Rêzepanelên, Serhatîyên Destjiçekanberdan û Bêçekbûnê – 1

Ji bo Destjiçekanberdan Rewşa Aliyên Destjiçekanberdan

DISA ji 8ê Adara 2010ê heta niho, konferansên, di serî de li ser kêşeyên sîyasî û civakî yên Diyarbekirê û paşê yên li ser Tirkiyeyê panel, atolye û konferansan çêdike û lêkolînan dike. Ji lêkolîna li ser Perwerdekirina bi Bingehê Zimanê Zikmakî ya bi Gelek Zimanan(Perwerdeya Pirzimanî) heta ya li ser bipêşketina ekonomîya Diyarbekirê, rêzelêkolînên hêja hatine kirin û yek ji wan lêkolînên mihom jî lêkolîna li ser Çareserkirinên Lihevketinan e. Li rêzepanelên me yên li ser destjiçekanberdan û bêçekbûnê, pêşîyê Jonathan Powell dê biaxive ko ew li dema lihevhatina Qiralîyeta Yekbûyî û Irlandaya Bakurê li ser navê Serokwezîrê Ingilîzîstanê, Tony Blairî bûbû sernavbeynkar. Cengiz Çandarê  rojnameger û nivîskar û Kerim Yıldızê midûrê Enstîtûya Bipêşdeçûna Demokratîk dê birêvebirîya axiftina wî bikin. Em ê bi hatina cenabê te ya panela me serbilind bibin ko panela me dê li 8ê nîsanê, li şanogeha Navenda Çandê ya Cegerxwînî(Çaryana Dîclekentê-Parkormani)  li siet 17:00ê çêbibe.

  • 8ê Nîsana  2013ê, li 17:00ê, Jonathan Powell,Birêvebir: Cengiz Çandar, Kerim Yıldız
  • 4ê Gulana 2013ê, li 14:00ê, Conor Murphy, Birêvebir: Meral Danış Beştaş
  • 8ê Hezîrana 2013ê, li 14:00ê, Gustavo Palma, Birêvebir: Nesrin Uçarlar


Comments are closed.