Ji birîna ziman re çare tê gerin

Dema dest bi dibistanê kirin her pêncan jî bi tirkî nizanibûn. Yek jê li Peymangeha Hiqûqê, her çar jî bûn xwendekarên wî. Rojek, ji bo dest bavêjên birîna xwe ya ku ji zarokatiya wan didome, hatin gel hev; ji bo birînên ziman. Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA), lêkolîna xwe ya destpêkê li ser zimanê zikmakî kir.

Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê ku li Amedê hatiye avakirin û navê wê yê kurt DÎSA ye, armanc dike ku weke karê sereke li ser Pirsgirêka Kurd lêkolînan bike. Lêkolîna destpêkê ya DÎSA’yê derbarê zimanê zikmakî de bû. Rapora ku amadekiribûn, lê danîna navê strana Orhan Gecebay Jî gelek bi wate bû: Birîna Ziman. DÎSA’yê dawiya hefteya borî, damezrandina xwe bi Birîna Ziman ji raya giştî re ragihand. Lekolîna qadê ya vê raporê ji aliyê akademisyenek û 4 xwendekarên Peymangeha Hiqûqê ve hat kirin.   Lêkolîna ku ji Zanîngeha Dîcleyê ji aliyê Doç. Dr. Vahap Coşkûn û xwendekarên wî Perîhan Ok, Huseyîn Demîr, Hatîce Demîr û Sezgîn Dînç ve hatiye kirin, yek ji xebateke kûrbûyî ya li ser perwerdeya zimanê zikmakî ya Pirsgirêka Kurd e. Lêkolîn, ji hevdîtina bi 43 kesan re pêk tê; kesên dema dest bi dibistanê kirine qet bi tirkî nizanbûne, mamosteyên ku bi kurdî zanibûne jî neçar mane ku bi tirkî hînî zarokan bikin, mamosteyên ku qet bi kurdî nizanbûne û dayikûbav. Têkildarî xebatê em bi Çoşkûn û xwendekarên wî re hatin gel hev û Birîna Ziman axivîn.

– DÎSA bi çi armancê hat avakirin? – Ji bo Pirsgirêka Kurd, pêwistî bi saziyeke fikrê ku navenda wê Amed be, hebû. Ji zimanê zikmakî bigirin heta maqeqanûnê, ji pirsgirêka rêveberiyên herêmî bigire heta cerdevaniyê, ji pirsgirêkên aboriyê bigire heta pirsgirêkên debarê, gelek pirsgirêk rast e rast e bi Pirsgirêka Kurd re têkîldar in. Lewre Pirsgirêka Kurd piranî li ser dûrişmeyan dimeşe.

ZIMANÊ ZIKMAKÎ PIRSGIRÊKEKE SINCÎ YE – Çima mijara xebata we ya destpêkê zimanê zikmakî ye? – Lewre di perwerdeyê bi kar anîna zimanê zikmakî hem mafekî mirovî ye û hem jî pirsgirêkeke sincî ye. Mehrûmkirina kesekî ya ji zimanê wî yê zikmakî, helwesteke li derveyî sincî ye û ji bo kesên ku li gorî îslamê lê dinêrin jî bi pirsgirêk e. Baweriyeke ku cûdabûna ziman, reng û nîjadan weke nîşaneya hebûna xwe dibîne, divê hê samîmîtir be.

– Li gorî çima ewqas dereng tê destgirtin, gelo? – Di rastiya xwe de ev bi modernbûna Komara Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Polîtîkayên ziman û perwerdeyê yên Tirkiyeyê heta sala 1950’yî jî diçin. Di navbera salên 1950-80’an de ev polîtîka bi awayekî dijwar pêk tê. Di salên 1990’î de jî polîtîkayên Tirkiyeyê yên ziman û yekperestiyê, rastî bertekên micid hatin: Li Tirkiyeyê tevgerên muxalîf ên alternatif derketin holê. Van tevgeran, feraseta welatîbûnê ku komarê diyar kiribû, qebûl nekirin. Di Pêvajoya Yekitiya Ewropayê (YE) de dema ku qedexeyên têkildarî ziman hatin rakirin, qadeke azadiyê çêbû.

– Bi kurtasî hûn dibêjin, ‘Timik di rojevê de bû, lê bingeh ne guncav bû’ – Li Tirkiyeyê tevgerên siyasî yên kurd hene û nêrîn wan ên çareseriya Pirsgirêka Kurd ji hev cûda ne. Lê tev li ser mijara zimanê zikmakî li hev dikin.

– Kurd di vê mijarê de li hev dikin. Gelo tirk di mijarê de çi difikirin? – Ez di baweriyê de me ku civakeke tirsê hatiye avakirin û siyaset vê tirsê îstismar dike. Tê gotin ku, ‘Heke mafê perwerdeya ziman zikmakî ji kurdan re bê dayîn dê tirk bertekek micid nîşan bidin’. Di salên ku pevçûnên dijar diqewimîn de qedexeya li ser kurdî rabû, qasetên kurdî li her derî serbest bûn. Îro televîzyoneke ku 24 saetan weşana kurdî dike heye, tu kesî raperîn pêknanî. Lewre mafekî ku ji kurdan re tê dayîn, tu tiştekî ji tirkan kêm nake.

– Ji hêla aborî ve ev çawa dixebite? – Li Amedê şandina perwerdeya zimanê zikmakî ya zarokekî kurd, ne xesara cotkerekî Yozgatê ye, dê tu tiştekî jê kêm neke. Dema ku parvekirina pasta dibe mijara gotinê mirov hê xedartir dibin. Şovenîzma xweşguzariyê pirsgirêkeke girîng e, lê li vir rewşeke wiha tüneye. Pirsgirêk li cihekî din e.

– Li kur e? – Pirsgirêk, bi kar anîna çawaniya vî ye. Em perwerdeya zimanê zikmakî diaxivin, lê di mijara bikaranînê de tiştek wisa micid çêbûye tüneye. Hin pêşdarazên girîng hene. Dema ku daxwaziya zimanê zikmakî tê kirin, şaş tê fêm kirin. Pêşdarekeze wiha heye, ‘Wê tene hînî kurdî bibin, hînî tirkî nebin’. A duyemîn derewa ku welatekî ku vê ya bi kar tîne tüneye ye. Ya sêyemîn jî amûrek bi vî rengî heye, ‘Em bidine kurdan dê hin kesên din jî bixwazin’.

DIVÊ EM BIKIN ŞERTÊ AZADIYÊ – Dijberiya yekitiya neteweyî tê ziman?? – Têghiştîna dertê pêş, ‘Em viya bidin wê doza wiya jî bikin, em zimanê wan bidin wan wê erd bixwazin, xweseriyê bidin wê daxwaza serxwebûnê bikin.’

– Lêkera ‘dayînê’ jixwe ne lêkerek bi pirsgirêk e? – Em daxwaza ku beşeke civakî hin tişt bide kurdan û gelên din nakin. Em daxwaz dikin ku mafê ku jixwe ew xwedî ne bê nasîn. Di rastiyê de ev nasîn dê ji bo dewletê jî sûdwer be. Wê taybetmendiya wê antîdemokratîkbûnê ji holê rake, girêdana civakê bi pêş bixe, pirsgirêka meşrûbûna dewletê namîne.

– Naskirin zimanê zikmakî… – Ne tenê ev, daxwazên ji bo sergirtinê û malên cemê jî dikare di nav vê de bê rêzkirin. Ne hedê dewletê ye ku cihê îbadetê ji mirovan re diyar bike. Pirsgirêka me, nêrîna bi perspektîfa ewlehiyê ye. Em bi perspektîfa azadiyê lê nanêrin; divê em azadiyê bînin rewşa şert û ewlehiyê jî bînin rewşa îstîsnayê.

– Di jiyana xwe ya taybet hûn vi pirsgirêkê çawa jiyan? – Dayik û bavê min qet bi tirkî nizanin. Min di nav malê kurdî û li kuçeyê jî tirkî hîn kir. Lê li dibistanê di waneyên agahiya jiyanê de malbat wiha tê terîfkirin: Bavekî rojnameyê dixwîne, dayikek modern, zarok û malbateke laîk. Ew malbat ne malbata min bû. Piştî demekê şûnde tu ji malbata xwe şerm dikî. Dema civîna bavûdayikan çêdibû, min qet nedixwest dayik û bavê min bên. Di nav salan de piştî ku dibî xwedî vîneke siyasî, wê demê tu ji rewşa xwe ya te ji dayik û navê xwe şerm kiriye, şer dikî.

– Ji bo zarokan encamên wê çi ne? – Di sernekevtîbûna azmûnên ji bo ketina zanîngehê ya li herêmê de, pareke mezin a nediyana perwerdeya zimanê zikmakî heye. Zarokekî ku bi tirkî zanibe, dema tê dibistanê di nav 3-4 mehan de derbasî xwendinê dibe. Lê zarokekî kurd dema ku dest bi dibistanê dike 2 salên wî yên destpêkê pûç derbas dibe. Hînbûna wî ya dibistanê di pola 3’an de pêkan dibe. Me xebatên saziyan ên li rojava lêkolîn kir. Li wir tê dîtin ku du zimanî bandorê li ser asta hînbûnê dike. Zarokek dema dest bi dibistanê bike, kurdî û tirkî bi hev re hîn bike, wê hem hunerweriya wî bi pêş bikeve û hem jî zimanê sêyemîn dê hê hesantir hîn bibe. Lê mixabin zarokên me nîv ziman in. Ne tirkî ne jî kurdî baş hîn nakin.

– Bi kurtasî weke rewşeke lal e… – Dema diçe nexweşxaneyê nikare derdê xwe vebêje, nikare parastina xwe li dadgehê bike, li dîareya fermî ya dewletê nikare karên xwe baş bike, her dera ku diçê, pêwîstiya wî bi alîkariyê heye.

– Heke pirsgirêka zimanê zikmakî girîng neyê dîtin, dê li gorî we çi bibe? – Heke daxwazên perwerdeya zimanê zikmakî di pîvaneke demokratîk de neyên bersivandin, Pirsgirêk kurd çareser nabe. Heke Pirsgirêka Kurd jî çareser nebe, ne pêkane ku li Tirkiyeyê aramiya demokrasi, aborî û aştiya civakî pek were.

Xwendekar: Me travmayên xwe di hemû kesên ku bi wan re axivîn de dît. PERîHAN OK: “Hin mamoste hene dema ku dest bi dibistanê  kirine, li gel ku pirsgirêka wan a ziman hebûye jî, zehmetiyên ku kişandine dikarin ji bîr bikin û tiştên ku hatine serê wan tînin serê xwendekarên ku ziman nizanin.” HUSEYÎN DEMÎR: “Mamosteyek, wêneye Kewa Gozel nîşanî xwendekarekî xwe dide û jê dipirse ku ev çî ye? Dema ku têdigihîje ku fêm nake bi kurdî jê dipirse. Xwendekarê ku destpêkê serê wî ji bere ranebûye, li ser pirsandina kurdî serê xwe bilind dike û bersiva Gewa Gozel dide.” SEZGÎN DÎNÇ: Tiştekî ku bandorê li min dikir hebû: Mamosteyên netewperest ku li dijî perwerdeya zimanê zikmakî ne, piştî cerebeyên bi vî rengî nêrînên wan diguherin. Min ki mamosteyek pirsa ‘Çareserî çî ye?’ kiribû. Weke bersiv ev tişt ji min re gotibû, ‘Divê ku bav û dayik hînî tirkî bibin da ku zaroken xwe jî hînî tirkî bikin.’ Teqez li dijî perwerdeya zimanê zikmakî bû.” HATÎCE DEMÎR: “Li dibistana seretayî dema ku hînî nivîsandin û xwendinê bûm, rojnameyek ket destê min. Li cem remza wê ‘Tirkiye ya tirkan e’ nivîsandîbû. Li malê zimanek din dihat axaftin û em ne di nav wê neteweyê de bûn. Min bi aqilê xwe yê zarokatiyê vî tiştî hîs dikir. Dema çûbûm malê min ji dayika xwe ev pirs kiribû, ‘Em ne tirk in, wê demê çi karê me heye li vir, em ê necin? Wê jî ev bersiv dabû min, ‘Em ji vir in û ne tirk in.’ Dema hevdîtinan timik ev bîranîna min dihat bîra min. ‘Ez ev tiş difikirîm, ‘Ev pargaleke çawaye ku, ji zarokan pirsên wiha dike’.”

Pêşniyarên DÎSA’yê yên ji bo perwerdeya zimanê zikmakî Divê şêwazên perwerdeya bi du zimanî ya kurdî-tirkî k udi perwerdeya xwendekarên kurd de bên bikaranîn bên pêşxistin.

Di serî de maqeqanûn û qanûn, divê hemû mevzûatên hiqûqî ji qedeyên zimanî û perwerdeyî bên paqişkirin û mevzûat bê rewşeke wisa ku ev maf bên nasîn.

Ji ber pergala sist a dibistanan ku ji bo bersivdayîna pêwistiyên ciyawaz ên herêmên cuda ya perwerdeyeke bibandor û dewlemend, divê di rêxistîbûna îdarî de guhertineke Navendparêziya Adem-î pêk bê.

Divê dezgehên siyasî, rêxistinên sivîl, zanîngeh û saziyên perwerdeyê, ji bo pêşxistina çandeke ku ziman û çandên cûda yên di civakê de ji hev dûr nexe bixebitin.


Comments are closed.