Heman Mal Zimanên Cuda

Pêkhatina vê xebatê bi ked û alîkariya hêja ya gelek kesan mimkun bû. Kesên ku divê serê pêşî navên wan werin hildan Şemsa Özar û Şerif Derince ne. Ji sêwirandinê heta bi nivîsandina lêkolînê, di her qonaxê de her du jî bi fikr, pêşniyaz, rexne û nirxandinên xwe bûn rêber. Wekî din, ji ber alîkariya wî ya di beşên nezerî de û ji ber pêşgotina wî jî mala Şerif Derince ava be. Mürsel Yıldız, Songül Can û Berivan Alagöz jî ji destpêkê heta bi dawiyê, bi alîkariyên xwe di nav pêvajoya lêkolîne de bûn.

Ji bo gihîştina wan malbatên ku wê hevpeyvîn bi wan re bihatina kirin, ew seferber bûn. Me piraniya hevpeyvînan bi hev re kirin û nirxandinên wan ên li ser encamên lêkolînê jî rê li ber ferasetê vekir. Mürsel Yıldız û Berivan Alagöz di heman demê de transkrîpsiyona dengên tomarkirî yên hevpeyvînan jî pêk anîn. Nurcan Baysal, Vahap Coşkun û Atalay Göçer bi fikr û pêşniyazên xwe, bûn rêber. Hevpeyvînên li Karabahçe û li Zozanê Qerecdaxê Bîresorê bi xêra Ramazan û Xezal Kızoğlu mimkun bûn. Remziye Arslan û Zeri İnanç metna lêkolînê xwend, wan bi nirxandin, pêşniyaz û rexneyên xwe pêşî li zêhna me vekir. Eger ew Diyarbekiriyên ku wan daxwaza me ya hevpeyvînê qebûl kiriye, deriyên xwe li me vekirine, hest û fikrên xwe bi me re parve kirine nebûna, ne mimkun bû ev lêkolîn pêk bihata. Ji bilî wan, divê mirov navên wan kesan li vir bi bîr bîne ku ji ber kar û xebata wan ên derbarê warê lêkolînê de, bi wan hatiye şêwirandin.

Em ji ber alîkariya wan spasiya van kesan dikin: Birêveberê Şaxê Eğitim Senê yê Diyarbekirê Hikmet Korkmaz, endama heman şaxê Sidar Gülen, mamosteyên li Malên Piştgiriya Perwerdehiyê yên bi ser birêveberiyên cihkî Leyla Bağatır, Pelda Yalçın, Gülan Bingöl, pispora Xizmetên Civakî Zeynep Demir, ji Kooperatîfa Jinan a Roniya Hêviyê, Hawirdor, Çand û Karsaziyê Naşide Buluttekin û Nevim Yakut, ji beşa Têkiliyên bi Gel Re ya Şaredariya Bajarê Mezin Fatma Yıldırım, Ahwelat Turhallı Altın, Sadiye Bulut, Müzeyen Aydın Anık û Makbule Altuntaş. Ji bo danasîna encamên lêkolînê, 22’yê Sibata 2014’an panelek hat lidarxistin, divê mirov li vir bibêje ku beşdarên panelê bi fikr û nirxandinên xwe yên derbarê encaman de, ji ber pêkhatina vê berhemê xwedî par in. Di dema lêkolînê de û nexasim jî dema em bi tengasiyên di pêvajoya nivîsandinê de rû bi rû bûn Beril Eyüpoğlu û Minu İnkaya tim piştgiriyeke menewî da me. Bi dostanî û handana xwe tim em xurt kirin.

Comments are closed.