Belgesela me a bi navê “Dengên Bakur Gul Vedibin” dide nîşandan

Bi hevkariya DÎSA û Enstîtuya Kurdî ya Amedê di sala 2014an de, projeya Li Kurdistanê Wêjeya Devkî Ya Zarokan hate lidarxistin. Di encama vê projeyê de materyalên perwerdeyê hatin amadekirin û niha ev materyal li Amedê di krêşê şaredariyan de tên bikaranîn.

Belgesela me a bi navê “Dengên Bakur Gul Vedibin” ji serî heta binî vê xebata me û amadekirina Seta Gulgulîskên Zarokan dide nîşandan.

Piştî belgeselê lêkolîner û xebatkarên projeyê dê di derbarê hûrgilî û encamên projeyê de gûftugo bikin.

Beşdarbûn û piştgiriya wê bo me giring e.

Dem: 16.01.2016, Şemî

Saet: 13:00

Cih: Odeya Avahîsazan a Amedê


Comments are closed.