Civakeke ku di bin şert û mercên azad de bi zimanê xwe jiyana xwe bidomîne, bi çand û dîroka xwe bijî, mafê perwerdeya xwe ya xwezayî bikar bîne, ew civak dê çanda xwe ya devkî wek çavkaniyekê bibîne û wê ji hêla civakîbûyînê ve pêşketinên mezin derxe holê. Heman civak ji ber zordariya hêzên serdest zimanekî din bikar bîne, dê ji xwezaya xwe, dîroka xwe, çand û zimanê xwe dûr bikeve û bibe xwediya kêmasiyan. Rewşa civaka kurd bi vî awayî ye. Civaka kurd, xwedî çand, dîrok, xweza û zimanekî dewlemend e, ji ber zextên dewletên desthilatdar hatiye astengkirin. Li ser vî bingehî çand, dîrok û zimanê gelê kurd nebûye xwedî derfet ku xwe bi awayê niviskî bigihîne nifşên nû. Civaka kurd bi rêya dengbêj, çîrokbêj û stranbêjan bi awayê devkî çand û dîroka xwe parastiye û gihîştiye roja îro. Di encama vê yekê de çanda devkî bi pêş ketiye. Ev lêkolîn bi armanca berhevkirin, tomarkirin û arşîvkirina zargotina kurdî, di navbera Hezîran û Îlona 2014an de li pênc herêmên Bakurê Kurdistanê, bi tevahî di nava 78 rojan de, li 14 bajar, 32 navçe, 2 bajarok û 76 gundan hate kirin û bi 854 kesan re hevdîtin pêk hat. Ev lêkolîn ji hêla erdnîgariya Bakurê Kurdistanê ve xebateke berfireh e. Li gel vê berfirehbûnê armanca vê xebatê ev e ku materyalên berhevkirî, li gorî pedagojiyê bên amadekirin û di encamê de bibin materyalên perwerdeya pêşdibistanê.