Belavoka “Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê” Hat Weşandin

Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê
Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê

Enstîtuya Diyarbekirê bo Lêkolînên Siyasî û Civakî (DİSA) lêkolîn û xebatên xwe yên derheqê Bikaranîna Zimanê Dayikê di Perwerdeyê de didomîne. Di vê çarçoveyê de bernameyeke bi navê Berekariya Zimanê Dayikê di Perwerdeyê de hatiye amadekirin ku daxwaza Bikaranîna Kurmanciyê wek Zimanê Dayikê di Perwerdeyê de dike. Bi vê bernameyê rêzebelavokên pirzimanî bin navê Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê tên amadekirin bi mebesta afirandina hişmendiyekê nav gel û xurtkirina nîqaşên heyî bi lêkolîn û xebatên zanistî. Yekem ji van belavokan wekî rêzê bixwe, bin navê Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê bi Kurmancî û Tirkî duzimanî çap bû. Di vê yekem belavokê de mijarên wekî girîngiya bikaranîna zimanê dayikê di perwerdeyê de, têkiliya perwerdeya ser esasê zimanê dayikê bi cinsiyeta civakî re, perwedeye duzimanî ya nûjenî, polîtîka û pratîkên zimanî, têkiliya navbeyna zimanan, layenê aborî ya perwerdeya duzimanî û pircureyiya zimanî hatine nivîsandin bi destê akamisyenên bispor ên li seranserê cihanê tên nasîn. Em şad û bextewar in bi parvekirina van xebatan bi we re.

Bi tikîne.


Comments are closed.