Ji bo Birîna Ziman Perwerdeya bi Kurdî ya Pir Ziman û Du Ziman

Xebata DÎSA’yê “Birîna Ziman: Li Tirkiyeyê di Perwerdeyê de Cih Nedayîna Zimanê Zikmakî û Ceribandinên Xwendekarên Kurd” ji bo xwendekar û mamosteyan rêbazên pir ziman û du ziman û ji bo dayikûbavan jî qursên xwendin û nivîsandina kurdî peşkeş dike.

Zarok dest bi dibistanê dike; hem hînî tirkî bibe hem jî hînî xwendin û nivîsandinê. Mamoste hem tirkî bide hînkirin hem jî xwendin û nivîsandinê.

Mamoste bi kurdî zane; axaftina wî qedexe ye. Dayik-bav tene bi kurdî diaxivin, ew û mamoste ji hev fêm nakin. Ji bo kurdan ev “Birîna Ziman”bi tirkî jî “Dîl Yarasi” ye.

“Mehrûmkirina kurdan a ji mafê wan ê perwerdeya bi zimanê zikmakî, hem parastin û pêxistina zimanê kurdî ji holê radike û hem jî zarokên kurd ku zimanê wan ê zikmakî kurdî ye, di pêvajoya perwerdeyê de tîne asta paşwendiyê û ev yek jî bi awayekî neyînî bandorê li serkeftina wan dike û xesarê dide aştiya civakî.”

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA) Dr. Necdet İpekyüz , sedema xebata “Birîna Ziman: Li Tirkiyeyê di Perwerdeyê de Cih Nedayîna Zimanê Zikmakî û Ceribandinên Xwendekarên Kurd”  wiha kurte dike.

Di hevdîtina dawiya hefteyê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparqê ya Amedê de Vahap Coşkûn, M. Şerîf Derînce û Nesrîn Ûçarlar, xebata xwe ya ku amade kiribûn bi moderatoriya Şemsa Ozar pêşkêş kirin.

Birîna Ziman, ji van beşan pêk tê: “Netew-Dewlet, Ziman û Perwerde” , “Li Tirkiyeyê Netew-Dewlet, Ziman û Perwerde” , “Di Perwerdeyê de Pirsgirêka Zimanê Zikmakî û Cerebeyên Perwerdeyê yên Xwendkarên Kurd” , “Nirxandina Daneyên Lêkolînên Qadê û Niqaşa Teorîk” û “Mafê Perwerdeya Zimanê Zikmakî-Mînakên Welatan”.

Pisgirêkên ji Çîrokan Tên

“Cara ewil me li dibistanê tirkî nas kir. Min ji xwe re digot ku Cîhan hemû bi kurdî diaxive. Min nizanibû ku zimanên cûda hene. ” (Ahmet)

“Me tenê li mamoste dinêrt. Min dixwest tiştek bipirsim lê nikaribûm. Hevalekî min hebû ji bo wergerandina tirkî min ji alîkarî dixwest. Bi vê yekê tiştên kum in fêm nedikir ji mamoste dipirsî.” (Rojhat)

Di xebatê de, li Amed, Enqere û Stenbolê, 43 xwendekarên ji 4 koman “Xwendekarên bi kurdî dest bi dibistanê kirine” , “Mamosteyê bi kurdî zane” , “Mamosteyê bi kurdî nizane” û “dayikûbavê bi tirkî nizane” çîrokên xwe vedibêjin.

Sernavên pirsgirêkan ên bi çîrok jî wiha ne: Nedanîna têkiliyê, destpêkirinê têkçûyîna bi 1-0, mayîna di polê de û terkkirina dibistanê, deximandin, tundî, bêdengbûn û li bendêmayîna zingil, saloxdêrî, gund/taxên xîzanan, cihêkariya navenda bajar û herêmê, rolên bavûdayikan û guhertina zimanan.

Di xebatê de, ji ber nêzbûn û cûdabûnên wan li ser rêbazên perwerdeyên ji Fransayê korsîkayî, ji Îspanyayê baskî û ji Çînê ûygûrî hatiye rawestandin.

Pêşniyar

Birîna Ziman, di encamê de pêwîstiya raya giştî, dewlet û rêxistinên sivîl diyar dike û ji bo xwendekar, mamoste û dayikûbavan pêşniyaran rêz dike.

Divê di perwerdeyê de kurdî bê bikaranîn; divê rêbazên perwerdeya du ziman û pir ziman rêbazên gihandina mamosteyan jî bihewîne. Divê ji bo zarokên bi kurdî dizanin û dayikûbavê wan qursên xwendin û nivîsandinê, ji bo mamosteyên bi kurdî nizandin qursên kurdî bên vekirin.

Bi kar anîna zimanê zikmakî ya di pêşniyarên çandî û civakî û perwerdeyê de, avakirina ferqa ji bo du ziman, çêkirina bernameyên televîzyonan ên ji bo pêşxistina destbikariya kurdî, ji agahiyên têkildarî pêwistî û xweşikiya cûdayhiyên diyalektê pêk tê. (NM/EÖ)

Comments are closed.