Rêze Panelên Destjiçekanberdan û Bêçekbûnê ya Pêşî Panela Bi Serenavê Aliyên Çek Berdanê Me Bi Beşdariya Jonathan Powell Pêk Anî

Di çarçoveya Bernameya Lêkolîna Cih û Jiyana Bêberdevamkirin de ji bo DÎSA Amedê sempozyuma “Polîtîkayên Beşdarbûnê û Plansaziya Bajariyê” tê lidarxistin!

Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Amedê DİSA,ji 8ê Adara 2010an vir ve Amed di serî de be panelên li ser pirsgirêkên Tirkiyeyê yên siyasî û civakî panel, komxebat û konferansan li dar dixe û projeyên lêkolinan bi rê ve dibe.Ji perwerdehiya bi bingeha zimanê zikmakî heta pêşketina Amedê di derbarê aborî de, ji gelek lêkolînên me yekê girîng jî bernameya Çareseriyên Şer e.  

Rêze panelên destjiçekanberdan û bêçekbûnê ên ku me ji bo mehên Avrêl,Gulan û Pûşperê plan kiribû; lidarxistina rûniştina yekemîn de mêvanê me yê axivker Jonathan Powell bû, ku di pêvajoya aştiya navbera Qraliya Yekbûyî û Îrlandaya Bakur de, li ser navê serokwezîrê Îngîlîstanê Tony Blaîr bûbû Sernavbeynkar.Moderatoriya wî rojnamevan,nivîskar Cengîz Çandar kir.

Serokê DÎSAyê Necdet Îpekyûz di serê axaftina xwe de, derbarê pêvajoya aştiyê de nirxandinên xwe yên erênî ragihand û di bergehê bernameya çareseriya şer de lidarxistina rêze panelên destjiçekanberdan û bêçekbûnê de behsa mijar û mêvanên rûniştinên bi şûn de kir.

Cengîz Çandar piştî silavdayina xwe ya kurdî ,di destpêka axaftina xwe de ,ji bo Jonathan Powell şibandina vê yekê kir “kirîva pêvajoya pêkanîna muzakereyên aştiyê yê navbera ÎRA û Qraliya Yekbûyî de ye”.Çandar agahdar kir ku Powell bi awakî çalak beşdarî pêkanîna pêvajoyên muzakereyên navbera hem ETA û Hikumeta Îspanyayê û hem jî navbera FARC û Hikumeta Kolombiyayê bûye.Çandar nirxandineke powell jî wiha ragihand:”Pêvajoya aştiyê dişibe ajotina duçerxiyê. Divê tu car pedal nesekinin.Eger ku duçerxî bikeve ji nû ve rabûn zehf zehmet e.”

“Nêvengeke hevseng û wekhev pêkanîn ji bo encam standinê şertên pêşî ye.”

Jonathan Powell axaftina xwe wiha dest pê kir “Pêvajoyên muzakereyan de şêweyeke kifş tune,ji her yekî ders girtin heye.”Powell wiha got, peyamên di navbera aliyan de têra damezirandina baweriya beramber nake, eynî wek bale kirinê divê beramber gav bên avêtin û sozên ku tên dayîn bên girtin.

“ji bo çareseriyeke domdar hevgirî û dem pêwist e”

Ji bo ku ji muzakereyan encam bên girtin Powell bal kişand li ser girîngiya hevdîtinên her kesên ku têkiliyên wan bi vê pêvajoyê re heye û got, ji bo pêkanîna baweriyê û lezandina pêvajoyê ristên çalak ên aliyên sêyem hene û piştrê got: ”Çareseriya her pirsgirêkê heye,pêvajoyeke bê çareserî tune.Kesên ku çareseriyên erênî nexwezin dê hebin. An jî dibe ku hinek bûyer baweriya navbera van aliyan de xirab bike. Ji bo çareseriyê divê ev hemû bên li ber çavan û li gorî vî tevgerîn hebe. Serokatiyeke rast, biryar girtinên wêrekî,rîsk hilanîn û bi sebr bûn dixwaze.

Powell behsa pêvajoya aştiya li Tirkiyeyê jî kir û got daxuyaniya ku Newrozê de hate dayîn zehf girîng e û hêvîbexş e.Powell ÎRAyê mînak da nîşan û got:” Ji bo pênaseya teqtîkeke hûn dikarin têgîna “teror”ê bi kar bînin. Lê ji bo hemû tevgerê bikaranîna pênaseya terorîstê aqilê min nabire ku wecê çareseriya pirsgirêkê bigire.”

Li dû vê panêla 4ê Gulana 2013an de bi beşdariya Conor Murphyê ku parlementerê Sinn Feînê û kesekî ku di pêvajoyên muzakereyan de cih girtiye ye,bi moderatoriya damezrinereke DÎSAyê Meral Daniş Bêştaşê;Piştre mêjûyê 8ê pûşpera 2013an de Dr.Gustavo palmaya ku bi xebatên xwe yê di pêvajoya aştiya Guatemalayê de tê naskirin d3e bibe mêvanê me.Lêkolînerê me Nesrîn Uçarlar a ku li ser edaleta pêvajûya derbasbûyînê dixebite, dê vê panelê de hevaltiya wî bike.

Şopandina DÎSAyê, lêkolînên me û mêvanên me bidomînin.


Comments are closed.