Cerdevanî (1): Çima bûn cerdevan

Enstîtûya Lêkolînên Civakî û Siyasî a Amedê xebateke ku pergala cerdevaniya gund lêkolîn dike kir. Di xebatê de ji duh heta îro di demên borî de armanc û şêweyên sazkirina cerdevaniyê hat lêkolînkirin. Di meclîs û çapemeniyê de li ser çawa hatiye bidestgirtin hat sekinîn. Di erdnîgariyên cuda yên cîhanê de li tecrûbe/ serpêhatiyên hevşêwe hat nihêrtin. Her wiha bi cerdevan û malbatên wan re hevdîtin pêk hatin. Fikr û ramanên cerdevanan û malbatên wan ên di derheqê pergalê de, encamên wê û li ser pêşerojê hatin veguheztin.

Di vê nivîs û di nivîsa piştî vê de hin daneyên vê xebata DÎSA yê dixwazim parve bikim. Xebat nîşan dide ku cerdevan derpêşkirina saziyeke yekpare nakin. Ne bi komeke cerdevanên yek-blok re, em bi komên ji hin aliyan ve cuda cuda ne re rû bi rû ne. Cudatî hem di sebeba destpêka cerdevaniyê de hem jî xwe di kîjan şert û mercan de ceedevanî dê bihatina berdan dida nîşan. Di nivîsa ewil de sedemên bûya cerdevaniyê, di nivîsa duyemîn de ez ê nêzîkbûyînên cuda yên derbarê terka cerdevaniyê de ragihînim.

Di xebatê de cerdevanan gelek sedemên ku ew sewkî vê rêyê kirine rêz kirine. Çar sedemên ku di rêza pêşîn de ne pêkane bê behs kirin.

Yekemîn ji bo hin karên xwe yên nerewa veşêrin ên bûna cerdevan. Cerdevanî bi vê bendê re sûcên hatine kirin bê nixumandin û ji bo sûcên mezinên êlên cerdevan jinavêrabin peywira perdeyekê dibîne. Korkut Eren cureyê vê cerdevaniyê bi van gotinan diparêze.

“Yên ne ji me ne, xayîn in.”

“… yek ji giregirên mezinê êlekê kujerê leşkêr bû. Lê belê di şert û mercên wê rojê de êlan ne li hember xwe, ji neçarî me ew kişandin aliyê dewleta xwe. Me hin çewtî nedîtin, divê kêmasî û zêdebûnên têkoşînek wisa werin nirxandin. Li Rojhilatêbaşûr (Kurdistanê) me ev kir. (Star 26.01.2002)

İDuyemîn ji ber zextên dewletê kesên bûne cerdevan. Gundên ku cerdevanî qebûl nekirin gelek rêbazên tirsandin û şikênandinê ji aliyê leşkeran ve li wan hat kirin. Ji gundiyan re hatiye gotin ku kesên ne li ba dewletê bin ê “dijmin” werin dîtin û dê bi vî awayî muamele li wan were kirin û du rê ji gundiyan re hatiye pêşkêş kirin. “An hûnê bibin cerdevan  an jî hûnê gundên xwe terk bikin.” Kesên gundên xwe terk nekirin çek girtine.

Li Qulpa li ser bajarê Amedê bi hevdîtina cerdevanekî re ku destpêka çîroka cerdevaniya xwe wiha vedibêje.

“Min di 88 an de dest bi cerdevaniyê kir. Lê belê cerdevanî di 94 an de hat gund. Pergala cerdevaniyê weha dest pê kir. “Rojekê gotin qeymeqam tê gund. Roja înê em ji nimêjê derketin, leşkeran her der vegirtibûn. Li wir ji me re ev gotin. An hûnê bibin cerdevan an jî hûnê bi xwe re tiştekî nebin û bi saqoyên xwe ve herin.”

Di navberê de mayîn

Sêyemîn kesên pejirandina cerdevaniyê wek derdê debarê û xîzaniyê rave dikin. Xîzanî ji mêj ve ye pirsgirêkeke girîng e. Lê belê hin polîtîkayên bi têkoşîna PKK ê re pêkhatine -rênedana/ambargoya zexîreyê û qedexeyên mêrgan hwd- xîzanî kûrtir kirine. Di nav cerdevanên ku hevdîtin bi wan re pêkhatine de, meyla daxuyaniya sedema cerdevanbûyînê berbelav e.

“Ez îro jî ku pirsgirêka debarê hebûya, ango birçî bûma, ez ê dîsa bibûma cerdevan. Lê belê hinek perê min hebûya, ez qet nedibûm.”

Sedema vê daxuyaniya herî girîng, li hember mirovên/nîjada xwe nehêsanbûna parastina çekdariyê ji aliyê cerdevanan ve jî qebûl kirine. Cerdevan û malbatên xwe bi dengekî bilind dibêjin me cerdevanî bi dildarî nexwestiye û ji ber sedemên xîzaniyê em ketin vê rêyê. Lê belê ev parastin hin zarokên cerdevan qayîl nake. Zarokên ku ji ber karê bavên xwe tê demxekirin û ji nêvengên/dorhêlên tê de ne veder dibin, van daxuyaniyên bavên xwe têr û tije nabînin û îtîraz dikin. Li Mêrdînê cerdevanek vê pirsgirêkê ” di navberê de mayîn” bi nav dike

“Bi rastî em di navberê de mane. Zarokên me jî ji me re dibêjin: “Hûn çima bûn cerdevan, hûn nebûna? Lê belê em di serî de ji ber xîzaniyê bûn û mê ne dizanî ev karê wisa pêşve biçe.”

Em ji baranê reviyan teyrokê em girtin

Çaremîn yên ku li hember PKK ê çek hildanê. Helwesta hişk a di heyamên pêşî de PKKê li hember êlan girtibû. Bi taybetî jî di dîrokê de êlên ku “alîgirên dewletê” tên zanîn vegeriyan bûn “êlên cerdevan”. Êlên ku bi PKK ê re pirsgirêk jiyane an jî êlên ku xwe li hember PKK ê xwestin biparêzin bi hêz û qeweta dewletê û ji bo ku bi dewletê re pirsgirêkên çekdarbûyînê nejîn cerdevanî hilbijartin. Li Qosera Mêrdînê daxuyaniya cerdevanekî bi vî awayî ye.

“Pirsgirêka me ya aboriyê qet tune bû. Em ji bo aboriyê nebûn cerdevan û pêdiviya me bi meaşê cerdevaniyê jî tune. Weke malbatê em dikarin 500 kesî têr bikin. 12 hezar donim erdê me heye. Apociyan gotin em ê mezinên malbatan bikujin da ku ên din radestî me bibin. Da bibêjin filan axa kuştin. Piştî wê em neçar man. Ku em bê dewletê çekê hilgirin gelek cezayên wê hene. Em neçar man me çek hilda. Koçkirina ji gund jî zor û zehmet bû. Me yê çawa evqas erd bihişta? Ji ber vê em bûn cerdevan. Ango em ji baranê reviyan teyrokê em girtin. Em axa bûn ji ber mal û milkê xwe. Lê belê em ketin di bin fermana serbazekî de. Me nizanî em ê çi bikin.”

Ligel van sedeman ji ber hin sedemên din jî daxuyaniya kirina cerdevaniyê dikin. Wek mînak hin ji wan di serî de çewt hatine agahdarkirin, îfade dikin ku cerdevanî wek nobedariya asayî zen kirine. Ji ber sedemên doza xwînê û pirsgirêkên di nav malbatên li gund de an jî ji bo ku serdestiyê li hember ê din bikin ên dest avêtine çekan hene. An jî ên ku cerdevanî wek karekê, karmendiyê dîtine û cerdevanî qebûl kirine jî mijara gotinê ne.

Cudatiyên ku bûne sedemên destpêka cerdevaniyê, şewêgirtina têkiliyên cerdevanan ên hem bi gundiyan re hem jî diyardeya helwestên pêvajoya jiholêrakirina cerdevaniyê rolek girîng dilîze. Di nivîsa din de em ê li ser van mijaran bisekinin. (Serbestiyet)


Comments are closed.