Belavoka “Modelên Perwerdeya Ziman û Mînakên Cîhanê” Hat Weşandin

Yekem belavok bin navê Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê bi Kurmancî û Tirkî duzimanî çap bûbû. Niha jî em belavoka duyem bi we ra parve dikin. Di belavoka duyem de kurtegotarên derheqê modelên perwerdeya ser esasê zimanê dayikê û perwerdeya duzimanî/pirzimanê cih digirin. Nîvasara yekem, ku Şerîf Derince nivîsandiye, çarçoveyeke giştî ser bikaranîna zimanê dayikê di perwerdeyê de û modelên tên bikaranîn îzah dike. Nivîsara Aikman ser jinûve geşkirina zimanên binkî ye û bal dikîşîne ser girîngiya bikaranîna zimanê dayikê di perwerdeyê de ji bo jinûve geşkirinê.  

Modelên Perwerdeya Ziman û Mînakên Cîhanê
Modelên Perwerdeya Ziman û Mînakên Cîhanê

Bi heman şiklî, Albó jî modela Perwerdeya Duzimanî û Navkultûrî ku li Bolîvyayê bi awayekî serketî tê bikaranîn destnîşan dike. Malone, modelên ku bi zimanê dayikê dest pê dikin û paşî zimanê serdest li gor hin merhaleyan lê zêde dibin şîrove dike bi çend tabloyên kardayî. Heugh jî çend lêkolînên li Efrîqayê hatine birêvebirin dide berhev û dibêje ku her çiqas hinek sûdên kurtedemî jê bên girtin jî di modela derbaskirinê de serketinên bidestketî ji sala pêncê pê ve ji dest diçin. Di nivîsara dumahikê de, Jhingran û Miller derheqê modelên perwerdeya pirzimanî li Hîndîstanê agahiyên kêrhatî didin; lê dibêjin wexta mafên qanûnî bê danan jî di sepandinê de pirsgirêk dewam dikin.

Em şad û bextewar in bi parvekirina van xebatan bi we re.

Ji bo ku em bi tirkî bigihîjin vê hejmara 2-an a rêzenivîsa me


Comments are closed.