Divê Kurdên Cerdevan û Ne cerdevan Li Hev Bên

‘’Divê Kurdên Cerdevan û Ne cerdevan Li Hev Bên’’

Nesrin Uçarlar ku di binyata DİSAyê de li ser cerdevantiyê xebitîbû dibêje ku, aliyên ku li cerdevantiyê dûçar mane neyên daxilkirina pêvajoya çareseriyê, dê pêvajoya çareseriyê kêm bimîne. ‘’Mijara cerdevanan ku pêvajoya çareseriyê ji nû ve anîbû rojevê, tenê mafên civakî û aborî ya cerdevanan hilde dest, piyê girîng a çareseriyê dê kêm bimîne.’’

Weha dibêje, Dr. Nesrin Uçarlar ku li ser pergala cerdevantiya Tirkiyê di binyata Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê de xebatan dimeşîne.

Şemsa Özar û Osman Aytar ku bi hev re xebat dimeşînin, li Turkîyeyê bingeha dîrokî ya cerdevantiyê, tecrubeyên welatên din, di zabitnameyên parlementoyê û çapemeniyê de rojeva cerdevantiyê ku cih digirin û bi şexsê cerdevanan re hevdîtinên hatine kirin, ev xebat dê di mehên payîzê de bi rayagiştî re bê parve kirin.

Dr. Nesrin Uçarlar, pirsên bianetê bersivand.

Dr. Nesrin Uçarlar
Dr. Nesrin Uçarlar

Dema pêş a pêvajoya çareseriyê de gelek derdor dixwazin ku bi lez pergala cerdevantiyê bê rakirin. Baş e, lê belê dewlet di vê mijarê de çi difikire?

Statuya hiqûqî ya cerdevanan û mijara entegrasyonbûna civakê beriya pêvajoya çareseriya heyî, heta demeke dirêj e, bi rastî di rojeva kesên hem siyasî hem leşkerî biryar digrin de ye. Ji nav 1990an vir de, dewlet bi awayeke ji rêxistineke nîvleşkerî ya pergala cerdevaniyê dikir jê xelas bibe, desthilatdarên cuda bi awayên cuda şîrove kirin û xwestin bixin nav pêvajoyeke ‘’islah’’ê.

Çi hatin fikirîn?

Ev pergala ku bi temamî û ji nişke ve betalkirina vê pêkan naxuyê, cerdevanên ku bi dildarî û bi zorê tevlî vê pergalê bûne di asta weke karmendê dewletê, mamoste, peywirdarên ewlehiya taybet, nobedarên daristanê tên peywirdarkirin, sererastkirina sîgorteya tenduristiyê û mafên xwebûnê, ji bo ji mafên şehîd û xaziyan sûd werbigirin hin hikumetan hewil dan, van hikumetan armanc dikir ku ji aliyek ve daxwazên cerdevanan pêk bînin ji aliyek ve jî xwestin hejmar û hêza cerdevanan bihelînin.

Ji bo cerdevan bi dewletê re hevkariyê dikirin hin hikumet ku wan sergirtî ‘’Tirk’’ dipejirandin, xwestin çekên cerdevanan ji wan bigirin, mûçe bidin wan û hin sûcên ku kirine siza nekin, dikirin li ser heyamekî bê deng û bê hay bigirin.

“Neyartî’’ ya di navbera kurdên cerdevan û ne cerdevan de dê çawa be?

Mijara ku hikumet pê eleqedar nedibû, çawa çareserkirina dabeşbûna civakî ya di navbera kurdên cerdevan û ne cerdevan de bû û hîn jî li ser vê mijarê qasî ku em dizanin xebat nayên kirin. Mijara cerdevanan ku pêvajoya ‘’Aşitî“yê dîsa anîbû rojevê, heya ku tenê weke mafên aborî û civakî li ser bisekinin, dê piyekê girîng a civakî yê aşitiyê kêm bimîne.

Bi rastî, avakirina dorhêleke ku çek lê nateqin, dê ji demeke derbasdar nebore. Cerdevanên ku naxwazin destûrê bidin vegera gundan, berî lê girtina sûcên tevlihev weke bûyerên ku tên zanîn komkujiya gundê Zangirtê ku di sala 2009an de qewimîbû, ne tenê ji cerdevanan çek girtinê, ji bo cerdevanan afirandina derfetên nû yên debarê û ya herî girîng jî di navbera kurdên ku cerdevanin û ne cerdevanin de bi dawî anîna dijminatiya kûr ve pêkan e.

Ev pir zehmet e?

Lihevhatina cerdevan û ne cerdevanan, qasî lihevhatina di navbera kurd û tirkan de, heya belkî ji wê jî zehmettir dixuyê.  Di pêvajoyên ku weke heyameke derbasdar a edelatê tên binavkirin de, lêgerînên heqîqat û edaleta bingeh-civak û navend-ziyandîtî gun neyê dayîn, neheqî neyên rojevê, bi awayeke din, aliyên ku li sepandina cerdevantiyê duçar mane heya weke aktoreke siyasî tevlî pêvajoyê nebin, bangewaziyên ji bo aşitiyê tên kirin dê rihet nekaribe bersivê bibîne.

Em bigirin berçav ku cerdevan tevlî hin cure sûcan bûne, gelo pergal bi awayeke durist neyê rakirin ji bo demên pêş mirov dikare qala xetereyeke bike?

Mînakên Filîpîniyan, Guatemala û Efrîqaya Başûrî, di navbera hikumet û gerîllayan de mizakereyên aşitiyê ku tên kirin, ji ber ku rêxistinên nîvleşkerî tevlî pêvajoya guherîn û hesab dîtinê nehatin kirin, dide nîşan ku ji bo dîtina bingeheke sûckirinê zehmetî nakişînin. (NV) (Dawî)

Kaynak


This post is also available in: Türkçe