Birîna ziman derbas dibe?

Di lêkolîna “Birîna Ziman: Li Tirkiyeyê Pirsgirêka di Perwerdeyê de Bikarnanîna Zimanê Zikmakî” ku Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA) bi sê akademîsyenan da çêkirin de hem vegotinên xwendekar, hem vegotinên mamosteyan û hem jî vegotinên dayikbavan hene.

 

Rûşen: “Dema min dest bi Dibistana Seretayî kir, ji ber ku bi tirkî nizanibûm, giriyabûm. Mamoste bi tirkî diaxive, tu tiştekî jê fêm nakî û dest bi girî dikî.” Gulbahar: “Di navbera me de dûrahiyek çêdibû, lewre me nikaribû xwe vegota. Çi pirsgirêka me hebûya, me nikaribû vegota. Hin hevalên me hebûn, rewşa wan nebaş bû. Ya bestika wan qetandibû ya jî dema tiştek bûbûna nikaribûn derdê xwe vebêjin. Mamoste li wir qîr dikir, weke ku zarok xesarek kiribe. Di rastiyê de rewşa wî ya maddî nebaş e lê nikare bîne ziman an jî li malê tekildarî waneyan û spartekan pirsgirêkek din dijî, nikare vebêje. Ji ber ku mamoste bi tirkî vedibêje, pirî caran spastekên xwe çênake. Min di bîrkariyê de hin tişt kiribû lê dibistanê, navê min derketibû…lê ji ber ku xwendina bi tirkî di bin 50 peyvî de zanibûm, hem mamoste hem jî ez sar bûbûm. Mamoste li hemû kesên ku di bin 50 peyvî de bi tirkî zanibûn da, lê hinek pir li min da. Li wir êdî bertekek weke ‘çawa nizane’ derketibû…Pirî caran nizanbûm û nefemkirina me bi kulmek an jî lêdanê bi dawî dibû. Te radikir, tiştek ji te dipirsî. Dema ku te bersiva pirsê nedana, ji wî tirêqê ku ji eksa wî re wisa dikî. Weke tiştekî din dihat fêmkirin û li hember bertek diafirand. Ev pirî caran bi lêdana xwendekar bi dawî dibû. Pirsgirêka ku herî zêde em dijiyan ev bû.” Ahmet: “… hin caran pir aciz dibû. ‘Vedibêjim, vedibêjim, hûn fêm nakin?’ Bi rastî jî me fêm nedikir. Me tenê li rûyê wî dinêrt. Ji ber ku me tiştek jê fêm nedikir, bêdeng diman. Ev yek hinek jî me kir xwendekarekî pasif. Piranî em bêdeng diman, hewl dida bêdeng bimînin.” Sîdar: “Tu ji malbatê qut dibûyî. Nêvengeke nû, zimanekî nû. Elbest her tişt pir zor bû. Tu nikarî xwe bînî ziman û xwe bindest hîs dikî û ji xwe bawer nakî…Ji ber ku me bi zimanekî din perwerde didît em ji zimanê xwe dûr diketin. Ne di tirkî de ne jî di kurdî em baş in. Dema em diçûn malê bi zimanekî cûda û dema em diçûn dibistanê jî bi zimanekî cûda diaxivîn. Li wir qutbûn çidibû. Îro jî zehmetiyên vê yekê dijîm.” Ahmet: “Ji ber ku min di dibistana seretayî de pirs nepirsî ye, li zanîngehê jî dema tiştek tê axaftin bêdeng dimînim. Li derve dema tiştek bê axaftin bêdeng dimînim. Ez zanim ku ev ji dema min a distanê tê.” Osman: “Dema me dest bi dibistanê kir bi tirkî nizanibûn. Di 12-13 saliya xwe hinek hîn bûn. Me bi qasî 15 salan dereng dest bi jiyanê kir.” Osman: “… Em têkçûna 1-0 dest bi jiyanê kir. 10 sal 15 sal dereng dest bi jiyanê kir. Ew dikaribûn têkilî deynin, em nikaribûn. Zarokên polis, mamoste û karmandan hebûn. Waneyên ku ji malbata xwe digirt dihat li dibistanê rast e rast ji mamoste jî digirt. Ew amadekar dihatin, hewce nedikir ku bikevin nav hewldaneke din. Lê diviya ku me gelek hewldan bida.” Lezgin: “Em li navenda bajar diman, cihê em li diman ji ber peywira dayika min dewletê ji me re peyda kiribû… dayika min bi kurdî bangî min kiribû. Zarokên hevalên min ji min pirsîn ku dayika min dibêje çi? Min jî ji wan re gotibû ku dayika min bi fransî diaxive. Wê demê diçim dibistana navîn. Wan jî çibû ji dayikên xwe re gotibûn ku dayika min fransayî ye, ji Fransayê hatine li vir dimînin. Paşê dayikên wan jî ji dayika min pirsîbûn û gotibûn ku kurê te wisa gotiye. Dema ku dayika min pirsa ‘çima’ j imin kiribû, min bersiva ‘min şerm kiribû’ dabûyê. Wê demê piraniya zarokên bînaya me tirk bûn û bi tirkî diaxivîn. Ji bo ku neyim dûrxistin min tiştekî wisa gotibû.” Tiştên li jor tên gotin, ji lêkolîna ‘Birîna Ziman’ ku ji Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA) ji aliyê Vahap Coşkûn, Şerîf Derînce û Nesrîn Ûçarlar ve hatiye amadekirin in. Kes rasteqîn in, lê navê wan hatine guhertin. Cihê herî balkêş ê lêkolînê vegotinên bi hûrgilî yên 13 kesên ku qet bi tirkî nizanibûne û dest bi dibistanê kirine.

Mamosteyên bi kurdî nizanin Koma duyemîn a lêkolînê jî 10 mamosteyên ku qet bi kurdî nizanin û tirkî hînî zarokên ku qet bi tirkî nizanin dikinin. Ayşegul: “Tiştê difikire jî bi kurdî difikire. Bi tirkî nizane! Her tişt bi kurdî ye. Xweynin xwe jî bi kurdî dibînin. Girêdana wan bi tirkî re tuneye. Tirkî tenê zimanê ku li dibistanê tê hînkirine. (…) Dema min pola yekemîn dida xwend, li gundeki çiya bû, zarok pir xweş dixwîne. Dip ola yekemîn de pir xweş dixwîne. Dibêjim çi dibêje, dibêje ‘nizanim kî’. Zarok tu tişt fêm nake. Heta min careke ji van re got çîrokek bixwînin: Elî hebûye, di deste kalê Elî de gopal hebûye…Min ji pola 30 kesî pirsa ‘gopal çî ye?” kir. Tenê kesek jî nizanibû. Min pirtûk girt. Kesekî fêm bike tuneye.” Bengî: “Heke zarok jê min fêm bike dê tebigihîje. Ji ber ku ji min fêm nake tu tiştekî tênagihîje. Tenê bi îşaretan tiştên ku bike dibêjim. Ya ji bi hevalên wî yên bi tirkî zanibin dideme gotin. Di pola min 3 xendekar hê bi tirkî nizanin û rewşa wan a k udi polê de bimînin heye. Daxwaz û hewldana zarok a hînbûnê heye. Lê nikare vê yekê bike.” Melîke: “… em hemû mamoste hin caran dibêjin gelo mêjiyê van zarokan nexebite? Ne pêkane ku mêjî 30 zarokî bi hev re li paş mabe. Lê bi rastî dema waneyê vedibêjim kêf nagirim.” Derya: “Carnan mirov ji bo van zarokan xemsar dibe û ji xwe re dibêje ‘dê çi bibe ji van zarokan?’ Bi çend sifiran dest pê kirine. Mi.n nejimar. Van zarokan, di mijara ziman, aborî, malbat, hawridor û di her mijarê de bi têkçûnê dest bi jiyanê kirine. Ez li taxake xîzan a Îzmîrê rûniştime, ez jî vana bi siûdtir im. Ayşegul: “Tu gazî dayikûbav dikî û dibêjî ez ê bibêjim bila zarokê xwe bidine xebitandin û pê re mijûl bibin. Lê dayikûbav jî hem bi tirkî nizanin hem jî nizane ku dê çawa bi xwendekar re mijûl bibe.”

Mamosteyê bi kurdî dizane Koma sêyemîn jî mamosteyên ku bi kurdî dizanin û bi zanebûn dixwazim tirkî hînî zarokên ku tenê bi kurdî dizanin bikin. Hamdi: “… bi taybetî dema min li Cizîrê mamostetî dikir, polen 118 kesî da xwendin. Di nav vî 118 kesî de tenê kesek bi tirkî zanibû. Ew ji ber ku ji derve boyaxa solan kiribû zanibû. Xwendekarên din kesek jî bi tirkî re rû bi rû nemabûn. Ji berk u bejahî bû televizyon jî pir bi bandor nebûbû. Pirr hindik ew jî stranan zanibûn. Teqez kesên ku zanibin biaxivin tunebûn. Di vê rewşê de tu jî xwe di polê de weke fezayî dihesibînî. Kesên ji te fêm bikim tünene. Paşê tenê li nav çavên te dinêrin û nizanin tu ji wan re dibêjî çi. Nikare xwe bîne ziman.” Abdullah: “Hin hempîşeyên me jî weke sîxuran ji zarokan re digotin, ‘Hûn teqez bi kurdî neaxivin’. Hin zarok weke sîxuran dikarin nav xwendekaran ên bi kurdî biaxiviyana, giliya wî ji mamoste re dikirin. Heta ev sîxur heta malê jî diçûn.”

Dayikûbav Koma çaremîn jî dayikûbavên ku zimanên zarokên  wan ê li dibistanê û malê ji hev cûda bû. Meryem: “Li malê kurdî û li dibistanê jî tirkî dijîn. Ji ber vê yekê serê wan tevlîhev dibe. Gelek zehmetî dikişînin. Heke waneyên wan bi kurdî bûna dê serkeftî bûna.” Xanim: “Hin caran, ji bo civînên dayikûbavan, bavê wan diçû, weke jina malê ez nediçûm. Jê re digotin, ‘ hûn li malê çim abi wan re tirkî neaxivin, zarokên we zehmetî dikişînin. Wî jî digot, ‘zimanê me ev e’. Zarokên me bi tirkî dizanin, heta pola 5’an xwendin. Ji ber vê yekê zimanê me ev e, em ji gundan hatin.” Naze: “Welahî, ji ber ku bi tirkî nizanibûm, ji wan re nedibûm alîkar. Hin caran digotin, ‘em fêm nakin, lê em ji wan re nedibûn alîkar. Zarokê mezin alîkariya zarokê biçûk dikir. Heke kurdî bûna dê ji bo wan hê hêsantir bûna. Dê ji bo min jî baş bûna. Min ê jî hîn bikira.” Armanca lêkolînê, lêkolînkirina destpêkirina xwendin û nivîsandina, zarokên ku zimanê wan kurdî, bi zimanekî ku hindik ango qet pê nizanin, rê li ber pirsgirêkên derûnî, perwerdeyî, civakî û zimanî yên çawa vedike û diyarkirina taybetî û pêwistiyên perwerdeya xwendekarên di vê rewşê de bû. Bi sernav sernav encam: Danînatêkiliyê, Destpêkirina Têkçûna bi 1-0, Mayîna di Polê de û Terkkirina Dibistanê, Deximandin, Tundî, Bedengbûn û Libendêbûna Zengil û “zarokên biçûk” ku neçar man Sîxuriyê bikin. Nêrînên têkildarî rêbazên çareseriyê yên pirtûkê jî hene. Lê me li ser navê xwe dev ji van tiştan berda. Me xwest hûn destpêkê viya bifkirin: Van zarokan zarokên we bûna, ev mamoste û dayikûbavên ku bi ziman nizanin hûn bûna weyê çibikira?

Source Radikal


Comments are closed.