Rêzepanelên agirbestî û bêçekbûnê

Eşkerekirina rastiyê û edeleta qonaxguhertinê

Rêzepanelên agirbestî û bêçekbûnê - 3
Rêzepanelên agirbestî û bêçekbûnê – 3

DİSA li ser mijarên girêdayî pirsgirêkên civakî û siyasî li Tirkiyeyê gotûbêj, komxebat û konferansan li dar dixe û li bajarê Amedê ji 8 adara 2010an ve projeyên lêkolînê pêk tîne. Ev mijarên ku gelek mijarên cûrbicûr in di nav xwe de mijarên wekî perderdeyiya pirzimanî li ser zimanê zikmakî û pêşveçûna aboriya Amedê û Çareserkirina Nakokiya jî dihevîne. Em di meha Adar u Gulanê de gotûbejên bi navê rêze gotûbejên Agirbestî û beçekbûne û Eşkerekirina rastiyê û edeleta qonaxguhertinê didomînin. Axeverên vê gotûbejê ku wê li ser serpêhetiya Guetamalayê hûr bibin ji AVANSCOyê  Gustavo Palma, ji zanîngeha Arîzonayê Elisabeth Oglesby be. Wê ev rûniştin ji aliyê Nesrîn Uçarlar ve bê revebirin. Em li benda tevlîbûna we yê vê rûniştinê ne ku 8’e hezîranê 2013an de ku li Salona Sumerparkê li Amedê di saet 14:an da pêk be. Gustava Palma li (AVANSKOyê) Komeleya Pêşveçûna Zanistên Civakî li Guatemalayê û di heman demê de li Enstîtuya Lêkolîna Siyasî û Civakî wek lêkolîner dixebite. Mijarên polîtîkayên nijadî, avakirina netewî û nasnameya etnikî mijarên zîraetê, dîskrîmînasyon û civakên heremî bala wî dikşîne. Guatemala Amerîkaya Navendî 36 salan ji şerekî qirêj êşê kişand û ji 1996an şûn de bergiriyên adil yên qonaxguhertinê pesend kir. Elisabeth Oglesby li zaningeha Arîzonayê li navenda xebatên Emrikaya Latîn wek Alk. Prof. Dixebite. Ew li Guatemala û Amerîkaya Navendî li ser vegera penaberan ku bi zorê hatine şandin (xurtîkirî) li hinek rêxistinên nefermî (civakî) de xebitî. Oglesby li bajarê Guatemala li servîsa projeyan a ofîsa Netewên Yekbûyî ji bona komîsyona Guatemala bo zelalkirina dîrokî –wek şewirmend xebitî û li wê derê wek asîstanê koordînatorî ji bona nivîsa dawî û wek endamê tîma nivîsê ya nivîsa dawî jî xizmet kir. Nesrin Uçarlar asta PhDyê li beşa zanistên siyasî li Zaningeha Lundê di sala 2009an de qedand. Ew li Zaningeha Yedîtepeyê li beşa zanistên siyasî û pêwendiyên navnetewî de wek alk. Prof. (2010-2011) xebitî.  Niha jî li Zaningeha İstanbul Bilgiyê dixebite. Uçarlar li ser tewêra felsefeya siyasî ya nûjen li ser pirsgirêka Kurdî û li ser têgehên hêz, berxwedan û edeletê hûr dibe.


Comments are closed.