DÎSA Hat Damezirandin

Enstîtûya Diyarbekirê bo Lêkolînên Siyasî û Civakî (DÎSA) di 8’ê Adara 2010’an de, li Diyarbekirê, ku bajarekî xwedî nasnameyeke dîrokî û girîngiyeke navendî ye, di serî de Kêşeya Kurd, li ser pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û çandî yên Tirkiyeyê projeyên lêkolînê bi rê ve dibe.

DÎSA saziyeke xweser a ramanî ye û bi înîsiyatîfa şazdeh kesayetiyên ve hatiye avakirin; Dilek Kurban, Fazıl Hüsnü Erdem, Galip Ensarioğlu, Meral Danış Beştaş, Mithat Sancar, Necdet İpekyüz, Nurcan Baysal, Osman Kavala, Raif Türk, Semahat Sevim Şar, Sertaç Bucak, Sezgin Tanrıkulu, Şahismail Bedirhanoğlu, Şemsa Özar, Şerif Derince, Vahap Coşkun.

Nirxên sereke yên perspektîfa DÎSA’yê pêk tînin, demokrasî, mafên mirovan û dijayetiya li cudakariyê ne. Enstîtû hewl dide mirovên xwedî bîr û ramanên cuda di bin sîwana van nirxan de bîne ba hev û di navbera wan de rê û derfetên diyalogê peyda bike.


Comments are closed.