Zimanê Zikmakî û Makeqanûn

Ji îro pê ve perwerdeya bi zimanê zikmakî, bûye daxwazeke wisa ku piraniya kurdan li sere li hev kiriye û weke ‘man û nemanê’ dinirxînin.

Di navbera Makeqanûn û Pirsgirêka Kurd de girêdaneke pir nêzî hev heye. Wiha; li aliyekî nivîsareke biqûqî ku çareseriya Pirsgirêka Kurd ji xwe re nake armanc û sererastkirinên arestebûyî  vê yekê nahewîne nikare weke “Makeqanûna Nû” bê nirxandin. Li aliyê din, heta ku makeqanûneke ku daxwazên kurdan dihewîne nav xwe neye çêkirin û mîsoger neke, Pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane nayê çareserkirin. Daxwaza kurdan a pêşanî ku divê bikeve bin ewlehiya makeqanûnê, perewerde bi zimanê zikmakî ye. Beriya du salan bi munasebeta xebateke têkildarî mijarê, me derorên siyasî yên cûda yên kurd re hevdîtinan kiribû. Tabloya ku me dît ev bû: Di xisûsên çarçoveyeke îdarî ya çawaniya amûr/rêbaz û çaresariya ku di Pirsgirêka Kurd de tê bikaranîn de cûda difikirin. Lê dema mijar tê perwerdeya bi zimanê zikmakî herkes bi heman têgehan diaxive û heman daxwaza tîne ziman. Di hevdîtinan de ji ber rola ziman a di çandê de wateyeke mezin li ziman tê barkirin. Ji bo ragihandina çandê ya nifşekî din û rawesatandina pişaftinê, pêwistiya perwerdeya bi kurdî weke şert tê diyarkirin.

Du xal girîng in Dikarim bibêjim ku di nav demê de destnîşankirina giringiya perwerdeya bi zimanê zikmakî zêde bûye. Ji îro pê ve perwerdeya bi zimanê zikmakî, bûye daxwazeke wisa ku piraniya kurdan li sere li hev kiriye û weke ‘man û nemanê’ dinirxînin. Di vir de divê kevanek vekim û 2 xalan destnîşan bikim. Xala yekemîn, “mafê hînkirina zimanê zikmakî’ û ‘mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî’ ji hev cûda ne. Tişta ku ji hînkirina zimanê zikmakî tê qalkirin, li welatekî ji zimanê fermî cûdatir, hînkirina zimanê civakên bi zimanê cûda diaxivine. Dewlet, bi awayekî giştî di nav pergala hînkirin û perwerdeyê de tenê zimanê zikmakî hînî zarokan dike, lê hînkirin û perwerdeyê bi ser zimanê fermî dimeşîne. Perwerdeya zimane zikmakî, hînkirin û perwerdeya bi zimanê zikmakî ye. Amadekirina bi zimanê zikmakî ya mufredat, amûr û belgename û bikaranîna zimanê zikmakî ya hemû astên hînkirin û perwerdeyê ye. Xala duyemîn, naskirina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, nayê wateya redkirina zimanê fermî ya di hemû pêvajoyê hînkirin û perwerdeyê de; ev maf, hînkirin û hînbûna zimanê fermî ji holê ranake. Li welatên ku vî mafê nas dikin, bi awayekî qanûnî hem zimanê fermî hînî herkesî tê kirin hem jî di hînkirin û peperwerdeyê zimanê fermî û zimanê zikmakî bi hev re tê bikaranîn. Armanca perwerdeya zimanê zikmakî, ne tenê hînbûn û bikaranîn zimanê zikmakî kesan e; berovajiyê vê yekê armanc ew e ku kes xwe bi gelek zimanan bîne ziman, jiyana xwe bidomîne û hilberîna akademîk bike.

Makeqanûnên Cîhanê

Bi qasî ku dixebitim û dibinim li Tirkiyeyê kurd, “Rihê min kurd matematîkê bi zimanê xwe hîn bikin wê çi feydeya vê yekê ji wan re hebe? Lê mademkî pir dixwazin, wê demê bila di hefteyê 2 saetan li dibistanan weke waneya bişarte bikin mufredatê û kesên bixwazin wê biçin hîn bibin.” ji vê nizakbûna ku ziman û daxwazên wan biçûk dibîne aciz dibin. Kurd ji kesî tiştekî naxwazin, berovajî daxwaza nasîna mafê xwê yê perwerdeya (ne hînkirin) bi zimanê zikmakî ku heta îro hatiye dizîn dikin. Parastina kurdan a perwerdeya bi zimanê zikmakî, weke hin kesên ku dizanin dijberiya –tirkî- nahewîne û nayê wateya qutkirina hemû girêdanên tirkî. Ev daxwaz, daxwaza hînkirina her du zimana ya di heqê xwe de ye; ji ber vê yekê divê ev daxwaz neye paşguhkirin û –heke bê amadekirin- divê Destûra Bingehîn vê daxwazê bibersivîne. Ev dikare çawa bê kirin? Mijara perwerdeyê ya di kîjan ziman/zimanan de di destûrên bingehîn ên Cîhanê de bi 3 sererastkirinan hatine nivîsandin. Yekemîn, destûrên bingehîn ku tenê rê didin perwerdeya bi zimanekî. Mînaka van destûrên bîngehîn a şênber Destûra Bingehîn 82’an a heyiye. Di xala 42’emîn de tê diyarkirin ku ji bilî zimanê tirkî bi tu zimanî perwerde nayê dayîn. Di destûrên bingehîn ên Gurcistan (m.85) û Portekîzê (m.9-f ve 74-i) de ji bo perwerdeyê zimanê fermî hatiye destnîşankirin. Duyemîn, destûrên bingehîn ku têkildarî zimanê perwerdeyê cih nadin tu hikmî. Di gelek destûrên bingehîn (ABD, Arnavûtlûk, Avûstûrya, Almanya, Komara Çekê, Danîmarka, Endonezya, Fînlandiya, Fransa, Koreya Başûr, Hirvatistan, Hollanda, Îspanya, Îsraîl, Swîsre, Îtalya, Japonya, Letonya, Luksembûrg, Norveç) de zimanê perwerdeyê neyatiye diyarkirin û ji qanûnan re hatiye hiştin. Di destûrên bingehîn ên 1924 (m.80) û 1961’an (m.21-2) ên Tirkiyeyê de jî têkildarî zimanê perwerdeyê tu srerastkirin tüneye. Sêyemîn, destûrên bingehîn ku ji bilî zimanê fermî cih didin zimanên din ên ku perwerde dikare bi wan jî were kirin. Ji bo bersivandina daxwazin ziman û nasnameya çandin cûda li gelek welatan (Arjantîn, Azerbaycan, Belçîka, Kolombiya, Bûlgaristan, Estonya, Fîlîpînan, Komara Afrîkaya Başûr, Îran, Swêd, Malezya, Polonya, Rûsya, Sîngapûr, Slovakya, Slovenya, Ûkrayna) perwerdeya bi zimanê zikmakî ketiye bin ewlehiya destura bingehîn. Bi giştî div an destûrên bingehîn de; hînkirin û hînbûna zimanê fermî ji bo welatiyan weke maf û ji bo dewletê jî weke peywir hatiye diyarkirin.

Du rê hene

Di vê çarçoveyê de dur ê li pêşiya Tirkiyeyê ne. Rêya yekemîn, weke -di pêşnûma Ozbûdûn (m.45) de– çekûyên qedexeyê neyên destnîşankirin û perwerdeya ji bilî zimanê fermî li hêviya qanûnan bê hiştin. Rêya duyemin jî weke –di destûrên bingehîn ên Azerbaycan (x.45), Letonya (x.37), Kazakistan (x.19), Rûsya (x.26 û 68), Slovakyayê (x.34) de- raste raste mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî bê destnîşankirin. Bijarteya ji rêya duyemîn re ye. Li gorî min, divê “mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî” di destura bingehîn de bê diyarkirin (weke x.45’an destura bingehîn a Azerbaycan) û bi vê yekê serî di perwerdeyê de li hemû saziyên cemaweriyê zimanê zikmakî bê bikaranîn. Lewre destûrên bingehîn, di valahiyan de nayên nivîsandin; şertên civakî û raboriyeke wan heye. Pêkanîn dewletê yên heta îro, di kurdan de bûye sedema bêbaweriyeke kûr. Tenê bi rakirina qedexeyan ev bêbawerî bi dawî nabe. Divê di heman demê de mafê wan bi destura bingehîn bên ewlekirin û zor li dewletê bê kirin ku van mafan bi cih bîne. Bidawîbûna cihêkariya mijara ziman û cih dayîna vê yekê ya di destûra bingehîn de, dê bandoreke erênî li avakirina baweriya kurdan a bi dewletê bike.

Çavkanî


Comments are closed.