirûbûna digel hesabên dema borî û eşkerekirina heqîqetê, veguherîna di dewletên ji hev cida, pêvajoya mûzakere û avakirina aştiyê, dînamîkên pevçûnên li herêman û tehsîra (bandora) wê ya li pêvajoyên herêmî, navbeynkarî û pêvajoya navbeynkarîyê, analîza li ser pêvajoyên dom nekirîn. 


Kordînatorê Bernameye

 - Murad AKINCILAR
   murad@disa.org.tr

 

Bernameya Lêkolîna Jiyan û Mekanên Mayinde yên Li Diyarbekirê: Ev lêkolîn li ser wê yekê ye ku balê dikêşe ser jiyaneka mirov-navend, ekonomiyeka navendî û ekonomîya bi hevgirîyê pêk hatî ya herêmî, polîtîkayên ji bo çêkirina mekanên li gor çanda herêmê.
Armancên vê lêkolînê ev in: Lêkolîn û gengeşîyên li ser polîtîkayên bajarçêkirinê û geşbûna ekonomîyê yên ku ji navendekê-bûrokrasîyekê ve ji rastiyên civakê dûr têne amadekirin, mezin bike.
Beşên lêkolînê ev in: Polîtîkayên bajarçêkirin û vehewandinê, ekonomiya aştiyê, xweserî û parvekirina çavkaniyên navendî, ekonomiya pir-beşdar û çêkirina bajarên şînkayî lê heyî, çandiniya xwecihî, îktîsada mekan-mirov-xwezayê bernameyên têkoşîna li dijî hejarîyê.


Kordînatorê Bernameye

- Melîke ELÎK
  melikeelik@disa.org.tr