Bernameya Xwendinê

Bernameya Xwendin/Minaqeşeya li ser Mêrantiyê dê sê mehan bidome. Her mehê sê hefte, bi awayekî online, li ser mijarekê nivîs û gotarên ku hatine diyarkirin dê bên minaqeşekirin. Piştî minaqaşayên hûr û kûr, her meh dê ligel mevanekî ku di qada xwe de pispor e gotubêj bê kirin. Hevpeyvînên me sê heftiyan dê wekî online bidomin,

Destpêka xebatên li ser mêrantiyê

Kategorîzasyon / cureyên mêrantîye ( serdest , hevkar , rajêr û mêrantiyên ekstrem )

Milîtarîzm, nîjad/ etnîsîte, ol/bawerî ( redda wicdanî, netewperestî û mêrantiyên oldarî )

Emelên civakî ya mêrantiyê ( bavbûn, kirîvtî, sinet hwd. )

Xwendin / minaqeşeyan de bi hurgilî dê li ser van mijaran dê were sekinîn. Materyalên xwendinê di bernameyê de dê bi beşdaran re bên parvekirin.

Kontenjana bernameyê sînordar e û ji her kesî re vekiri ye. Kesên ku bixwazin tevlî bernameyê bibin dikarin bi rêya [email protected] xwe bigihînin me.


Comments are closed.