Zarokên Cerdevanan: Em êdî xayîn in

Van zarokên di nav pergala cerdevaniyê de mezin dibin û xesara wê dibînin, qebûl nakin ku bavê wan li dijî gelê xwe rakin çekê. Êdî zarokên wan li dijî cerdevanan in. Hefteya borî, piştî pêşkêşkirina pirtûka bi ser navê “Ji Berê Heta Îro li Tirkiyeyê Rêxistineke Paramîlîter-Pergala Cerdevaniya Gundan” [1] ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA) ve hatibû weşandin, ji aliyê xwendekarekî zanîngehê ve ku bavê wî bi salan e cerdevan e, nameyek ji DÎSA’yê hat şandin.

Vî kesî ku nameya nivîsandiye, dibêje ku ew weke ciwanekî kurd ku ji pergalê xesar dîtiye nameyê ji me re dinivisîne. Girîngiya xebata ku DÎSA dike ragihandiye. Name wiha berdewam dike:

“Bavê min nêzî 20 salan e cerdevaniya gund e. Vê trajediya ku dewlet bi vê pergala kirêt li me ferz dike, piştî ku hatim zanîngehê ferq kir. Her dema ku wê çeka bavê min hildigire dibînîm, ji şerman dikevim bên erdê, pişt re lanetê li kesên ku vê pergalê li me ferz dikin dibarînim…”

Bandora cerdevaniyê ya li ser zarokan, ji qasî ku em difikirin xeternaktir e. Di sala 2011’an de wê demê ku ez li gundeki cerdevanan dixebitîm û dibistana havînê dikir, travmaya ku vê pergalê li ser zarokan ava dike ferq kiribû.

Ji zarokên ku bavê wan cerdevan bûn û ne cerdevan bûn koroyek ava kiribû, piştî ku di axureke vala de bi van zarokan re bi rojan xebît kir, bi alîkariya Kardeş Turkuler me konseran dabû. Li gel ku bi mehan em bi hev re xebitîn û bûn weke destebirakê hev jî dema ku mijar dihat ser cerdevaniyê zarok bê deng dibûn. Wê demê min fêm kiribû ku ev zarok heta emrê wan hebe dê karê bavên xwe şerm bibînin. Min jî wê havînê bi wan re bêdengî û axaftina bi stranan hîn kiribû.

Dema ku min xebata DÎSA’yê xwend careke din ew zarok hatin hêşê min. Zarokên cerdevanan bedela biryareke derveyî xwe, bi cihêkariya civakî didin. Xizmên wan jî têkiliya xwe bi wan re dibirin, nikarin biçin merasîmên dewet û cenazeyan. Zarokê cerdevanekî rewşê bi van gotinan “Ji ber ku em cerdevan in xalê min jî ji me hez nakin” [2] vedibêje. Ev cihêkarî tenê bi gund û xizmên wan bi sînor namîne. Ev rewş li her cihê ku diçinê berdewam dike. Ji ber vê sedemê pirî caran cerdevaniya bavên xwe vedişêrin. Kurê cerdevanekî vê rewşê wiha vedibêje:

“…Mîn lîseyê li Mêrdînê xwend û li wir pirsgirêkên min çêbûn. Li wir min fêm kir ku cerdevanî karekî bi pirsgirêk e. Min nedixwest ji tu kesî re bibêjin kurê cerdevanekî me. Lewre min bigota ez kurê cerdevan im îhtîmala ku şer derketiba hebû. Gotinan j imin re digotin û heqaretê li min dikirin. J imin re digotin, ‘Hûn xayînin’. Pişt re min timik veşart ku kurê cerdevanekî me. Cerdevanî tiştekî vala ye. Qet naxwazim bibim cerdevan. Tê bîra min bavê min diçû operasyonan. Ez gelek xerab bi bandor bûbûm.” [3]

Îro piraniya zarokên cerdevanan li dijî pergala cerdevaniyê û cerdevaniya bavê xwe dertên. Bi taybetî ji zarokên ku ji bo karkeriya demsalî ango ji bo xwendinê ji gundên xwe dertên û diçin bajarên mezin, di mijara cerdevaniyê de bi bavên xwe re nîqaşên tund dikin.

Di nîsana 2013’an de di pêvajoya ku cerdevanên nû dihatin girtin de bûbûm şahidê vê rewşê. Kurê sercerdevanekî berê ku li taxeke xîzan a Stenbolê karkerî kiriye, li bavê xwe geriya û jê re gotiye ku heke ew careke din cerdevaniyê bike dê wî qet efû neke û destpêkê wî li hemberî xwe bibîne.

Li ser vê yekê sercerdevanê berê teklîfa nû cerdevaniyê qebûl nake û asteng dike ku piraniya gundiyên wî nebin cerdevan.

Bavên cerdevan êdî fikaran ji zarokên xwe yên ku dixwînin, diçine xebatê û polîtîk dibin dikin. Van zarokên di nav pergala cerdevaniyê de mezin dibin û xesara wê dibînin, qebûl nakin ku bavê wan li dijî gelê xwe rakin çekê. Êdî zarokên wan li dijî cerdevanan in.

Îro li Tirkiyeyê, di ser 46 hezaran de cerdevanan demkî (hem çeke hildigirin hem jî mûçe digirin), 20-25 hezar cerdevanên gundan ên dildar (mûçe nagirin lê bi çekên) hene. Li bejahiya herêmê her malbatekî nîvînkirî di navbera 6- û 7’an de zarokên wan hene. Li gorî vê yekê mirov dikare bibêje ku di navbera 400-500 hezar zarok rast e rast ji vê pergalê bi bandor dibin. Heke cerdevanên teqewît bûne, veqetiyane, hatine avêtin û mirî jî bên hesabkirin, hejmara zarokên cerdevanan di ser milyonekî de ye. Wê çi bibe ji van zarokên ku her cara bavên wan dema diçin operasyonan li benda saxbûna bavê xwe dimînin, bi biryareke ji derveyî xwe ji civaka xwe tên cihêkirin, rastî neheqiyê tên, heqaret li wan tê kirin, travma dijîn û “xayîn” tên îlankirin? Ev mijar di pêvajoya tasfiyekirina pergalê divê li ber çav bê girtin. (NB/HK)


[1] Ozar&Ûçarlar&Aytar(2013); Ji Berê Heta Îro li Tirkiyeyê Rêxistineke Paramîlîter-Pergala Cerdevaniya Gudan, Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê.

[2] A.g.y., rp. 161.

[3] A.g.y., rp. 167.

Kaynak


Comments are closed.