Bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de mafekî mirovî ye. Gelek ji wan deqên ku çarçoweya huqûqa hevçerx diyar dikin, perwerdeya bi zimanê zikmakî wekî mafekî destnîşan dikin ji bo mirovan; herwiha dabînkirina vî mafî wekî berpirsyariyeke dewletê ya xizmetguzariya yeksan a li hemwelatiyan dibînin. Lewma, bar û berpirsiyariya dewletê ye ku hewl bide şert û tedbîrên ji bo îstifadekirina ji vî mafî teqez û cîbicî bike.
Lê belê, li Tirkiyeyê –ji ber têgihiştina hemwelatîniyê ku nasname û şêwejiyaneke yekreng ferz dike li ser herkesê/î– kurd bêpar in ji mafê bikaranîna zimanê xwe yê dayikê di perwerdeyê de. Ev bêparî û neheqî hem dibe asteng li ber parastina zimanê kurdî, ku -ji ber şertên xwe yên civakî û siyasî- her bêtir lawaz dikeve, hem di dibistanan de tesîreke xerab li serkeftina wan xwendekaran dike ku zimanê wan ê dayikê kurdî ye, û hem jî zererê digihîne aştiya civakî.
“Kula Ziman”, lêkolînek e ku bi xema van kêşe û kêmasiyên behskirî hatiye amadekirin. Du armancên serekî yên vê lêkolînê hene: Ya yekem ew e ku wan texrîbatên siyasî, civakî, aborî, psîkolojîk, perwerdeyî û zimanî destnîşan bike ku ji ber bikarneanîna kurdiyê di perwerdeyê de qewimîne û diqewimin. Ya duyem jî ew e ku xwedantesîr û piştevan be di pêkanîna wan tedbîran de ku dê van zerer û texrîbatan rakin.
Ji ber vê yekê, “Kula Ziman”, hem aloziya paşxaneya siyasî ya Tirkiyeyê teswîr dike, hem kêşe û kemasiyên ku hîn ji vê paşxaneyê dizên destnîşan dike, û hem jî dane û encamên ku ji lêkolîna meydanî bi dest ketine di nav çarçoweya munaqeşeyên teorîk de dinirxîne. Herwiha, nirxandineke qiyasî ji tecrûbeyên welatên cihê pêşkêş dike û pêşniyazên çareseriyê rêz dike, ku tê heye hinek ji wan pêşniyazan demûdest pêk bên û pejirandina hinekên din maweyeke dirêj bigire.
“Kula Ziman” hêvîdar e ku piştevan û hander be ji bo berdewambûn û kûrtirbûna nîqaşên ku îro derheqê bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de têne gerandin û, herwiha, li Tirkiyeyê –bikaranîna kurdî di perwedeyê de jî tê de – têgihiştineke pirzimanî bê pêşxistin di perwerdeyê de.