Li Amedê dema balafir bi hewa diketin…

Ji bo hevdîtina bijîşkên ku zimanê wan ê zikmakî Kurdî ye em li Amedê ne. Li dû hev balafirên leşkerî radibin. Li vir bi hewaketina balafirên leşkerî ji bo malbatan her dem metirsiyek çêdike.

Li balafirgeha Amedê li cihê parkê ya teng ku ji bo sivîlan hatiye veqetandin bi cihbûna balafira me re derdorê dengeke mezin wergirt. Li dû hev balafirên leşkerî radibûn. Di rojeke cotmehê ya germ û bi tev de me guhê xwe girt berê xwe da deriyê derketinê ya balafirgehê. Rabûna balafiran berdewam dikir. Li Amedê rabûna balafiran her dem metirsiyek çêkiriye. Mirovên herêmê bi gotinên ‘’Di wan çiyayên ku tên bombekirin de zarokên me hene’’ bi awayeke eşkere bê metirsî berteka xwe didin nîşan… Ku mirov heya neyê Amedê ne mimkun nîne ku mirov Amedê û Kurdan fêm bike…

Hevdîtineke Kurdî

Duyemîn Rojên Tenduristiyê yên Mezopotamyayê duh bi vekirinekê li Amedê dest pê kir. Ji çar aliyên cihanê bijîşkên ku zimanê wan ê zikmakî Kurdî ye ji bo axavtina pirsgirêkên tendurîstî yên herêmê bi hev re bûn.  Bijîşkên ku dibêjin em par li ser nexweşiyên şewbê û tedbîrên ku bên girtin axivîn, îsal piranî du mijaran, nojdariya onkolojiyê û ‘’weke hevrûbûna civakî xebata  hefizeyê’’ nîşan didin. Hema hema axavtina destpêkê hemû bi Kurdî hat kirinê.  Diyar kirin ku sempozyûm bi sê zimanan çêbe (Kurdî, Tirkî, Îngilîzî) û dê wergera hemdem bê kirin. Bijîşkên Amedê girîngiya van hevdîtinan bi şanazî vegotin. Bi înada kesên ku dibêjin ‘’Kurdî zimaneke lihevanî ne’’ mijarên giran ên zanistî bi kêf diaxivin, ji ber ku xebitandina kapasîteya zanistî ya Kurdî û derfetên ku tînin holê şadiyeke xurt parve dikin. Çend salên herî dawî li Amedê xala herî bala min dikişîne, belavbûna axavtina Kurdî ye.  Hevalekî min ê rojnemeger hatina min weha vegot: ‘’Di zarokbûna me de malbata me nedixwestin em li derveyî malê Kurdî biaxivin. Têgihiştina vê weke ‘’parçekerî’’ metirsî radigirt. Ji ber vê di nav bajêr de Kurdî pir nayê sehkirin. Du sê sala rewşeke berovajî heye. Her kes ji bo axavtina Kurdî hewil dide. Hin ciwanên me Kurdiya ku di zarokatiya xwe de baş fêr nebûye, îro ji bo axavtinê hewil didin.’’ Li Amedê mijara Kurdî, bi awayeke xwezayî di daxwaza nasnameyê de hîn jî hêmana herî bingehîn e. Li hemberê kurdan daxuyaniyên serokwezîrî bi awayê ‘’Tekane zimanê fermî û perwerdeyê Tirkî ye, bi xwe dixwazin bila Kurdî fêr bibin’’ li herêmê baş nayê pêşwazîkirin. Kurdî, serenavê mijareke herî girîng e ji bo rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê. 16 navan cih gir ku di nav wan de rewşenbîr û rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê ku tên naskirinê; Dilek Kurban, Fazıl Hüsnü Erdem, Galip Ensarioğlu, Meral Danış Beştaş, Mithat Sancar, Necdet İpekyüz, Nurcan Baysal, Osman Kavala, Raif Türk, Semahat Sevim Şar, Sertaç Bucak, Sezgin Tanrıkulu, Şahismail Bedirhanoğlu, Şemsa Özar, Şerif Derince, Vahap Coşkun li ser navê Enstîtûya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê, roja 23yê cotmehê lêkolîna bi serenavê ‘Kula Zimên: Li Tirkiyê Di Perwerdeyê de Pirsgirêka Bikarneanîna Zimanê Zikmakî û Tecrûbeyên Xwendekarên Kurd’ dê bi rayagiştî re parve bikin. Bi vê wesîleyê rêxistineke nû û girîng a civakî ya sivîl jî bi lêkolînên jiyan û daxwazên kurdan û Amedê dê derkeve holê. Serokê  Lijneya Rêvebirina DİSAyê ku lêkolînê pêk anîbû, di çareseriya Pirsgirêka Kurd de balê kişand ser yek ji herî astengiyên girîng ku pêşdaraza zimanê zikmakî ye. Di vê qadê de lêkolîna dikirin hatiye temam kirin û îfade kirin ku piştî hefteyekê bi rêya civîna çapemeniyê bi rayagiştî re dê par ve bikin.

Mirovên ‘Wêrek’ diaxivin

Me çavdêriya nîqaşa Amediyan di nav xwe de Recep Tayyip Erdoğanî ku ji referandûmê encameke serkeftî bi dest xistibû di derbarê Pirsgirêka Kurd de kîjan gavên ‘’wêrek’’ dikare bavêje kir.  Ango, pişt referandûmê derûniya Amediyan bi kurtasî weke ‘’derûniya pir hêvî’’ tecrube bikin. Rêvebireke rêxistineke civakî ya sivîl  îfadeya ‘’ Tony Blair piştî serkeftinekê bi IRAyê re wêriya ku rûnê maseyê û pêvajoya çek berdana IRAyê dabû destpêkirin. Birêz Tayyip nikare heman tiştê bike?’’ bi kar anîbû. ‘’Agirbesta’’ PKKê ku ji bo mehek dirêj kiribû, li herêmê diltirsiyeke bi hêvî bi xwe re anî. Mirovên herêmê piçek jî bi gotina awayê ‘’Sileh nateqin, lê belê mimkun e ku her dem biteqin’’ di nav derûniyeke diltirsiyê de ne. Bi sedan siyasetmedarên kurd, ji doza KCKê ku gelek serokên şaredariyan girtîne 18ê Cotmehê ku celseya ewil wê bê dîtin, dînamîkeke bingehîne ku hewaya herêmê nexweş dike. Dudiliya berdewamkirina girtiyan / berdana girtiyan pir bandor li ruhê herêmê dike.

Zarokên kesên naskirî

Hevaleke min ê rojnameger got li herêmê gelek zarokên kesên ku navên wan tên zanîn jî diçin ‘’çiyê’’. Kî dixwaze di cihê wan dê û bavan de be… Dema min ferq kir ku li herêmê bi carek de bi dehan mînakên wiha mimkun e bê hejmartin, mirov baş fam dike ku rewş çi qas tev li hev e û hatiye haleke zahmet.
Dengên çekan ku ji çiyê tên, dilê mirovên herêmê hildipetikîne…

Çavkanî


Comments are closed.