Lêkolîna Dısayê Ya Nû

JI PAŞEROJÊ HETA NIHA SAZÎBÛNEKA NÎVLEŞKERÎ: PERGALA CERDAVANIYÊ

Pirtûka lêkolîna berfireh ku DİSAyê ji bona analîza pergala cerdevaniyê di tewerek dîrokî de dinirxîne hat weşandin. Konferansa ku danasîna pirtûkê dike 9ê Sermawez 2013an deli Navenda Çandî ya Cegerxwînê ji aliyê Şemsa Özar û Nesrîn Uçarlar ve pêk hat.

Li gora agahiyên fermî ji dema 1 Sibat 2013an de li 22 bajarê li heremê 46 195 cerdevanê ne daîmî (demkî) hene. Herwiha ku hejmara wan di belgeyên fermî de jî naye dayin jî hejmara dora 20 – 25 hezar cerdevanên dilxwaz tê texmînkirin. “Ev serdema ku pêvajoya çareseriyê destpêkiriyê jî dewlet cerdevana digire, û ev jî bi şahidiya gundiyên ku cerdevanî hatinê teklîfkirin ev rasti derxistin holê. Ji dêvla axaftina çareserkirina wê çawa û bi kîjan rêyê cerdevanî tasfiyê bibe, zêdekirina hejmara cerdevana, diyar dike ku ev sazîbûneka nîvleşkerî ne wek hêzek ewlehiyê û çekdarî tê dîtin lê bi armanca pişaftin û nêrîna perçe bike – rêve bibe dixwaze civaka kurdan têxe rê dibîne. Bi saya ev sazîbûna nîvleşkerî, dewlet ji aliyekî, di armanca desthilatdariya leşkeriyê ye ji aliyê din jî dixwaze kurdên ku li heremê dijîn têxe bin ziftê û ketiyê nav hewildanek ku hemû heremê kontrol bike.

Wekî di beşa nirxandina gotûbejên li ser cerdevaniyê di navbera 1984 û 2011 de li meclîsê ku hatiye veguhastin, partiyên dema ku li muxalefetê de ji bona rakirina cerdevaniyê fikrên xwe dianîn zimên, dema ku derbasî îktîdarê bûn encax bo îslehkirina pergalê hewl dane. Di beşa analîzkirina datayên lêkolîna sehayê, nêrînên cerdevan, hevjîn û zarokên wan li ser pergala cerdevaniyê hatiye dayîn: “Îro jî derfet pêk bê, û vê meselê çareserkin; heke derfeta me hebe em ê ewil dest ji çekan berdin. Me ticar pergala cerdevaniyê qebûl nekir. Derdora me û gûndê, em bi zorê bûn cerdevan.” Cerdevan Van “Dema ku em derin derekê, dibe ku pirsgirêk derkeve, em nikarin bêjin ku em zarokên cerdevana ne, Birayê min ê mezin jî li zaningehê dixwînê, ew jî herdem vedişêre.” Keça cerdevanek, Licê “Mêrê min jî miriyê, lê em hêj jî ditirsin, çimkî êdî em xaîn in.” Jina cerdevanek Farqînê “ Esqeriye cî tê ji me re baş e cî tê serdestiyê li ser me dike, heqaret dike. Ti fêda vê pergalê ji me re çêne bû, lê gelek tişt ji me birin. Ev pergal binketî (têkçûyî) ye.” Cerdevan Midyad “Wan em dibirin ger Mûşê, ger Çewliqê an jî Şîrvanê, her derê, operasyonên ku dixwestin dibirin. Mesele ev e. Bişev û biroj, carinan bi mehan em li derva diman.” Cerdevan Pasûr  Pergala cerdevaniyê, ne tenê têkiliyên navbera cerdevana û mexdûran hemû têkiliyên civaka kurdan pêçandiyê. Zelal e ku rakirina pergala cerdevaniyê û tedawîkirina birînên kû vekiriyê tenê bi hêq dayîna mafên reha û kardayîne; û bi tezmînat (cirm) dayîna di asta herî hindiktirîn de (di rastiyê de dewlet behsa cirmek wiha jî nake) ne pêkan e. Hin xalên ku em difikirin di pêvajoya tesfiyeya pergala cerdevaniyê de ku divê baldarbûn hebe li jêr hatine rêzkirin: • Çek û hemû mafên cerdevana divê bê girtîn, pergala cerdevaniyê bi tevayî tefsiye bibe. • Cerdevanên ku li hemberê sivîlan sûc kirine, divê demildest herin dadgehê. • Divê vekişandina cerdevan ji erd û malên dagir kirine di bin bernamayekê de be. • Divê mafê reha bê dayîn, kesên ku di emrê xebatê de bin derfetên karên din divê bê dayîn. • Ew kesen ku cerdevanitî kirinê an jî hêj jî didomînin divê teqez karên parezvanîya (bekçitiya) daristanê, ewlehiya dibistanan, parezvaniya xetên petrolê û tu karê parastinê de neyn xebitandin; divê bergiriyên di cî de bê girtin ku ew ticar karên ku çekan bigerînin an jî li ser kesên din hukmê bikin neyn xebitandin. • Ji bona sazîbûneka nîvleşkerî ji nû ve dernekevin û nekevin di nav çalakiyên nû ve bazirganiya çekên bêkontrol divê ji aliyê mekanîzmayek ku rexistinên civakî jî tê de bin bê kontrolkirin. • Piştî çekberdena ger PKK û cerdevan û ger cerdevan û gundî divê di nav xwe de ku her alî ci bigire peymanek lihevhatinê çêkin ku nekevin nav tollhildanê. • Divê her cure bergiriyên fermî ji bona pergalek paramîlîter di welatî de ji nû ve dernekeve bê girtin.  

Sewyanê tika bike


Comments are closed.