Kargeha Pirzimanî û Perwerdehiyê de Zimanê Zikmakî 3

Wek DÎSAyê, di rêvebirina me de bi pêşbîniya ku perwerdehiyê de Kurdî bê bikaranîn; di bergehê bernameya parêzvaniya pirzimanî û perwerdehiyê de zimanê zikmakî de,me kargeha xwe ya sêyem bi serenavê ji bo xwendekarên Kurd ên xwedî pêdivî û taybetmendiyên cuda modelên perwerdehiya pirzimanî di navbera 18-20ê Sermawezê de li Stenbolê pêk anî. Jibo komxebata me ji SILê Prof. Susan Malone, ji Zankoya Stockholmê Prof. Carol Benson, ji wezîrxaneya Perwerdehiya Herêma Rêveberiya Kurdistanê Necmeddin Araez Abdulla û nêzî deh akademîsyen û aktîvîstên ku li ser mijarên  di Tirkiyeyê de pirzimanî û di perwerdehiyê de bikaranîna zimanê dayikê de xebat kirine beşdar bûn.

Prof. Susan Malone,di gelek welatên cîhanê de ji sedan zêde herêmên zimên de xebatên ku yek bi yek beşdar bûye, amadekirina bi bingeha zimanê dayikê, jibo vê çawa alîkariya raya giştî derxistine pêş û faliyetên pêvajoya sazkirinên fermî neqil kirin.Li ser bingeha hemû serpêhatiyên xwe amadekirina rêbera bernameya perwerdehiya bingehîn a zimanê dayikê û taybetmendiyên bernameyên serkeftî yên  hevpar parve kirin.

Prof. Carol Benson, di pêvajoya amadekirina bernameyên bi bingeha perwerdehiya bi zimanê dayikê û pirzimanî de çewtiyên ku hatine kirin, û tiştên ku divê neyên kirin çi ne vegotin. Wê jî gelek serpêhatiyên xwe yên li welatên ku çûye bi me re parve kirin.Bi taybetî jî di herêmên berberî de feydeyên hişmendiya perwerdehiya bi zimanê dayikê û pirzimaniyê jibo aşîtiya civakê vegot. Wê mînakên Guatemala û Başûrê Afriqayê dan.

Necmeddin Araz Abdulla jî got ku wan li Kurdistanê serpêhatiyeke bi ceribî jiyane û gelek tiştên baş kirine. Wî got  grûbên Asurî, Tirkmen, Ermenî û Ereb di zimanê dayikê de xwediyê mafê perwerdehiyê ne û ji vî kêyfxweşiya gelan anî zimên.

Dûre rewşa Tirkiyeyê ya heyî,koçberî,rewşa pêvajoya berberiya dirêj,nêzikatiya dewletê ya tund û pêkanînên wê yên berî, pergala heyî ji hêla perwerdehî û zimên ve çawa bandorê li xwendekarên kurd kiriye, li Tirkiyeyê pratîk û polîtîkayên gihandina mamosteyan û rewşa mamosteyên ku di erdnîgariya kurdan de dixebitin, materyalên dersê,ji hêla zimên ve di perwerdehiyê de zayendiya civakî çawa cî girtiye bi berfirehî hat nîqaşkirin.

Bi vê tevgerê jibo xwendekarên kurd ên xwediyê pêdivî û taybetmendiyên cuda yên herêmên cuda de dijîn modelên perwerdehiyê yên li ser bingeha zimanê dayikê û pirzimanî yên ku di perwerdehiya xwendekarên kurd de dê bên bikaranîn divê çawa bên amade kirin hat nîqaşkirin.


Comments are closed.