Di navbera 15-17 Gulanê de Mihrîcana Zimanê Zikmakî û Zarokan a Amedê hat lidar xistin

Li ser îthafa mêjûya 15ê Gulana 1932an ku wekî destpêka kovara Hawarê destpêkiriye bi pîrozkirina 15 Gulanê Mihrîcana Zimanê Kurdî gelek saziyên ku li ser zimanê zikmakî û zarokan xebat kirine wek xebatek hevpar li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê de bi navê ‘Mihrîcana Zimanê Zikmakî û Zarokan a Amedê li dar xist. Mihricana k udi navbera 15 -17an de wekî cara ewil pêk hat bi diruşmeya “zarok şitlên zimên in” zarokan bi rêzeçalakiyên zimên re gihande ber hev.

Piştî pêvajoyeke amedekariyê ya berfireh û tije Mihrîcana Zimanê Zikmakî û Zarokan a Amedê li pey şopa Celadet Alî Bedîrxanî rakirina astengiyên hemberî zimên û bersivdayîna daxwazî û pêwistiyên zarokan hedef girtibû.

Zarokên gelê kurda ku heqê wan ê perwerdê hatibû çopandin îsal di Mihrîcana Zimanê Zikmakî ya Kurdî de li amedê derfeta pîrozkirine bi organîzasyonek bi vî rengî dîtîbûn. Bi çalakiyên pêkhat di zaraveyên kurmancî û zazakî de bî dîşadî xwe îfade kirin û şîyanên xwe bi rîsm, wêne dî muzîkê de pêşkeş kirin.

Di bernama mihrîcanê de, di konên ku hatin vedandin, ji bilî komxebatên rism, wêne û xwendîne û çalakiyên ki ji aliyê perwerdekarên Dibistana Ferzad Kemangerî , xebatên zarokan bi xwe jî cî girtin. Pêşengeha zarokên Kobanê, komxebata dramayê ku ji aliyê meclîsa zarokên Amedê, govendên gelêrî ji vana çend heb in.

Di mehên havîna par de, di binyata TZP Kurdî de DISA û Enstîtuya Kurdî ya Amedê li heremên Amed, Behdînan, Botan, Dersîm, û Serhadê de lêkolîna “Wêjeya Zarokan ya Devkî” pêk anîbû. Wekî encama vê lêkolînê seta ku bi navê Seta Gulgulîskên Zarokan ji bo perwerdeya pêsdibistanê hate weşandin hate danasîn. Herweha li Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê li şanoya bajêr lîstika muzîkdarên Bremenê lî amfî tîyatroya Sumerparkê hate pêşkeşkirin.

Comments are closed.