Divê mamoste ji bo kurdî hîn bibin bên teşwîqkirin

Ji aliyê Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê(DİSA) xebata bi serenavê, li Tirkiyeyê di perwerdeyê de pirsgirêka bikarneanîna zimanê zikmakî û tecrubeyên xwendekarên kurd, hatiye kirin eşkere kir.

Ji aliyê akademisyen Vahap Coşkun, M. Şerif Derince û Nesrin Uçarlar ve di xebata ku bi navê Kula Zimên hatiye amadekirin de li Komara Tirkiyeyê kesên ji aliyê dîn, ziman û eslê nijadî ji hev cuda ne, bi standarteke yek nasname û terza jiyanekê ku feraseta hemwelatîbûnê ferz dike, fikra li hemberî vê liberrabûnên micid hat parastin.

Di vê xebata ku li Sumerparkê bi tevlîbûneke berfireh hat eşkerekirin de, li ser di perwerdeyê de xebitandina kurdî hat rawestandin. Di perwerdeyê de bikaranîna kurdî hat gotin ku mafên mirovan e, li ser Tirkiye dev ji polîtîkayên xwe yên berê berde û di perwerdeyê de ji bo bikaranîna kurdî şert û mercên divê bên amadekirin hat rawestandin. Di vê xebata ku daxwazên kurdan dihebîne de, hat diyarkirin ku di perwerdeyê de bikaranîna zimanê zikmakî ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî şerteke misoger e. Piraniya kurdan di zimanê perwerdeyê de bikaranîna zimanê kurdî, herî meseleya girîng ango ji bo çareseriya meseleya Pirsgirêka Kurd dê hat qeydkirin ku bandoreke erênî bike. Di lêkolînê de hat gotin ku ’’ Mamosteyên li herêmên ku kurdî tê axavtin ji bo fêrbûna kurdî divê bên teşwîqkirin, ji bo xwendekarên ku kurdî dizanin qursên xwendin û nivîsandina kurdî, ji bo dêûbavan qursên xwendin û nivîsandina kurdî bên vekirin, ji bo pêşxistina hunerên zimên divê bernameyên TVyê bên amadekirin.’’

Di du beşên ewil ên lêkolînê de plana dawî ya teorîk û dîrokî ya kurdî danîn holê û behsa derketin û mezinbûna vê pirsgirêka li Tirkiyeyê hat kirin. Beşên sêyemîn û çaremîn a vê xebatê de jî nirxandin û xebatên qadê cih digirin. Di xebata qadê de li ser xeta bikaranîna zimanê kurdî di perwerdeyê de hat gotin ku hin xebat hatine kirin û lê belê hat qaydkirin ku ji bo di perwerdeyê de bikaranîna kurdî, bersivandina hin pirsgirêkên girîng, pêdivî zêdetir bi daneyên ji destên yekemîn hatiye berhevkirin heye. Ji vir hat destpêkirin û di vê xebatê de, di pêvajoyên perwerdeyan de bikaranîna zimanê zikmakî –kurdî- û qedexekirina vê, ji bo xwendekarên ku zimanê wan ê zikmakî kurdî ye, weke derûnî, perwerdeyî, zimanî û civakî û ji pirsgirêkên çawa re rê vedike hat lêkolînkirin.

DIVÊ MODELA PERWERDEYA DU ZIMANÎ BÊ PÊŞXISTIN

’’Di perwerdeyên xwendekarên ku bi eslê xwe kurd in de divê perwerdeya du zimanî Kurdî-Tirkî bê pêşxistin. Ji bo veguherîna têkiliya mamoste û xwendekaran divê perwerde bên dayîn, divê beşên ku mamosteyên du zimanî perwerde bigirin bên vekirin, divê navêndên geşepêdana mufredatê û pîvan û nirxandinê bên vekirin. Ji bo mamosteyên ku du zimanan dizanin, rêbazên fêrkirina du zimanî û derheqên mînakên wê de divê çavkanî bên peydakirin. Di beşa pêncemîn a lêkolînê de jî kurdên li Tirkiyeyê ne tenê li cihên ku hejmara kurdan zehf in de, agahiya ku li parêzgehên rojavayê welêt de jî hejmareke zêde cih digirin hat dayîn.’’ Di lêkolînê de cih dan van agahiyan jî.

Serokê TDOyê Galip Ensarioglu, Serokê GUNSİADê Şahismail Bedirhanoglu, Serokê Baroyê Prz. Emin Aktar, siyasetmedar, akademisyen û rojnameger tevlî civînê bûn.


This post is also available in: Türkçe