PANELA DİSAyê: “Dema Erd Dihejê li Rojhilata Navîn: Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyê”

Dema Erd Dihejê li Rojhilata Navîn: Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyê
Dema Erd Dihejê li Rojhilata Navîn: Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyê

Sala berê, bûyerên girîng li Rojhilata navîn qewimîn. Ev veguherîna ku bi bihara Ereban re dest pê kir rewşa xweyî rojane bi lihevxistinên li Sûriyeyê didomîne. Ew bûyer bandora xwe li ser Kurdan û li ser polîtîkayên dewletên kut ê de dijîn dihêle.

Me di rêzesemînerên Rojhilata Navînde pêşveçûnên li Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyeyê wek DİSAyê nirxan dibu. Seda Altuğ di semînera bi serenavê Serhildana Sûriyeyê: Dewlet, Civak û Siyaset, Şenay Özden di semînera bi serenavê Kempên Penaberên Fîlîstînê: Serhildana Rojhilata Navîn, Berxwedan û Penaberitiyê de jêderka şer û encamê wan nirxandin. Di pey re, Abbas Walî di semînera xwe bi serenavê li Hemberî Rejîma Teokratîk ya Îranê Muhalefeta Demokratîk û Pirsgirêka Kurdan de behsa pozîsyona siyasî û resen ya kurdên li Îranê û bandora tevgerên muhalif ku li hemberî rejîmê derketine holê ji hilbijartina 2009an vir de kir. Axivêrê her dawîn Cengiz Çandar jî di semînera bi navê axaftina Iraqe yanî Tirkiyê û Kurdîstanê de behsa bandora pêşveçûnên Iraqê ji 2003an vir de li ser Tirkiyeyê û kurdan kir.

Herwiha di pêvajoyê de guhêrîn û veguherîn hê jî didome. Ji bona ve-nirxandina agahiyên rojane derheqê rewşa dawî de û bandora van guhertina li ser kurd û li dewletên ku tê de dijîn di moderatoriya Fazıl Hüsnü Erdem de em ê panelek ku Cengiz Çandar, Abbas VALİ û Şenay Özden tevlî bibe li dar bixin. Ev panela bi serenavê “Dema Erd Dihejê li Rojhilata Navîn: Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyê” di 24 Sermawez 2014an de saet 13:30 li salona konferansê ya Jûra Jimêryarîyên Serbest û Şewirmendên Aborî yên Diyarbekirê (li Galeriayê) pêk bê. Em we jî vedixwînin bo beşdarbûna nîqaşkirina ev panela ku wê bi pirs-û-bersivan bidomê.


Bername
24 Sermawez 2012, 13.30
Jûra Jimêryarîyên Serbest û Şewirmendên Aborî yên Diyarbekirê
Elazığ Cad. Diyar Galeria C/Blok Kat:1 No:3 Yenişehir/Diyarbakır

13.30 – 14.00             Îkrama çay û qehveyê
14.00 – 15.30             Panel: Dema Erd Dihejê li Rojhilata Navîn: Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyê”
Moderator: Fazıl Hüsnü Erdem
Axivêr:
Cengiz Çandar
Şenay Özden
Abbas Vali

15.30 – 14.00             Navbera çay û qehveyê
15.45 – 17.00             NÎqaşkirin – Nirxandin


Comments are closed.