Bi Zimanê Dayikê Ve Ber Bi Perwedehiya Pêşdibistanê

Li Kurdistanê Wêjeya Zarokan ya Devkî

Ev xebata ku di 28ê pûşperê a 2015an de ji bo amadekirina materyalên perwerdehiya pêşdibistanê ya bo temenên navbera 0-6ê û bo antolojiya berhemên çanda devkî li gel hevkariya DÎSA,TZP- Kurdî û Enstîtuya Kurdî ya Amedê hat kirin. Xebat di nava pênc herêman de bi 78 rojan li gel 854 kesê/î di 14 bajar, 32 navçe, 2 bajarok û 76 gundan de hevdîtin pêk hatin bi van hevdîtinan ve bi hejmarekê zêde çîrok, mamik(metelok), bizelêv, pêşgotin(şîret), biwêj, stran, lîstik, pirsên mantiqî, zêmar, meselok, lorîk(landik) hatin berhevkirin.

Di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya ku 21ê Reşemiyê de li Hola Pêrgînê ya Sumerparkê di saet 14:00an de civîna danasîna projeyê û ya rapora lêkolînê hat kirin û wekî din danîşana sînevîzyoneke 15 deqeyî dê pêk hat. Di nava vê nîşandanê de kolajek dîmenên ku ji lêkolîna qadê hatin girtin hat pêşkêşkirin.

Bi vê civînê ve rapora lêkolînê ya bi Kurdî û Tirkî hat belavkirin û bi vê awayê ji berhevkirina danezanên xweyî encam hat girtin.

Çendin nîgareyên ku ji bo pirtûkên çîrokan ji hêla Seywan Saedian û Runak Rasulpour ve tên xêzkirin û çend çîrokên ku di xebatê de me dan hev ji zarokan re hat xwendin û wêneyên ku ji hêla zarokên Şengal û Kobaniyê ve hatin xêzkirin di nava atolyeyan de bi wêneyan hatin pêşkêşkirin.Gelek kes û saziyên ku di pêşveçûna zimanê kurdî de cih girtinê tevlî civîna me bûn.

Comments are closed.