Zarokên ku destpêkê peyva ‘hiş’ hîn dikin

Zarokên kurd dema ku dest bi dibistanê dikin çi dijîn: Zarokên ku destpêkê peyva ‘hiş’ hîn dikin, li benda reva ber bi vegera malê bûne.

Destpekirina dibistanê, pirî deman ji bo zarokekî di bin 6 saliyê de sedema tirsê ye. Veqetandina ji malbatê, derbaskirina tevahiya rojekê ya nav polekî ya bi zarokên qet nenaskirî re û ketina bin otorîteya mirovekî (mamoste) ku berê qet nedîtiye, bi serê xwe dibe ku bi xof be. Lê zarokên ku dema mamoste dest bi axaftinê dike peyvên ku jê dibihîze qet jê wan fêm nakin, ne tene xwendin û nivîsandin, bi tirkî nizanin hene. Ji ber vê yekê bi têkçûna 1-0 dest bi jiyanê dikin. Heta wê rojê jî ji wantirê qê ku herkes weke wan bi kurdî diaxive û dinya ji kurdî pêk tê. Ji bo van zarokan dibistan; cîhaneke biyanî ku zimanekî nipînû lê tê axaftin berê qet nebihîstiye, bihîst be jî qet jê fêm nekiriye.

Dîtinên herî bi bandor ên xebata bi ser navê “Birîna Ziman: Li Tirkiyeyê di Perwerdeyê de Cih Nedayîna Zimanê Zikmakî û Ceribandinên Xwendekarên Kurd” ku ji aliyê Vahap Coşkûn, Şerîf Derînce û Nesrîn Ûçarlar ve hatiye nivîsandin, serborî û hîskirinên kurdan ên di salên dibistanê de yên nav wê cihana biyanî ne.

Zarokên hatine bêdengkirin

Zarokên kurdan ku destpêkê peyva ‘hiş’ hîn kirine, çiqas ku ji mamosteyên xwe fêm nekirine; ji ber ku fêm nekirine ji aliyê mamosteyên xwe ve biçûk hatine dîtin û tundî li wan hatiye kirin; çiqas ku axaftina tirkî ya xweş a hevalên xwe yên tirk ên zarokên karmendan ên li polê û serkeftina wan a di waneyan de dîtine û ewqas xwe ji wan biçûktir hîskirine; çiqas ku zimanê gelekî din ji xwe re xwestine, pelçiqîne, şerm kirine û bê vê yekê bêdeng bûne. Ev zarok bêdeng bûne, bi bêdengî rawestiyane. Ji ber ku di navberdayînên waneyan de jî axaftina bi kurdî hatiye qedexekirin, li bendê bûne ku ‘dibistan rojek zûtir biqede’ û ji bo ku azad bibin ‘birevin’ vegerin malê.  

Ji bo hin kesan ev bêdengiya salên dibistana seretayî, bi bandora domino veguheriye pratika jiyanê. Li zanîngeh û kuçeyê jî bêdengiya xwe domandin. Beyî ku têkilî jiyanê bibin, bûne tameşekerên jiyanê. Hin zarokên ku tirkî hîn kirine û di waneyên xwe de bi serketine jî ji nasname, malbat û zimanê xwe dûr ketine. Çiqas hatine perwerdekirin ewqas nêzî dibistan, civak û dewlete bûne. Lê ji ber ku ‘dilê xwe parve nekirine’ ji dayik û bavên xwe ku bi tirkî nizanin, derdora xwe ya ku paşverû dibînin û zimanê zikmakî dûr ketine. Li aliyekî ve bi axaftina xwe ya tirkî “bi xwe bawer bûne” û ji aliyekî ve jî ji ber dûrketina ji kurdî xwe sûcdariyê hîs kirine.

Destpêkirina bi kêmasî ya jiyanê

Dema ku mirov li ser daxwaza kurdan a perwerdeya bi zimanê zikmakî bifikire divê mirov ji van zarokan dest pê bike. Li vî welatî hin zarok, tenê ji ber ku kurd in, zimanê wan kurdî ye, bi tirkî nizanin, li dibistanên ku ji bo wan bûne weke girtîgeh perwerdeya bi tirkî li wan tê ferzkirin. Her roj travmaya vê yekê dijîn. Di 6 saliya xwe de bi kêmasî dest bi jiyanê dikin û biçûk tên dîtin. Em careke din bifikirin ku dijderketina perwerdeya zimanê zikmakî, parastina çî ye…

Source


Comments are closed.