Ji DÎSA’yê “Birîna Ziman” ango “Dîl Yarasi”

Encamên xebata Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê ya bi ser navê “Birîna Ziman: Li Tirkiyeyê di Perwerdeyê de Cih Nedayîna Zimanê Zikmakî û Ceribandinên Xwendekarên Kurd” sibê ji raya giştî re tên aşkerakirin. Serokê Enstîtuyê Îpekyuz dibêje, “Armanca me alîkariya pêşxistina feraseta perwerdeye pir zimanî ye.”

“Bi kar anîna zimanê zikmakî ya di perwerdeyê de mafekî mirovî ye. Dewletên ku berpirsyariya wan a xizmeta wekhev a ji bo welatiyên wan hemûyan heye, neçarin ku bergiriyên bicihanîna vî mafî bigirin. Di vê pêvajo de divê zarokên ku di perwerdeyê de zimanê zikmakî bi kar naynin ji rewşa paşwendiyê bên derxistin.”

Serokê Lîjneya Rêvberiya Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA) Dr. Necdet İpekyüz,  encamên xebata bi ser navê “Birîna Ziman: Li Tirkiyeyê di Perwerdeyê de Cih Nedayîna Zimanê Zikmakî û Ceribandinên Xwendekarên Kurd” bi van gotinan kurte dike.

DÎSA ku, di serî de Pirsgirêka Kurd ji bo lêkolîna pirsgirêkên Tirkiyeyê yên siyasî, civakî, aborî û çandî, di 8’ê Adara 2010’an de li Amedê hat damezrandin, encamên lêkolîna ku di Tîrmeha 2009’an de dabû destpêkirin, dê sibê bi raya giştî re parve bike.

Civîn, bi axaftina vekirinê ya Îpekyuz dest pê bike. Pişt re Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun, Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Yedîtepeyê Yar. Doç. Dr. Nesrin Uçarlar, Peywirdarê Hîndekariyê yê Zanîngeha Sabanciyê Şerif Derince, encamên lêkolîna xwe aşkera bike. Moderatoriya rûniştinê jî Endamê Hîndekariyê yê Beşa Aboriyê yê Zanîngeha Bogazîçiyê Doç. Dr. Şemsa Ozar bike.

Piştî civînê dê pêşwazîkirina vekirinê pêk bê. “Armanca me, alîkariya pêşxistina feraseta perwerdeyeke pir zimanî ye”

Îpekyuz, diyar kir ku DÎSA enstîtuyeke serbixweye ku bi gelhatina 16 kesên ji nêrîn û saziyên cûda, hatiye damezrandin û ev tişt got: “Armanca me alîkariya pêşxistina feraseta perwerdeyeke pir zimanî û aştiya civakî ye.”

Îpekyuz, damezrandina DÎSA’yê û xebatên wê wiha vedibêje:

Astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûn û dewleteke hiqûqê ya Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd e. Danehevin me yên dîrokî, nişan didin ku Pirsgirêka Kurd ne bi tundiyê, bi nirxandina hemû aliyên pirsgirêkê dikare bê çareserkirin.

Me xwe enstituyeke di vê mijarê de lêkolînan bike, daneyên lêkolînan binirxîne, polîtîkayên alternatif hilberîne û agahiyan pêşkêşî di serî de rêveberên welat û raya giştî bike, damezrînin.

Damezrînerên me; Dîlek Kûrban, Fazil Husnu Erdem, Galîp Ensarîoglu, Meral Daniş Beştaş, Mîthat Sancar, Nûrcan Baysal, Osman Kavala, Raîf Turk, Semahat Sevîm Şar, Sertaç Bûcak, Sezgîn Tanrikûlû, Şahîsmaîl Bedîrhanoglu, Şemsa Ozar, Şerîf Derînce û Vahap Coşkûn.

Di kurdî wateya “careke din, dubare” ya DÎSA’yê heye.

Çima pirsgirêka zimanê zikmakî?

Qada hevpar a hemû çalakvanên ku bi Pirsgirêka Kurd re eleqedar dibin, dîrok û zimanê zikmakî yên kurdan e. Cûdahiyên bîrdozî hebin jî para hevpar, pirsgirêka zimanê zikmakî ye. Di vê çarçoveyê de, me komeke li ser mijara bikaranîna zimanê zikmakî lêkolînan bike, ava kir.

Me têkildarî perwerdeya zimanê zikmakî, standartên navneteweyî, ceribandinên welat û xebatên mînak li ber çav girt. Li Enqere, Stenbol û Amedê, bi beşdariya malbat û mamosteyan bi awayekî kûr xebatek meşand. Me xebata xwe di tirkî de weke “dîl yarasi” û di kurdî de jî weke “kula ziman” bi nav kir.”(BB)

Comments are closed.