TU TİŞT NE Lİ CİHÊ XWE YE

Em hewl didin yekê ji wan xebatên “rûbirûbûna bi rabihuriyê re” bikin ku pê armanca me ew e ku em guh bidin hest, fikr û daxwazên wan kesên ku dûçarî “gunehên li dijî mirovahiyê”, şîdeta dewletan bûne, van hest, fikr û daxwazan ragihînin dewletên ber- pirsiyar û kesên din ên ku dema ev sûc dihatin kirin, bêdeng bûn.

Em gotinên hinan ji mexdûrên şîdeta dewletê ya salên 90 ́î dikin yek bi wan gotinên felsefî û siyasî yên kesên li deverên din yên cîhanê êşên bi heman rengî hatî serê wan re ku ji bo rewşên dişibin hev yên di biwara dad, qanûn, lêbihurîn, rikdarî, xeyd û dos- taniya siyasî de hatine gotin. Em şahidiyê dikin li wê yekê ku mirovên mêhtingehkirî, xizankirî, bêdengkirî, ji cih û warên xwe kirî, xizmên wan “tunekirî” nirx, peyv û siya- setên bi rik li ser xwe digirin, bi têkoşînê hildiberînîn diyarî wan mirovan, jiyanan û zanistan dikin ku ev zilm li wan nebûye, ew nedîtine, nebihîstine da ku “bi rabihuriza xwe re rûbirû” bibin.

Ev şahidî pêk nayê heta ku neyê qebûlkirin ku ev êş wê tucarî nebihurin û wê nika- ribin werin îfadekirin. Bi liberçavgirtina wê yekê ku ji bilî mafên welatîbûnê û mafên sereke yên mirovan pêdivî û hêviyên wan ên ferdî û civakî jî hene, ev qebûl jî ferz dike ku em bihizirin li ser çerxên dada selihandinê jî ku wê wan pêvajoyên huqûqî bixebitî- ne û bide destpêkirin ku hîmê edaleta cezaî pêk tine, hin jê kafî nabînin, hin jê girîng nabînin, pirranî jî hîna negihiştiyê. Heke em weha qebûl bikin ku pêvajoyên dadê yên cezaî wê rojekê bêqisûr bixebitin jî, mumkinkirina bi şexsê xwe tevlîbûna pêvajoya selihandina hesta dadê jî ji bo wan şahidên nabe mirov wan li ser kursiyê gunehbaran rûnîne, lê belê bare berpirsiyariya bêdengmana li dijî bêdadiyan li ser milên wan e, wê timî pêwîst be ji bo avakirina dostaniya siyasî û nûkirina qewlê biratiyê.

Ha ji ber van sedeman di dema hevpeyvînên di çarçoveya vê xebatê de me hewl da fikr û hale wan ê daxwaznekirinê bibihîsin li ser mijarên gerîna li dadê ya mexdûran ku hêviyên wan ên ji dewletê jî dide der, daxwazên wan ên di biwara dadgehkirin û cezakirina fail û berpirsiyaran de; li ser îtîrazên wan ên li dijî bêcezamanê, kêmkirina ceza û dana tezmînata madî; li serderxistinaholê ya heqîqetan û qebûlkirina wan, û xwetsina lêbihurînê ji aliyê dewletê ve. Me hewl da serwext bibin li îhtîmala wan a rûbirûbûna bi fail û berpirsiyaran re, îhtîmala li wan bihurînê, ya qewlekê nû yê biratiyê/dostaniyeke siyasî bi tirkan re, heviyên wan ên di vê biwarê de û her weha serwext bibin li têkoşîna wan a ji bo rûmetê. Em niha jî hewl didin van ragihînin we.

“Rûbirûbûna bi rabihuriyê re” ne ji bo kurdan û ne jî ji bo tirkan ferzek e; belkî şensek be ji bo îhtîmala bi hev re jiyanê, şensekî din.

Comments are closed.