ENSTÎTÛYA DIYARBEKIRÊ BO LÊKOLÎNÊN SÎYASÎ Û CIVAKÎ


ENSTÎTÛYA DIYARBEKIRÊ BO LÊKOLÎNÊN SÎYASÎ Û CIVAKÎ, bêyî ku peywendîyeka wê bi sîyasetê ve hebe, wek enstîrûyeka pir-reng, di 8ê Adara 2010ê de, li Diyarbekirê hatiye avakirin.

Enstîtûya me xebatên xwe bi bingehê sê bernameyên lêkolînê didomîne. Armanc ew in ku; DISA ji bo wan kesên di nav civakê de ji bo bernameyên lêkolînê kar dikin bibe navendek, DISA bi agahiyên rasterast ji çavkaniyan û agahiyên ji xebatên di nava civakê de piştgiriya bipêşketina civakî û siyasî dike.

DISA ji bo baldariya wan kesên eleqedar, bi lêkolînan nîşan dide ku digel ferq û cidayîyan jî dikare jiyaneka bi hev re(pêkvejiyan) hebe, ji bo vê yekê, DISA; konferans, panel, komxebat, atolye û raporan pêk tîne û piştgiriya parvekirina agahiyan dike.

Bernameya Lêkolîna li ser Zimanê Zikmakî û Pedogojîyê: Bi vê bernameyê lêkolîn li ser pirsgirêkên ku bi nebûna perwerdeya bi zimanê zikmakî çêbûne  û polîtîkayên perwerdeyê hatine kirin. Ji bo çêkirina  modelên perwerdeya bi bingehê zimanê zikmakî, ya pir-ziman pêşniyar hatine dayin.

Enstîtûya me bi lêkolîna li ser zarokên ku nikarin di dewra sosyalbûnê(civakîbûnê) de û di perwerdeya giştî de zimanê xwe yê zikmakî baş bikin û encamên hîyerarşîya di nava zimanan de eşkere dike. Ji bo jiyaneka pir-ziman li rêyên pedogojîk digere.

Beşên vê lêkolînê ev in: Di navbera nifşan de guherîna zimanê zikmakî, ji bo perwerdeyê amadekirina berhemên edebiyata devkî ya zarokan û lîstikên zarokan, modelên pir-ziman û pir-çand, teşvîqkirina ji bo afrînerîya berhemên çandî, ya zarokên mayîn di travmaya(sahma) civakî de.

Bernameya Lêkolîna li ser Edalet û Avakirina Aştiyê: Di vê bernameyê de dane û agahiyên li dinyayê wek »çareseriya pevçûnan« tê binavkirin li gor rastiyên herêmê hatine eşkerekirin û agahî û daneyên li gor wê yekê hatine amadekirin.

Di bernameyê de analîz û dan-ber-hevî ji bo wan lêkolînan hatiye kirin ku ew lêkolîn edaletê wek serastkirina hiqûqê(dadê) û aştiyê jî wek lihevkirinekê dibînin û vê rêyê jî wek rêyeka nişûvî û evrazîyên wê heyîn nîşan didin.

Beşên bernameyê ev in: Danîna çekan û bêçekbûn, saziyên nî-çekdar(paramîlîter) û paralel, parastina xelkê sivîl, rûbirûbûna digel hesabên dema borî û eşkerekirina heqîqetê, veguherîna di dewletên ji hev cida, pêvajoya mûzakere û avakirina aştiyê, dînamîkên pevçûnên li herêman û tehsîra(bandora) wê ya li pêvajoyên herêmî, navbeynkarî û pêvajoya navbeynkarîyê, analîza li ser pêvajoyên dom nekirîn.

Bernameya Lêkolîna Jiyan û Mekanên Mayinde yên li Diyarbekirê: Ev lêkolîn li ser wê yekê ye ku balê dikêşe ser jiyaneka mirov-navend, ekonomiyeka navendî û ekonomîya bi hevgirîyê pêk hatî ya herêmî, polîtîkayên ji bo çêkirina mekanên li gor çanda herêmê.

Armancên vê lêkolînê ev in: Lêkolîn û gengeşîyên li ser polîtîkayên bajarçêkirinê û geşbûna ekonomîyê yên ku ji navendekê-bûrokrasîyekê ve ji rastiyên civakê dûr têne amadekirin, mezin bike.

Beşên lêkolînê ev in: Polîtîkayên bajarçêkirin û vehewandinê, ekonomiya aştiyê, xweserî û parvekirina çavkaniyên navendî, ekonomiya pir-beşdar û çêkirina bajarên şînkayî lê heyî, çandiniya xwecihî, îktîsada mekan-mirov-xwezayê bernameyên têkoşîna li dijî hejarîyê.

SAZKERÊN ENSTÎTÛYÊ


Dilek KURBAN, Fazıl Hüsnü ERDEM, M.Galip ENSARİOĞLU, Meral DANIŞ BEŞTAŞ, Necdet İPEKYÜZ, Nurcan BAYSAL, Osman KAVALA, Raif TÜRK, Semahat Sevim ŞAR, Sertaç BUCAK, M.Sezgin TANRIKULU, Şahismail BEDİRHANOĞLU, Şemsa ÖZAR, A.Vahap ÇOŞKUN, M.Emin AKTAR, Nesrin UÇARLAR, Cuma ÇİÇEK