DÎSA’yê rapora xwe ya perwerdeyê bi zimanê zikmakî aşkera kir

Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA), rapora xwe ya ku têkildarî bikaranîna mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî amade kiribû, aşkera kir.

AMED – Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA) xebata xwe ya bi ser navê “Birîna Ziman: Li Tirkiyeyê di Perwerdeyê de Cih Nedayîna Zimanê Zikmakî û Ceribandinên Xwendekarên Kurd” ku di tîrmeha 2009’an de dest pê kiribû, li Eywana Pêşwazîkirinê ya Sumerparqê, bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Nûnerên rêxistinên sivîl ên herêmê û saziyên li derveyî yên ku piştgiriyê didin enstîtuyê, tevlî civîna vekirinê ya DÎSA’yê ku Necdet Îpekyuz Serokatiya Lîjneya wê ya Rêveberiyê dike, bûn. Hat diyarkirin ku DÎSA bi însiyatîfa kesên mîna Dîlek Kûrban, Fazil Husnu Erdem, Galîp Ensarîoglu, Meral Daniş Beştaş, Mîthat Sancar, Nûrcan Baysal, Osman Kavala, Raîf Turk, Semahat Sevîm Şar, Sertaç Bûcak, Sezgîn Tanrikûlû, Şahîsmaîl Bedîrhanoglu, Şemsa Ozar, Şerîf Derînce û Vahap Coşkûn hatiye avakirin. Necdet Îpekyuz ku axaftina vekirinê kir ev tişt got: “Danehevin me yên dîrokî, nişan didin ku Pirsgirêka Kurd, bi hemû aliyên xwe û destgirtineke kûr dikare bê çareserkirin. Armanca DÎSA’yê di serî de Pirsgirêka Kurd alîkariya ji bo lêkolînên berfireh û hûrgilî yên pirsgirêkên Tirkiyeyê yên siyasî, civakî, aborî û çandî ye.”

Xebata yekemîn a DÎSA’yê bû ‘bikaranîna zimanê zikmakî ya di perwerdeyê de’

Îpekyuz, diyar kir ku hedefa DÎSA’yê ew e ku agahiyên di encamên lêkolînên ku dike de hildiberîne weke çareseriya pirsgirêkan pêşkêşî civakê bike û alîkariya polîtîkayên têkildarî siberojê bên kirin bike û ev tişt anî ziman: “Mijara xebat û lêkolîna yekemîn a enstîtuya me weke “bikaranîna zimanê zikmakî ya di perwerdeyê de” hatiye tespîtkirin. Bi kar anîna zimanê zikmakî ya di perwerdeyê de mafekî mirovî ye. Di gelek metnên ku çarçoveya hiqûqa hemdem xêz dikin de perwerdeya mirovan a bi zimanê xwe weke maf hatiye nasîn. Dewletên ku berpirsyariya wan a xizmeta wekhev a ji bo welatiyên wan hemûyan heye, neçarin ku bergiriyên bicihanîna vî mafî bigirin.”

‘Li Tirkiyeyê feraseteke welatibûnê ku şêwaza jiyanê û nasnameyeke standart ferz dike  heye”  

Îpekyuz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê feraseteke welatibûnê ku şêwaza jiyanê û nasnameyeke standart ferz dike heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd, ji bikaranîna mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê zikmakî tên mehrûmkirin. Ev mehrûmiyet hem parastin û pêşxistina zimanê kurdî ku her diçe qels dibe ji holê radike hem jî zarokên kurd ku zimanê wan ê zikmakî kurdî ye, di pêvajoya perwerdeyê de tîne asta paşwendiyê û ev yek jî bi awayekî neyînî bandorê li serkeftina wan dike û xesarê dide aştiya civakî.”

Îpekyuz, anî ziman ku ev xebata wan dê bi weşandin û pêşkêşkirinê bi sînor nemime û bibin şopdarên komxebatên neteweyî û navneteweyî, rapor û bi weşanan bikaranîna perwerdeya bi zimanê zikmakî. Îpekyuz, axaftina xwe bi spasiya hemû sazî û dezgehên ku piştgirî dane wan bi dawî kir.

Danesîna pirtûka bi navê “Birîna Ziman: Li Tirkiyeyê di Perwerdeyê de Cih Nedayîna Zimanê Zikmakî û Ceribandinên Xwendekarên Kurd” ku bi kurdî û tirkî di encama lêkolînên Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun, M.Şerîf Derînce û Nesrîn Ûçarlar kirine de derketiye holê, hat kirin. Di pirtûka hatiye amadekirin de sernavên mijarên mijarên mîna “Netew-Dewlet, Ziman û Perwerde” , “Netew Dewlet Nasnameya Neteweyî” , “Di Pêvajoya Înşakirina Neteweyê de Ziman û Perwerde” , “Nêzikbûnên Bikaranîna Zimanê Zikmakî ya di Perwerdeyê de” û “Mafê Perwerdeya Zimanê Zikmakî-Mînakên Welatan” hene.

Çavkanî: DÎSA’yê rapora perwerdeya bi zimanê zikmakî aşkera kir – DÎHA


Comments are closed.