Girtina kar a cerdevanan dewam dike

Lêkolîna ‘’pergala cerdevantiyê’’ ku ji aliyê Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DİSA) ve dihat kirin du sal ber xwe da û weke pirtûk hat çapkirin. Pirtûka ku bi sê zimanan hatiye çapkirin, bi panelekî ku li Navenda Çanda Cegerxwîn hatibû çêkirin hat nasandin.

Lêkolîna ‘’pergala cerdevaniyê’’ ku ji aliyê Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê (DİSA) ve dihat kirin du sal ber xwe da û weke pirtûk hat çapkirin. Pirtûka ku bi sê zimanan hatiye çapkirin, bi panelekî ku li Navenda Çanda Cegerxwîn hatibû çêkirin hat nasandin. Nivîskarên pirtûkê, Alîkarê Hevserokê Giştî ya BDPê Meral Beştaş û nûnerên saziyan tevlî çalakiyê bûn. Yek ji nivîkara pirtûkê Prof. Dr. Şemsa Özar, diyar kir ku pergala cerdevaniyê hewila kurdan kiriye ziftê.

Di panelê de Şemsa Ozar ku pêşkêşiyekê kir got, ji dîroka 1 Sibat 2013an ve li 22 parêzagehên herêmê 46 hezar 195 cerdevan hene. Got ku ‘’Li gor belgeyên fermî yên dewletê jî derdorê 20-25 hezar cerdevanên gund ên derbasdar hene.’’ Ozar balê kişand ser dewletê ku piştî destpêkirina pêvajoya çareseriyê ji bo cerdevan girtinê dewam kir, got ‘’ Cerdevan girtina dewletê ji vegotina gundiyan ku cerdevaniyê li wan pêşniyaz kirine derket holê.’’

BIŞAVTIN TÊ ARMANCKIRIN

Prof. Dr. Şemsa Ozar diyar kir, heyama ku şer rawestiyabû li şûna tasfiyeya cerdevantiyê, hejmara wan hat zêdekirin û got ‘’Ji bo dewletê vesaziya cerdevantiyê ku weke ‘hêza ewlehiyê’ tê dîtin, di heman demê de armanca ziftê kirin û bişavtinê dihebîne.’’ Ozar balê kişand ser dewletê ku bi pergala cerdevantiyê bi her maneyê kontrolkirina kurdan kiriye armanc û îfade kir ku pargala cerdevantiyê û bi wateya leşkerî dixwaze serweriya qadê bi dest bixe.

KU CERDEVANÎ TÊ TASFIYEKIRIN

Di panelê de Ozar ji hin beşên hevpeyvîn û lêkolînên ku bi xizmên cerdevanan re kiribû pêşkêş kir, got ku cerdevantî di pêvajoya tesfiyeyê de hêmaneke ku dêhna mirov lê be ye. Ozarê dibêje divê hemû çek û îmtiyazên cerdevanan ji wan bên sitendin û divê yên li hemberî sivîlan tawan kirine derkevin pêşiya dadgehê. Ozar axivî got ‘’Cerdevanan ji axa ku bi bernameyekî dagir kirine vekişîna wan bê peydekirin’’ û got divê ji cerdevanan re derfetên kar ên cuda temîn bikin. Ozar vegot ku yên cerdevantiyê dikin teqez di karên nobedar û ewleyîyê de nedin xebitandin û got ‘’ Di navbera cerdevan, gundî û PKKê de piştî ku çek bên berdan ji bo çalakiyên tol hildanê neyên kirin divê di navbera hemû aliyan de lihevkirineke pêk bê.

Dr. Nesrin Uçarlar jî ku ji sala 1984an vir de di meclîsê de nîqaşên cerdevantiyê vedikole diyar kir ‘’ Di dema muxalefeta xwe de partiyên ku li hember pergala cerdevantiyê ne, piştî dibin desthilatdar hemberî vê pergalê nasekinin.’’ Uçarlar got ku cerdevantî di nav gel de sedema şer e, ji bo ku ev şerê di nav gel de biqede divê cerdevantî bê rakirin.


 ‘ME BI ZORÊ KIRIN CERDEVAN’

Li panelê piştî axavtina Nesrin Uçarlar Prof. Dr. Şemsa Ozar, hin beşên hevpeyvînên ku bi zarok û hevserên cerdevanan re kiribû parve kir. Li gorî vê; Hevsera cerdevanî Farqîn: Mêrê min jî mirî ye lê em hîn ditirsin, lewra em êdî xayîn in. Cerdevaneke ji Wanê: Îro jî derfet hebin, vê pirsgirêkê çareser bikin, a herî pêşî em çek datînin. Tu wext me yê pergala cerdevantiyê qebûl nekira. Gundê me û gundê derdora ma, me giştan bi zorê kirin cerdevan. Keça cerdevanekî ji Licê: Deme em diçin cihekê em nikarin bibêjin em zarokên cerdevan in, bi zena pirsgirêk derkeve. Kekê min li zanîngehê dixwîne, ew jî her tim diveşêre.

(Diyarbakır/EVRENSEL)

Source


Comments are closed.