Gelo Cerdevanên Demkî yên Gundan xwe ji serhildaneke çekdarî re amade dikin?

Nûçeyek du roj bere ket çapameniyê, min gelek fikirand. Fikirandin çi peyve, di navberekê de ketim nav tirsê! Li gorî nûçeyê; lêkolînek di nav cerdevanan de hatiye kirin. Li gorî vê lêkolînê, cerdevanan dibêjin, “heke dewlet me tasfiye bike em ê dev ji çeke bernedin.”! Li gorî lêkolîna Enstîtûya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA) ya têkildarî cerdevaniyê ku bi navê “Ji Berê Heta Îro Li Tirkiyeyê Rêxistinbûyîneke Paramîlîter: Pergala Cerdevaniya Gundan” bûye pirtûk; cerdevanên ku dibêjin, di navbera dewlet û PKK’ê de mane û ji 1’ê Sibata 2013’an ve hejmara wan yekûn 49 hezar û 195 e. Xwebûna daxuyaniyên wan wiha ye: “Dema ku em çekên xwe deynin dê bibin hedefa PKK’ê. Heke dewlet bêyî ku ewlehiyek bide me, me tasfiye bike, em ê jî serî hildin. Heke dewlet li dijî terorê rawest e jî em ê nerawestin”!(1).

Bi rastiyê me pê dernexist ku vê hewldana cerdevanan, ji bo dewletê gef e yan ji bo ewlehiya wan e! Le div ê mijarê de cerdevan mafdar in: Dewlet mecbur e ku li ewlehiya welatiyên xwe dabîn bike û ji gefa terorê bi parêze. Di rewşeke çewt dê acziyeta dewletê bê rojevê; ev yek jî baweriya welatî ya ji delwetê hilweşîne û sewqî lêgerînin cûda bike.

Wê pirsgirêk ber bi ketina bin bandora rêxistinên terorê û avakirina rêxistinên nû biçe. Mînak, heta ku PKK ji holê neyê rakirin, bêçekkirina cerdevanan dê wan ji bo PKK’ê bike hedef. Wê rêxistin bi hestên tolhildanê tevbigere, pêkane ku; li herêmê li dijî cerdevanan dest bi komkujiyan bike. Di vê rewşê wê cerdevanên gundan an ji PKK’ê re serî deynin an wê bikevin bin kontrola hin rêxistinên din an jî wê derveyî qanûna xwe bi çek bikin. Ev ji wê li gorî qanûn û yekparebûna welatê me bibe rêxistineke nû ya terorê.

Ez nizanim Enstîtûya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA) kî ye, ji kî re xizmetê dike, lê vê hewldanan cerdevanan ji me re weke di hêla aborî û ewlehiya civakî de bawerbendîkirina siberojê hat. Heta radeyekê mafdar in jî. Zilaman hînî girtina mûçe ya ji dewletê bûne! Tê zanîn ku ji vana beşeke wan cotkariyê ji bîr kirine û weke karmendan debara xwe bi mûçeyê cerdevaniyê dikin. Rewşa vana ji aliyêkî ve dişube rewşa mirovên demekî li welat perdeya hesin dijiyan. Çawa ku piştî hilweşandina pergala komînist mûçeyên mirovan van welatan hatin birîn û ketin nav lêgerîneke din wê cerdevanên me jî heman rewşê dê bijîn!

Ji lewre zehetmiya cerdevan a ji bo ku derbasî jiyana beriya cerdevaniyê bibin li ber çav bê girtin; zehmet e ku van mirovan bi pê re dest ji pergala cerdevaniyê berdin. Bersivên ku dane lêkolîna ku navê wê li jor derbas dibe, vê yekê nîşanî me dide.

Li aliyê din kesên ku di têkoşîna terorê de têkoşiyane, şehîd ketine û bûne gazî jî din av vana de hene. Weke ku ji bo berjewendiyên xwe sûcan kirin hene. Xizmên kesên ku di van bûyeran şehîd bûne û seqet mane, divê bi sererastkirineke ku bê kirin re bikevin bîn sîwana ewlehiya civakî. Dewlet neçar e ku li van mirovan xwedî derkeve. Weke kesên ku sûcan kirin didarizîne. Li gel ku gelek efserên li herêmê peywir kirine hatine darizandin û ji ber sûcên ku kirine ceza xwarine û ji ber pêkanînê wan dewlet ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve mehkûmê dayîna tazmînatê hatiye kirin jî heta îro tu cerdevan û sercerdevan nehatiye darizandin. Ew yeke jî gelek balkêş e!

Bi vê minasebetê careke din nivîsa xwe ya bi ser navê “Cerdevanên Demkî yên Gundan û artêşa sivîl a ji 50 hezar kesî pêk tê” (2) ku di 23’ê Çileya 2010’an de hatiye weşandin, pêşkêşî we dikim: … Hefteya borî (17.01.2010) roja yekşemê, ji bo bersivandina beşdarên bernameya bi navê “Ji her aliyî ve” ya di Star TV’yê de hat weşandin, min bi rêya înternetê ji Rûhat Mengî re pirseke wiha şandibû:

“Hikûmet bi armanca dabînkirina ewlehiya sînor, dixwaze girêdayî Wezareta Karên Hundir artêşeke taybet û sivîl ku ji 50 hezar kesî pêk tê ava bike. Ji bo vê yekê plan dike ku destûra derkirîna çekên giran bide Emniyet û MÎT’ê. Niha li Rojhilat û Başûrê Rojhilat di bin navê Cerdevanê Demkî yê Gundan hêzeke ji 60-70 hezar kesî pêk tê heye. Gelo ev hêza ku tê xwestin bê avakirin ji cerdevanan pêk bê?”

Birêz Rûhat Mengî, pirsa min ji mêvanên xwe nepirsî lê gumana ku min dikir hatiye serê min! A rast tişta ku hat serê min hatiye serê hin kesên din jî. Terorîstê Şemdîn Sakik bi navê xwe yê kod Parmaksiz Zekî, di hevpeyvîna xwe ya ku di 21’ê Çileya 2010’an de bi Can Dundar re kiriye ev tişt dibêje:

“Projeya min ev e: Binêrin di dîroka kurdan de Hengên Mîran, Hengên Hemîdiyan hene. Îro jî artêşa cerdevanan ku ji 90 hezar kurdî pêk tê heye. Heke vana bixwazin bêhilên em li hev bikin. Bila bi hezar û 7 hezar kesî bibine hêzeke artêşê. Bila girêdayî artêşa tirk bin û parastina sînor bikin…”

We dît carekê? Hikûmet bi van gotinan kaçilê zebejan li mêjiyê kerê xistiye! Hikûmeta ku tê tawanbarkirin polîtîkayên vekirinê bi nexşerêya Apo bi rê ve dibe, em nizanin ku çawa nêzî pêşniyara alîkarê Apo û mirovê duyemîn ê PKK’ê Şemdîn Sakik dibe. Lê artêşa taybet a 50 hezar kesî pêk tê gilizê bi deve gelek kesan xistiye. Belê piranî jî bi deve rêxistina terorê. Lewre wê herî kêm milîtanên xwe di nav vê hêza ku li ser sînor peywir bike de bi cih bike. Weke îro di nav pergala Cerdevaniya Demkî ya Gundan de mirov, hevkar, sîxur û peyamberên wê hene (Keyayê gund ku li Reşadiyê hat girtin ji bîr nekin).

Lewre; li gorî me, avakirina artêşeke wiha taybet ji aliyekî ve bi guman e. Li aliyê din wê avakirina vê artêşê bê wateya ku TSK nikare sînoran biparêze. Wê bi yekê heqareteke mezin li TSK’ê bê kirin. Ji bo Xwedê ez ê ji artêşeke ku nikaribe sînora biparêze re bibêjim artêş?

Ceribandina “Hengên Hemîdiyan” û “Hengên Eşîran” weke Şemdîn Sakik jî dibêje, berê bi taybetî ji aliyê II’emîn Abdulhamîd ve hatiye kirin. II’emîn Abdulhamîd ji bo ku eşîrên kurdan ên cûdaxwaz bîne rê û bi dewletê ve girê bide weke bertîleke siyasî ji van eşîran heng dane avakirin. Bi vê armancê ast û payeya paşatiyê daye serokên eşîran û wan girêdayî mûçe kiriye. II’emîn Abdulhamîd ast û payeya paşatiyê ne ku tenê daye serokên eşîran ên zilam di heman demê de daye serokên êşîran en jin jî. Fato Paşa ya bi nav û deng yek ji van kesan e. Tê gotin ku Fato Paşa Dersîmî ye. Lê ji ber ku seroka Eşîra Almîra ya li herêma Kolikê ya Semsûrê bûye vê payeyê ji II’emîn Abdulhamîd girtiye.

Hengên Hemîdiyê tiştekî biçûk e? Qet! Lewre ev rêxistin, ji bo dewleteke neçar û li ber tekçûnê rêbaz û tevdîreke serî lêdanê bûne. Wisa ku; di dîrokê de tevdîreke şermê ye. Rûpelekî şermê yê dîroka me ye. Heke Tirkiye, hatibe asteke ku ji eşîrên li Rojhilat û Başurê Rojhilat artêşek parastina sînor ava bike, bila qet nejî, hilweşe! Lê em di wê baweriyê de ne ku Tirkiye, ji Osmaniya di bi kontrola II’emîn Abdulhamîd bi hêztir e. Ji ber vê sedemê pêwîst nake ku Artêşa Siltan Erdogan a ji eşîran bê avakirin. Tenê bila TSK rihet bê berdan û operasyonên li dijî TSK’ê bê rawestandin. Tenê bi tirsa darbeye her hefte planên darbeyên çeker neyê hilberandin.

Baş e, qet feydeya Hengên Eşîran li Tirkiyeyê bûye? Belê bûye! Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de, dema ku Artêşa Osmaniyan li eniyan şer kiriye, ewlehiya Tehcîra Ermeniyan ji Hengên Eşîran re hatiye hiştin. Baş e, Henagên Hemîdiyan ku eşîrên kurdan pêk hatine, ewlehiya welatiyên me yên ermenî ku tehcir li wan hatiye ferzkirin pêk anîne? Çi digire? Ewlehiya rê li aliyekî; endamên van hengan êrîşên kerwanên koçê kirine. Talankirin, kuştin û tecawizkirin tev ji aliyê endamên van Hengên Eşîran ve hatiye kirin. Komkujiya Ermeniyan ango Qaşo Qirkirina Ermeniyan ku 95 sal e dertê pêşiya me, merîfeta van Hengên Eşîran e. Ji ber vê yekê, weke welatiyekî tiştên ku tên hişê min û hişê kujerê pitikan Şemo, heke bê hişê hikûmetê, divê demildest dev ji nêrînê berde. Tişta ku hikûmet ji bo ewlehiya sînor bike ne avakirina artêşeke nû ye, divê dev ji gotin û çalakiyên ku TSK’ê ji hev dixîne berde.

Min timik gotiye, wê roj were ev Cerdevanên Demkî yên Gundan li sere dewletê bibin bela. Bi rastî jî wiha ye; tasfiyekirina vê hêza ku bi salan e eçek girtiye destê xwe û mûçe digire, wê hêsan nîn be. Bila qet kes bawer nebe ku di rewşeke wiha de van kesên ku çekên herî pêşketî girtine destê xwe derneyên serê çiya! Heke bi min be; weke leşkeran bi şertê teqawîtbûnê ji çekan dûr bixim. Divê kesên temen mezin bên teqawîtkirin, kesên ciwan jî derbasî hin karên din bên kirin û li şûna kesên nû neyên girtin û bi vê yekê vê hêza çekdar bê tesfiyekirin.

Di rastiyê de hikûmeta ku pirsgirêka mistek karkerên TEKEL’ê hel nekiriye, wê çawa hêzeke ji 60-70 hezar (li gorî Şemdîn Sakik 90 hezar) kesî pêk tê tasfiye bike. Bi ser de piraniya van mirovan li bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilat ku çandiniya titûnê lê kirin û kargehên titûnê lê hene ku mijara xebatê ya TEKEL’ê ne, peywir dikin…


  1. http://haber.gazetevatan.com/Haber/586581/1/Gundem,
  2. http://ahmetdursun374.blogcu.com/gecici-koy-koruculari-ve-50-bin-kisilik-sivil-ordu/6865039
  3. http://www.tunceliemek.com.tr/haberdetay.asp?bolum=2553&uyeid=0

Source


Comments are closed.