Di çarçoveya gotûbêjên DÎSA’yê de Dr. Halîs Yerlîkaya qala girîngiya gihîştina xizmeta tendirustiyê ya
bi zimanê kurdî gotarek li DÎSA’yê pêşkêş kir.
Dr. Halîs Yerlîkaya, dibêje: “Ziman di gihîştina xizmeta tenduristiyê de xala herî girîng e. Nêzîkî sed sal
in ku zimanê kurdî di çarçoveya armanca avakirina Netewe-Dewleteke homojen a bi axaftina tirkî bi
awayekî sîstematîk hatiye tepisandin. Di vê serdemê de zimanê kurdî bi qanûn û qedexeyên tund
hatiye nexuyakirin, biçûkxistin û carna jî hatiye krîmînalîzekirin. Zimanê kurdî li Tirkiyeyê duyemîn
zimanê ku herî zêde tê axaftin û di heman demê tê paşguhkirin. Polîtîkayên cihêkariyê rê nade ku hin
welatî bi zimanê xwe bigihîjin mafên xwe yên tenduristiyê.
Di berdewamê de Dr. Yerlîkaya, qala rêgiriyên li pêş kurdî bi sirûdê li ser tendirustiyê dike û dibêje: ‘’Ji
bo teşhîskirina nexweşiyê gava yekem û ya herî girîng pêwendiyek zexm di navbera xebatkarên
tenduristiyê (ji teknîsyenên beşa lezgînîyê tenduristiyê bigire heya bijîşk) û nexweş de ye. Ev yek tenê
nexweş û xebatkarên tenduristiyê yên ku nexweşa derman dikin bi heman zimanî biaxivin helbet
nexweş jî dê bikaribe pirsgirêkên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade bike. Ji aliyê din ve
gihandina gilî û gazincê nexweş ji aliyê kesekî navbeynkar ve wek wergêr an jî kesekî ku bi nexweş re
ye, di warê nepenîtiyê de pirsgirêkek cidî derdixe holê. Di heman demê de jî dibe sedema encamên
wekî ku nexweş nikaribê xwe bi hêsanî bîne Ziman.’’
“Xizmeta tendirustiyê ya bi zimanê dayîkê dijwar e”
Di beşeke din a axaftina xwe de Halîs Yerlîkaya qala mafê wergirtina tendirustiyê ya bi zimanê dayikê
dike û wiha dibêje: ‘’Astengiyên di pergala tenduristiyê de li Tirkiyeyê “gihîştina tenduristiyê” di van
salên dawî de gelek zehmet bû. Bi astengkirina xizmetên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê hîn
dijwartir dibe. Nedayîna xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê kurdî û pêkanînên cihêkariyê dibe sedema
jiyana gelek nexweş û nexweşiyên giran. Daneyên li Tirkiyeyê nîşan didin kesên ku bi zimanê xwe yê
yekem bi Tirkî nizanin, gihandina wan a xizmeta tenduristiyê gelek kêm e.
Gihîştina tenduristiyê û jiyanek bi tendurist mafê herî bingehîn ê mirovan e. Qanûna gerdûnî jî erka
ewlehiya vî mafî dide dewletan. Ji ber ziman, ol, zayend, tercîha zayendî an meyla wan û hwd. sedem
çi dibe bila bibe, Her astengiyek li pêşiya hemwelatiyan (an jî hemû kesên ne hemwelatî ne) dibe ku
rê li ber gihîştina mafê tenduristiyê bigire; Divê weke “binpêkirina mafê jiyanê yê herî bingehîn û
mafên mirovan” bê nirxandin!’’
Di dawiya gotara xwe de Dr. Halîs Yerlîkaya, dibêje bi wê çendê jî dike ku wergirtina xizmeta
tendirustiya bi zimanê dayikê dike û gotara xwe wiha bi dawî dike: “Pirsgirêk di demeke kurt de bi
pêkanînên wekî qursên ziman, tayînkirina xebatkarên tenduristiyê yên ku bi zimanê kurdî diaxivin li
herêmê, tazmînata ziman, wergêrên tenduristiyê, amadekirina pirtûk-broşur-vîdyoyên ji bo bijîşkên li
herêmê dixebitin. Dayîna dersên bijarte yên kurdî di beşa tenduristiyê de dikare bê çareserkirin.
Ji xeynî vê, hewceye ku mafê jiyan û tenduristiyê nebe mijareke siyasî. Tenduristiya bi zimanê dayikê
mafê herî bingehîn ê mirovan e. Ji bo mafê jiyanê jî pêwîstî pê heye. Ne ji ber sedemên siyasî, divê di
çarçoveya mafê jiyanê de jî bê nirxandin.’’