Cîvina Meseya Gilover a “Zindîkirina Pêvajoyên Çareseriyê ku Hatine Birîn: Kolombiya” ku DÎSA’yê bi hevkariya HBSD’ê li dar xist, li Amedê pêk hat

24’ê Îlonê roja Şemiyê, Sekreterê Ofîcîna Internacîonal de los Derechos Hûmanos Accîón Colombîa (OIDHACO) ku li cem Neteweyên Yekbûyî xwediyê statuya “rêxistina lê tê şêwirandin” e Vîcente Vallîes, pêvajoya peymana aştiyê ku di 24’ê Tebaxa 2016’an de di navbera Dewleta Kolombiyayê û FARC’ê de hatibû îmzekirin “ji nav pêvajoyê” vegot.

Di vekirina meseya gilover de Serokê Lîjneya Rêveberiyê ya DÎSA’yê Dr. Necdet Îpekyuz, diyar kir ku di vê pêvajoya sancoyî de beşdarbûna civînê ya herkesê ji Amed û derveyî Amedê ji her demê watedartir e û spas kir.

Vahap Çoşkûn ku dema îmzekirina peymana aştiyê ya Kolombiyayê, bi ser navê “Aqûbet li ser van erdan” goterek nivîsandibû, diyar kir ku şerê 54 salan ê Kolombiyayê ku di encamê de 220 hezar mirovan jiyana xwe ji dest daye, pêvajoyeke dijwar ku bi ketin û rabûnê têje ye û armanca civîna ku li Amedê tê lidarxistin dîtina reçeteyek bi sêr nîne “têgihîştin” e. Ji bo pêşkêşiya Vallîes jî hevgiriyeke dahûranî kir.

Serkarê sekreterya navendî ya rêxistinên 9 welatan û Kolombiyayê ku di sala 1995’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve statuya çavdêriyê jê re hatiye nasîn Vallîes, di civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin de, sedem û rêbazên ji nû ve zindîbûna pêvajoyên aştî û diyalogê ku berê 4 carana hatibû birîn, ji nûnerên 42 rexistinên sivîl, parlamenterên berê û aktif, karsaz û akademîsyenan re ragihand. Vallîes, xalên diyarker ên di metna peymana aştiyê ya ku ji 300 rûpelan pêk tê aşkera kir, da zanîn ku di muzakereyan de şertê zelalbûnê ji bo rêxistinên sivîl timik pêşanî ye, lê nerastîbîniya parvekirina her têkiliya aliyan a bi raya giştî re bi mînakan aşakera kir. Vallîes destnîşan kir ku di cerebaya Kolombiyayê de heta nûçeya lezgîn jî bi giştî medya terka zimanê şer nekiriye û qurfbariya her pêvajoya müzakereye ku bi çapameniyê re gelek tê parvekirin bi mînakan da. Vallîes, anî ziman ku heta dîroka 24’ê Tebaxê ku Peymana Aştiyê ya Kolombiyayê hat îmzekirin jî pevçûnan berdewam kiriye, lê li dijî çalakiyên provakatîf din av demê de vîneke hatiye avakirin. Bi lêv kir ku piştî demekê şûn 220 hezar mirovên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, li şûna hestên kîn tolhildanê, hestiyariya mirovî ya ji bo bidawîbûna êşê bi pêş xistiye. Vallîes ku têkildarî înşakirina bawerî, rola rêxistinên sivîl, rola çavê sêyemîn daxuyaniyan da, di nav 2 saetan de bersiva 37 pirsan da. Nîqaşa ku nûnerên partiyên siyasî yên cûda, rêxistinên lêgerînan maf û akademîsyan bi rê ve bir, weke xebateke ji mêrxasî û polemîka rojan e dûr derbasî qeydê bû.

Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê, dê rapora xebatê ya vê civîna meseya gilover bi raya giştî re parve bike. Em ji herkesî re spasiyên xwe pêşkêş dikin.

Comments are closed.