DÎSA’yê Sempozyûma Polîtîkayên Beşdariyê û Plansaziya Bajarvaniyê li dar xist

47 kesên ku ji plansazên herêmê û hawirdorê, avahîsaz, civaknasên bajar, keyayên taxên Sûrê, pisporên rêveberiyên herêmî û akademîsyenan pêk dihatin tevlî sempozyûmê bûn. 

Di destpêka sempozyûmê de, Koordînatora Bernameyên Lêkolînên Cih û Jiyana Ajotbar a DÎSA’yê avahîsaz Melîke Elîk, pirsên ku bernameya DÎSA’yê li ser Nasname û Mîrateya Bajarvanî û Beşdariyê derxiste holê, formule kir.

Plansazê Bajar Mûstafa Ogûz Sînemîllîoglû, têkildarî parastin û bikaranîna çavkaniyê ya di Plansaziya Bajar de; Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Abtûllah Sevîn jî têkildarî beşdariya pêvajoya Plansaziya Stratejîk a Amedê pêşkêşî kirin. Pêşkêşiya mijara beşdariya bikarhîner a pêvajoyên pêşniyar û pêkanîna planên îmarê de ku ji Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê hatibû xwestin, nehat kirin. Dr. Alî Ekber Dogan, li ser beşdariya gel a cihê gelemperiyê; Dr. Cûma Çîçek jî li ser rêbazêb beşdariyê û demokrasiya herêmî xebatên xwe peşkeş kirin.

Dr. Kenan Guvenç, li şûna Cih û Aboriya Bajar, li ser pêşdîtin û pêşnedîtina di têgihîştina cihê bajarvaniyê de ceribandina nixandineke felsefîk kir. Prof. Şemsa Ozar jî li ser derfetên ji nû ve sazkirinên piştevaniya aboriyê ya piştî hilweşandina bajarvaniyê nîqaşek da destpêkirin.

  Rêvebirê Çavdêriya Bajar ê Stenbolê Jûlîan Boûcly, li ser xebatên mala çavdêriyê û mîrateya UNESCO’yê pêşkêşî kir. Emre Ozyetîş jî li ser bîra cih û peywira avahîsaziya kevneşop ceribandina hesapkirinekî kir.

Ev sempozyum, di çarçoveya Bernameya Lêkolînên Cih û Jiyana Ajotbar a ji bo Amedê de hat lidarxistin. Xebatên ku me heta îro di nav vê bernameyê de kirine wiha ne;

Komxebatên bi sernavên mîna “Civîna Dîrok, Aborî, Civakî ya Amed û Derdora Wê” di 2011’an, “Li Bejahiyê Fikirandina Alternatîfan: Ceribandinên Kooperatifiyê Deneyimleri” di Adara 2012’an de, “Li Bejahiyê Fikirandina Hilberandina Alternatîfan” di Adara 2012’an de, “Qadên Jiyanê yên Bejahiyê” di Hezîrana 2012’an de û “Hevdîtina Amedê ya Alternatîfên Aboriya Polîtîk” ku bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê hatibû organîzekirin, di Sibata 2014’an de hatin lidarxistin. Dîsa endamên DÎSA’yê û lêkolînerên wê, di civînên rêxistinên pîşesaziyên cûda de, di mijara aboriya herêmê û cihê bajarvaniyê de pêşkêşî kirin.

Bernameya vê lêkolîna me, bernameyeke ku li ser derfetên aboriyeke herêmiya ya piştgir, xwerêveberiya navendparêz û mirovî rawestiyaye. Ji rastiya razemeniya plankirî, navendparêz-burokratîk ku pêşketina aborî ya herêmê bêyî girêdana encamên wê yên civakî digire dest û polîtîkayên bajarvaniyê ku newekheviya herêmî û mezinkrina pirsgirêkên geşedanên mirovî derket rê û bi armanca ku lêkolînên hatine kirin bi rê ve bibe û encamê wan bide nîqaşkirin, hatiye sêwirandin.

Xwebûnên aboriya herêmî, beşdariya di polîtîkayên starbûn û bajar, aboriya aştiyê, belavkirina çavkaniya navendÎ û xweser, aboriya herêmî ya beşdar a navneteweyî û mînakên bajarvaniyê, aboriyên tora piştevaniya cviakî ya kooperatif, çandiniya nêz-herêmî, têkiliya aborî ya cih-mirov-xwezayê û polîtîkayê têkoşîna bi xîzaniyê re sernavên vê bernameyên yên Amed û derdora wê ne.

Xebatên ku heta îro me di nav vê bernameyê de kiriye, di çarçoveya beşdariya akademîka dildar de hatine kirin. Bernameya Veguherîna Ekolojîk û Civakî ya Heînrîch Boll Stîftûng-Nûnertiya Tirkiyeyê piştgiriya vê sempozyûmê dikin.

Ji HBSD’ê ji Krsîtîan Blaker û Yonca Verdîoglû re; ji Zanîngeha Artûklûyê ji Prof. Pelîn Tan ku beşdarî xebatên amadekariya naverokê bûbû re û ji Goldsmîth College’yê ji Eyal Weizman û koma avahîsaziya forensîk re, ji esnaf û keyayên Sûrê ku ji bo geşta etudê piştgirî dabûn re, ji Rêveberê Mala Çavdêriyê ya Bajar a Stenbolê ya Enstîtuya Lêkolînên Anatoliyê ya Fransayî Jûlîen Boûcly re, ji hemû mamosteyên ku tevlî sempozyûma me bûn û pêşkêşî kirin û nîqaşan xurt kirin û Cûma Çîçek re, ji bo dîzaynkirina belavokê me ji Avahîsaz Emre Ozyetîş û hemû kesên ku beşdarî sempozyûma bûn re spasiyên xwe peşkeş dikin.


Comments are closed.