Belgefîlma bi navê “Dengên Bakur Gul Vedidin” hate pêşandan

Belgefîlma bi navê “Dengên Bakur Gul Vedidin”, bi beşdariya nûnerên gelek saziyan, mamost û xwendekaran ên di derbarê zarok û zimanê dayîkê de dixebitin, 16ê Çileya 2016an saet di 13:00an de li Odeya Avahîsazan a Amedê hate pêşandan. Piştî pêşandana belgefîlmê a ku ji serî heta binî lêkolîna Li Kurdistanê Wêjeya Zarokan vedibêje, danasîna lêkolîna bi navê Dengê Bakur jî pêk hat. Her wiha pirtûkên ku di encama vê lêkolînê de derketin holê û li krêşên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Kampa Şengalê wekî materyalên perwerdeyê tên bikaranîn ên bi navê Seta Gulgulîskên Zarokan hate danasîn. Piştî guftûgoya berpirsiyarê lêkolînê a Ferîdûn Bîrgul, bi beşdariya Serokê Rêveberiya DÎSAyê Necdet Îpekyuz û Koordînatorê projeyê Atalay Koçer guftûgo berdewam bû. Bi tevî pirsê beşdarvanan û bersivandina pirsên wan, pêşniyara danasîna xebatên bi vî rengî hate kirin.

Comments are closed.