Di dergûşa şaristaniyê de bi ronahiya pirtûkan

12-17 Gulan 2015 Cih:  Sümerpark Stanta DîSA’yê di  1. Pêşengeha Pirtûkan a Amed’ê ya ku di navbera 12-17 gulanê de pêk tê ciyê xwe digire. Hûn dikarin di vê navedîrokê de bi serdana stanta me ya di qada pêşangeha li Sümerpark’ê bigihêjin weşanên me û hûn dikarin di derheqê xebatên DÎSA’yê yên pêkhatî û pêk tên de agahiyan bigirin. Herwiha li gorî bernameya pêşangehê ya ku danasîna lêkolînên DÎSA’yê dê bê kirin , di 15-16 û 17’ê gulanê de sê panel ê werî lidarxistin.

Di 15’ê gulanê saet 13:00’an de Feridun Birgül  dê vebîniyên lêkolîna me ya di derbarê wêjeya devkî,  ya ku me û TZP Kurdî di mehên havîna borî de li heremên Amed, Behdînan, Botan, Dersîm û Serhedê pêk anî berpêş bike û ji rapora lêkolîna ku me dil heye em di tirmehê de biweşînin dê nirxandinên balkêş parveke.

Di 16’ê gulanê saet 13:00’an de Nesrin Uçarlar encamên Lêkolîna ‘Edaleta Pêvajoya Derbasbûnê ya Wek Civakî’ ya ku di çarçoveya bernameya Avakirina Aşîtî û Edaleta Sazker  ya ku me par dest pê kir dê binirxîne û li ser pirtûka xwe ya lêkolînê ‘ Çu tişt ne li ciyê xwe ye’ dê bipeyive.

Di 17’ê gulanê saet 14’an de Handan Çağlayan  bi bingehiya pirtûka ‘Heman Mal Zimanên Cuda’ ya ku par di çarçoveya ‘Zimangûherîna Navbera Nifşan’ hat çapkirin  wê xebateke derbarê  ‘li Amedê bikaranîna zimanê zikmakî’ pêşkêş bike.

Kerem bikin, werin em li ser lêkolînan nîqaş bikin. Bi pevrebûna we em ê kêfxweş bibin.


Comments are closed.