Bi Cerdevantiyê Dixwazin Civaka Kurd Di Bin Nîrê Xwe De Biçewisînin

Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DİSA), li ser mijara ‘’pergala cerdevantiyê’’ ku li herêmê vegeriyaye nexweşiyekê bi xebateke ku du sal in berdewam dike kir pirtûk.

Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DİSA), li ser mijara ‘’pergala cerdevantiyê’’ ku li herêmê vegeriyaye nexweşiyekê bi xebateke ku du sal in berdewam dike kir pirtûk. Yek ji nivîskarên pirtûkê Prof. Dr. Şemsa Ozar pergala cerdevantiyê, ‘’ Bi saya serê vê vesaziya nîvleşkerî ya pirxebat , dewlet ji aliyekî ve dixwaze serweriya qada leşkerî bi dest bixe, ji aliyê din ve jî dixwaze kurdan di bin nîrê xwe de biçewisîne û ketiye nav hewleke ku wareke bi her awayê bikaribe kontrol bike biafirîne.’’ Bi van gotinan pênase kir.

Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DİSA), li ser ‘’Cerdevantiya Gundan’’ encama lêkolîna ku ev du sal in kirine weke raporeke amade kirin. Danasîna pirtûka bi navê ‘’ Ji do heya îro li Tirkiyeyê vesaziyeke nîvleşkerî, pergala cerdevantiya gundan.’’ li Salona Konferansê ya Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwînî bi panelekê hat kirin. Li ser vê pirtûka ku weke 200 rûpelan bi sê zimanan hatiye çapkirin paneleke hat çêkirin, Alîgirê Serokê Giştî ya BDPê Prz. Meral Beştaş, Serokê Baroya Amedê ya heyama ewil Mehemt Emin Aktar, qunciknûsê Ozgur Gundemê Hicri İzgoren, Erkdarê Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê Alg. Doç. Dr. Abdulvehap Coşkun û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û xwendekar tevlî vê panelê bûn.

Pêşkêşkirina panelê, di heman demê de nivîskarên pirtûkê Prof. Dr. Şemsa Ozar û Dr. Nesrin Uçarlar bi hev re kirin. Prof. Dr. Şemsa Ozar got ku ji roja 1ê Sibatê 2013an ve di nav sînorên 22 parêzgehên li herêmê 46 hezar 195 cerdevanên derbasdar hene, li gor belgeyên fermî jî ev hejmar li derdora 20-25 hezaran e û Prof. Dr. Şemsa Ozar bal kişand ser cerdevan girtina dewletê ji vegotina gundiyan ku cerdevaniyê li wan pêşniyaz kirine derket holê.

‘Bi Cerdevantiyê Dixwazin Civaka Kurd Di Bin Nîrê Xwe De Biçewisînin’

Ozar diyar kir, heyama ku şer rawestiyabû li şûna tasfiyeya cerdevantiyê, hejmara wan hat zêdekirin û got ji bo dewletê vesaziya nîvleşkerî ku weke ‘hêza ewlehiyê’ tê dîtin, di heman demê de bi rêya bişaftin û perçebike- birêvebibe ve armanca çewisandinê dihebîne. Ozar got ku ‘’Dewletê bi pergala cerdevantiyê bi her maneyê kontrolkirina kurdan kiriye armanc û îfade kir ku pargala cerdevantiyê û bi wateya leşkerî dixwaze serweriya qadê bi dest bixe.’’

Nivîskar Dr. Nesrin Uçarlar ku di navbera salên 1984-2011an de li meclîsê li ser nîqaşên cerdevantiyê vekolandibû jî nîşan da ku, ‘’Partiyên siyasî dema di muxalefetê de ne radigihînin ku dê cerdevantiyê rabikin lê belê dema dibin desthilatdar tenê ji bo îslehkirina vê pergalê hewil didin.’’ Uçar got, ‘’Pergala cerdevantiyê di nav gel de sedema şer e. Ev şer di serî de bi pirsgirêka polîtîkbûn, aborî û îstihdamê nayê çareserkirin. Di meclîsê de partiyên desthilatdar ên parêzker hin caran jî behsa feydeyên tetbîqkirina cerdevantiyê dikin.’’ Û xwest cerdevantiya gundan bê rakirin.

Hevsera cerdevanî: Mêrê min jî mirî ye lê em hîn ditirsin, lewra em êdî xayîn in.

Ozar, ji beşên pirtûkê ku bi lêkolînên qadê ve eleqedar in, hin qismên hevpeyvînên ku bi cerdevan, hevserên cerdevanan, zarok û li ser pergala cerdevantiyê kiribû parve kir:

  • “Cerdevan, Wan: Îro jî derfet hebin, vê pirsgirêkê çareser bikin, herî pêşî em çek datînin. Ku derfetê me hebin. Tu wext me pergala cerdevantiyê qebûl nekir. Gundê me û gundê derdora ma, me giştan bi zorê kirin cerdevan.
  • Keça cerdevanî, Licê: Deme em diçin cihekê em nikarin bibêjin em zarokên cerdevanî ne, bi zena pirsgirêk derkeve. Kekê min li zanîngehê dixwîne, ew jî her tim diveşêre.
  • Hevsera Cerdevanî Farqîn: Mêrê min jî mirî ye lê em hîn ditirsin, lewra em êdî xayîn in.
  • Cerdevanî, Midyat: Dema wexta wî were leşkerî baş tevdigere, wext tê zextê dike, heqaretê dike. Tu feydeya cerdevantiyê ji me re çênebû lê belê pir tiştan ji me bir. Ev pergal di rewşa noqavbûyînê de ye.
  • Cerdevanî, Qulp: An Mûş an Çewlig an jî Şîrwan, li her cihê, li ku dixwestin me dibirin wir ji bo êrişê. Mesele ev e. Bi roj bi şev hin cara bi mehan em li derve diman.’’
‘Bila cerdevanên ku li dijî sivîlan sûc kirine derkevin pêşberê dadgehê’

Ozar ku ji lêkolînên xwe yên qadê hin mînakan parve kir, dawî hin bendên ku di pêvajoya tasfiyeya cerdevantiyê de bala mirov li ser bibe wiha rêz kir û got: ‘’ Divê hemû çek û îmtiyazên cerdevanan ji wan bên sitendin, divê pergala cerdevantiyê bi temamî bê tasfiyekirin. Divê cerdevanên li hemberî sivîlan tawan kirine bi lez derxin pêşiya dadgehê. Cerdevanan ji ax û avahiyên ku bi bernameyekî dagir kirine vekişîna wan bê peydekirin. Divê mafên xwebûnê yên cerdevanan bê dayîn, kesên di temenê xebatê de ne ji bo bibine xwedî kar divê hin alternatif bên berpêşkirin. Kesên ku cerdevantî kirine û yên hîn jî dikin divê teqez di karên nobedariya daristanê, ewlehiya dibistanê, nobedariya xeta neftê û di karên ewlehîkarî û parastinê de nexebitin. Di karên lazim e çek bê girtin de an jî li ser hin kesên din bibe xwedî îmtiyaz divê tedbîrên baş bên girtin ji bo bi tu awayê di van karan de nexebitin. Lazim e di navbera PKKê û cerdevanan, lazim e di nabera cerdevanan û gundiyan de piştî ku cerdevan çekan ji dest berdin ji ber çalakiyên tol hildanê neyên kirin, divê lihevhatineke ku hemû alî tevlî bibin bê kirin.’’

Comments are closed.