DISAyê pirtûka “Heman Mal Zimanen Cuda” çap kir ko ew pirtûk guherîna zimanan a di navbera nifşan de dîyar dike.

Heman Mal Zimanen Cuda
Heman Mal Zimanen Cuda

Handan Çağlayanê ji Diyarbekirê da rê û kete dû bikaranîna zimên a di jiyana rojane ya di nav malbatên kurd ên cihê de; wê xebata xwe ya bi navê Heman Mal Zimanên Cuda sparte vê lêkolîna qadî/meydanî. Ev xebat nîşanî me dide ka di kîjan şert û mercan de nifşekê kurdî guhastiye nifşa din, lê belê bêhtir jî ka çawan nifşekê nekariye kurdî biguhêze nifşa din. Ev xebat, ji gelek aliyan ve pir tiştan hem li nîqaşên heyî yên siyasî hem jî li lîteratura akademîk a di vî warî de zêde dike. Beriya her tiştî xebata Heman Mal Zimanên Cuda, bi awayekî giştî zimanê kurdî yê ku di çarçoveya Tirkiyeyê de ji aliyê meseleya zimanê dayikê ve bûye mijara nîqaşên di biwara perwerdehiyê de, dixe nav çarçoveyeke firehtir û di warên din ên jiyanên rojane de li serê minaqeşeyan dike. Ew xwe sînordar nake, di heman demê de tenê bi lêhûrbûna li ser encamên qedexekirina zimanê dayikê, nîşan dide ka di navbera nifşan de qutbûna guhastina zimên di encama kîjan bandorên civakî, psîkolojîk û siyasî de pêk tê. Ji ber van sedeman jî para wê ya ku li lîteraturê zêde kiriye, pir girîng e.  

Handan Çağlayan di seranserê vê pirtûkê de pê dadikeve ka têkoşîna demdirêj a tevgera kurd çawan xwe di warê zimên de dide der û vê yekê ka ji bo kurdî rê li ber destkeftiyên bi çi awayî vekiriye. Dema vê dike jî di nîqaşên li ser zimanê dayikê de yên di warê siyasî û dîrokî de heqîqetan dibîne û wan di çarçoveyeke bi heqaniyet de bi cih dike. Bi vê re jî, gelekî girîng e ku bi bûyerên siyasî dadikeve, ew bûyerên ku di dema lêkolîna meydanî de dewam dikin, lewma ev yek nîşan dide bê ka nîqaşên li ser zimanê dayikê di rewşeke çawan de pêk tên.


Comments are closed.