“Heke Dewlet Cerdevaniyê Rake Em ê Bimirin”

Ji lêkolîna ku li 6 bajaran hatiye kirin de encamên bi xof derketin. Cervanan got, “Heke em dev ji çekan berdin dê bibin hedefa PKK’ê.”

Ji lêkolîna ku li 6 bajaran bi cerdevanan re hatiye kirin de encamên bi xof derketin. Cerdvanan got, “Heke em dev ji çekên xwe berdin dê bibin hedefa PKK’ê.” Lêkolîna Enstîtûya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA) ya têkildarî cerdevanan bû pirtûk. Pirtûka bi navê “Ji Berê Heta Îro Li Tirkiyeyê Rêxistinbûyîneke Paramîlîter: Pergala Cerdevaniya Gundan” ji aliyê

Şemsa Ozar, Nesrîn Ûçarlar û Osman Aytar ve hatiye amadekirin.

“HEKE EM DEV JI ÇEKÊN BERDÊN DÊ BIBIN HEDEFA PKK’Ê “

Li gorî nûçeya Taraf’ê, di pirtûkê de Pergala Cerdevaniyê ku ji sala 1985’an hatiye avakirin û hê jî didome, bi awayekî berfireh hatiye nirxandin. Cerdevanên ku diyar kirine di navbera dewlet û PKK’ê de mane ev tişt dibêjin: “Heke em dev ji çeke berdin dê binin hedefa PKK’ê. Heke dewlet bêyî ku ewlehiya me dabîn bike, me tasfiye bike, em ê jî serî hildin. Dewlet li dijî teröre raweste jî em ê nerawestin.”

LI 22 BAJARAN 46 HEZAR CERDEVANÊN GUNDAN

Li gorî daneyên fermî yên pirtûkê, ji 1’ê Sibata 2013’an şûn de li 22 bajarên herêmê bi giştî 46 hezar û 195 cerdevanên demkî yên gundan hene. Her wiha tê diyarkirin ku derdora 20-25 hezar jî cerdevanên dildar hene. Xebat, di sala 2011’an de ji meha tebaxê heta dawiya meha cotmehê li navçe û gundên bajarên mîna Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Wanê hatiye kirin. Di vê çarçoveyê de bi cerdevanên demkî-dildar û bi hevjîn û zarokên wan jî di nav de bi giştî 68 kesan re re hevdîtin hatine kirin.

Di xebatê de hatiye diyarkirin ku dema bêdengkirina çekan de li şûna tasfiyekirina cerdevaniyê, hejmara cerdevanan hatiye zêdekirin. Bi vê pergalê hatiye armancakirin ku bi rêya pişaftin û parçe bike-bi rê ve bibe civaka kurd bikeve bin kontrole. Dîsa hatiye diyarkirin ku pergala cerdevanyê ji bo zêdekirina alîgiriya dewletê ya nav gel hatiye pêşxistin û ji bo vê yekê bi dehan sûcên ku hatine kirin hatine paşguhkirin.

TABÛRÊN WAN HENE

Di xebatê de hatiye destnîşankirin ku cerdevanî tenê bi komên gundan ve ne sînor kiriye. Piranî keya, li ser tabûrên ku ji cerdevanan hatine avakirinin. Tê destnîşankirin ku li tabûrê, fermandarê tabûrê û cerdevanên ku xwe weke fermandarê liqê dihesibînin dimînin. Tê diyarkirin ku li Şirnexê “Tîma Şûr” û li Wanê jî “Tabûra Brûskan” ku 5 hezarî zêdetir cerdevan di bin sîwana xwe de dihewîne hene.

‘ME TU CARÎ VÊ PERGALÊ QEBÛL NEKIR’

Li Wanê cerdevanekî ev tişt got: “Heke îro derfet hebin û vê pirsgirêkê çarser bikin; heke derfetên me hebin çeka destpêkê em ê deynin. Me tu carî pergala cerdevaniyê qebûl nekir. Gundê me û gundên derdora me bi zorê bûn cerdevan.” Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê jî cerdevanek ev tişt anî ziman: “Tu feydeyeke cerdevaniyê li me nebûye, lê gelek tişt ji me bir. Ev pergal pergaleke têkçûyî ye.” Li navçeya Licê ya Amedê kurê cerdevanekî têkildarî cerdevaniyê wiha axivî: “Em nabêjin ku kurê cerdevanan e. Kekê min li zanîngehê dixwîne, ew jî timik vedişêre.” Di lêkolînê de cerdevanî her çiqas zilaman tenê bihewîne jî li herêmên cûda di navbera 35-40 cerdevanên jin ên demkî jî hene.

‘HEKE DEWLET CERDEVANIYÊ RAKE EM Ê BIMIRIN’

Cerdevanên jin, ji jinên ku hevjînên wan dema ku li peywirê bûne jiyana xwe ji dest dane pêk tê. Cerdevanên ku zanin hem gundî û hem jî PKK li hemberî wan bi bertek in, nafikirin ku dev ji cerdevaniyê berdin. Ev kom, diyar dike ku heke daxwazên wan neyên bersivandin û cerdevanî bê tasfiyekirin dê serî hildin û têkildarî mijarê ev tişt tînin ziman: “Heke dewlet cerdevaniyê rake me jî dikuje. Li hemberî me bertek hene, hem jî gelek bertek. Hin caran di bertekên xwe de mafdar in.”

“EM Ê SERÎ HILDIN”

Cerdevanan li vir jî tundî û tepisandinê kirine. Dewlet nikare ji me re bibêje, “Ev kar bi dawî bû, çeka xwe bidin û herin. Tiştekî wisa bike hê xerabtir bibe. Em ê jî serî hildin.”

Li Wanê serokê komeleyê ku cerdevan e, diyar kir ku ji ber cerdevaniyê bi dildarî dikin gelek dijmin ji xwe re çêkirine û ev tişt gotin: “Nêzikbûna ‘şerm e, kesekî kurd çawa cerdevaniyê dike?’ timik li hemberî me heye. Lê em ji dewlet û Tirkiya xwe hez dikin. Em canê xwe bi hezkirin feda dikin. Heta terör nesekine em jî nasekinin. Dewlet bisekine jî em ê nesekinin.”

DI REWŞA TASFIYEKIRINÊ DE TIŞTÊN KU DIVÊ LÊ BÊN MIQATEKIRIN

Di xebata ku hatiye diyarkirin başbûna birînên cerdevaniyê vekirine tenê bi bersivandina mafên xwebûnê nepêkan e de, di rewşa tasfiyekirinê de hin xisûsên ku divê li bê miqatekirin wiha hatine rêzkirin:

» Cerdevanên ku li dijî sivîlan sûc kirine divê pere derkevin pêşberî dadgehan.

» Divê derxistina ji erd û xaniyên ku cerdewan desteserkirine, bê pêkanîn.

» Divê bergiriyê teqez bên girtin ku di karekî çek pêwîst dike û bi ser hin kesan ve karekeî taybet pêk bînin de neyên xebitandin

» Hem ji bo PKK’ê û cerdewanan hem jî ji bo gundî û cerdevanan, piştî ku cerdevan çekên xwe deynin, divê lihevkirineke ku hemû beş li serê li hev bikin da ku li hemberî hev serî li tolhildanê nedin, bê îmzekirin.

Comments are closed.