Ji DÎSA’yê Lêkolîna “Pergala Cerdeveniyê ya Gundan”

Enstitûya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê, xebata ku bi armanca lêkolînkirina pergala cerdevaniyê ya gundan, li 5 bajarên herêmên Rôjhilat û Başûrê Rôjhilat kir, bi dawî bû. Enstitûya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA), xebata xwe ya ku 2 sal in, bi armanca lêkolînkirina “Pergala Cerdevaniya Gundan” li Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Wan û Rihayê dimeşand, temam kir.

Danasîna pirtûka bi navê “Ji Berê Heta Îro li Tirkiyeyê Rêxistineke Paramîlîter-Pergala Cerdevaniya Gundan” ku xebata ji aliyê DÎSA’yê ve hatiye amadekirin jî têde cih digire, li Navenda Çandê ya Peyasê pêk hat.

Nivîskar Şemsa Ozar û Nesrîn Ûçaklar jî tevlî civîna danasînê bûn û têkildarî xebata ku hatiye kirin agahî da.

Ozar, di axaftina xwe de diyar kir ku li gorî daneyên fermî, ji 1’ê Sibata 2013’an ve li 22 bajarên herêmê 46 hezar û 195 cerdevanên demkî yên gundan û 20-25 hezar jî cerdevanên dildar bi giştî nêzî 60 hezaran cerdevan hene.

Ozar, bi lêv kir ku cerdevanên demkî yên gundan hem mûçe û hem jî çek digirin lê cerdevanên dildar tenê çek digirin.Ozar, anî ziman ku dema pirtûkê amade kirine, bi 33 cerdevanên gundan, 15 hevjînên cerdevanan, 11 zarokên cerdevanan, 3 cerdevanên teqawît, 4 rêveberên komeleyên cerdevanan û 2 cerdevanên dildar bi giştî 68 kesan re hevdîtin kirin.

Nivîskar Ûçarlar jî destnîşan kir ku di pirtûkê de nîqaşên ku di navbera salên 1984-2011’an de li Meclisê li ser cerdevaniyê hatine kirin jî cih digirin û ev tişt got: “Partiyên ku dema li muxalefetê bûne xwestine pergala cerdevaniyê bê rakirin, dema ku hatine ser desthilatê tenê ji bo sererastkirina pergalê xebitîne.”

Ji pirtûkê

Di pirtûkê de hatiye destnîşankirin ku ne pêkane tenê bi bersivandina mafê cerdevanan ê xwebûnê û vekirina qadên kar a ji bo wan û dayîna tazmînatê ya mexdûran, bi rakirina pergala cerdevaniyê û peçandina birînên ku vekirine, pêk bê.

Mijarên ku di pêvajoya tasfiyekirina cerdevaniyê de divê lê bê baldarkirin, wiha hatine rêzkirin:

“Divê çek û hemû mafê taybet ji cerdevanan bê girtin. Cerdevanên ku li dijî sivîlan sûc kirine, derkevin pêşberî dadgehê. Divê mafê xwebûnê yê cerdevanan bê bersivandin, cerdevanên di temenê xebatê de ne ji bo xebatê bijarte pêşkêşî wan bên kirin. Kesên cerdevaniyê kirine divê teqez nobedariya daristan, dibistan û xeta petrole nekin, di karên ewlehî û parastinê de neyên xebitandin û teqez bergirî bên girtin ku di karên çek û mafê taybet pêwîst dike de neyên xebitandin. Hem ji bo PKK’ê û cerdewanan hem jî ji bo gundî û cerdevanan, piştî ku cerdevan çekên xwe deynin, divê lihevkirineke ku hemû beş li serê li hev bikin da ku li hemberî hev serî li tolhildanê nedin, bê îmzekirin.

Alîkara Hevserokê Giştî yê DBP’ê Meral Daniş Beştaş jî di nav de gelek nûnerên rêxistinên sivîl û lêkolînvan jî civîna danasînê şopandin. Amed


Comments are closed.